26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkence kirin, poşet kirin serî û gefa kuştinê xwarin

Polîsên tîmen taybet roja 6’ê nîsanê bi awayekî hemwext bi ser gundên Dîcle, Dûmlûpinar û Haciya Kurdan ên navçeya Bismilê ya Amedê de girtibûn û gundiyê bi navê Halîl Ercan binçav kirıbûn. Hûrgiliyê vê serdegirtinê derketin holê.

Polîsên tîmên taybet di serdegirtinan de li 3 malan geriyane û li Halîl Ercan (30) ê ji gundê Dûmlûpinarê, îşkence kirine û poşet xistine serê wî. Hat diyarkirin ku palîsan gefa kuştinê li Ercan xwariye û ew kirine bin çavan. Piştî binçavkirinê polîsan Ercan biriye Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

Parêzerê Ercan ê dema binçavkirina wî hatiye dirêjkirin pê re hevdîtin kir û da zanîn ku bi saetan îşkence li muwekîlê wî hatiye kirin. Ji wêneyê dema binçavkirinê jî diyar dibe ku îşkence li Ercan hatiye kirin û şopên derban li ser rûyê wî hene.

Parêzerên Ercan ji ber işkenceya li hatiye kirin gilî kir û tê gotin ku Halîl Ercan wê sibê derkeve edliyeyê.

AMED