18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya bênavber a li Îmraliyê: Tecrîd

Tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê ku bi dîroka komarê re dest pê kir, bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi rêk û pêk kirin. Tecrîd îro ne tenê li kesekî tê ferzkirin.

Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin, tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi rêk û pêk bû. Beriya ku Abdullah Ocalan bînin Tirkiyeyê, girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê veguhastin girtîgehên cuda û piştre jî girtîgeh ji nû ve hate avakirin. Welê lê kirin ku tenê girtiyek karibe lê bê ragirtin. Ocalan di parêznameya xwe ya 5’emîn de ku bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk weşand, li ser Girtîgeha Îmraliyê detayeke bi vî rengî dida: “Îmrali weke girtîgeheke ku cezayê li rayedarên payebilind ên dewletê dihate birîn, lê dihate bicihanîn û bi vî rengî navdar bû. Avhewaya xwe hem gelekî bi nêm e, hem jî hişk e. Ji aliyê fîzîkî ve dikare mirovan têk bibe. Tecrîda li odeya girtî jî dema li vê zêde dibe, hingî bandoreke hîn girantir dike. Demeke dirêj di bin kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de hate hiştin. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke ji qenaleke bi tenê, derfeteke min a ragihandinê tune bû. Serdana xwişk û bira ya çend mehan carekê ji bo nîv saetê û hevdîtina parêzeran ku ew jî dema bi hinceta rewşa nebaş a hewayê nehatibûya birîn, rêya min a têkiliyê bû.”

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan destpêkê li rûniştina girtîgehê destpê kir, ku hingî ew xistin hundirê qadeke teng û biçûk a ji camê. Ev yek wê piştre bibûya gava destpêkê ya tecrîdê. Piştre li Girtîgeha Îmraliyê veguherî pêvajoya ku di bin çavdêriya 1000 kesên bi taybetî hatine perwerdekirin bi tena serê xwe bê hiştin. Abdullah Ocalan heta sala 2009’an bi tena serê xwe hate hiştin û di vê demê de karîbû parêzer û malbata xwe bibîne, lê belê girtiyekî cuda nebirin gel wî. Ji bo mafê hêviyê ji destê Abdullah Ocalan bê girtin, tecrîd her roj bêhtir hate girankirin.

Di nava 10 salên destpêkê de dema destpêkê ne di nav de hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bi hincetên cuda hatin astengkirin. Qedexeya destpêkê ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di hevdîtina bi malbatê re hate kirin. Hevdîtinên bi parêzeran re dewam kirin, lê hevdîtina bi malbatê re bi bahaneya ‘keştî xerabe ye’ hate astengkirin. Piştî astengiyên destpêkê li dû hewldanên parêzeran li şûna bahaneya ‘keştî xerabe ye’ vê carê bi bahaneya ‘rewşa nebaş a hewayê’ bû hinceta astengkirina hevdîtinê.

Raporên CPT û hevkariya bi dewletê re

CPT mehek piştî dîlgirtina Abdullah Ocalan serdana girtîgehê kir. Heyeta CPT yekemcar di 2’ê Adara 1999’an de serdana Îmraliyê kir. Rapora têkildarî vê serdanê jî di 5’ê Gulana 1999’an de hate eşkerekirin. Di raporê de hate ragihandin ku nabe Abdullah Ocalan bi tena serê xwe li girtîgehê bê hiştin.

Têkildarî şert û mercên nebaş ên Îmraliyê de jî wiha hate gotin, “Li cihekî kes lê nîne, di bin rewşeke bi ewlekariya bilind de bi tena serê xwe tê hiştin. Ev şert û merc wê bandoreke neyînî li ser tenduristiya Birêz Ocalan bike. Ji bo pêşî li vê were girtin divê tedbîr hebin.

2001

Di 14’ê Îlona 2001’ê de girtîgeha Îmraliyê jî di nav de CPT serdana gelek girtîgeh û qereqolan kir. Rapora li ser mijarê jî Nîsana 2022’an bi destûra hikumeta Tirk hate eşkerekirin. CPT di vê raporê de ji bo Abdullah Ocalan got, ‘nabe ku heta bi hetayê di nava tecrîdeke awarte de bê hiştin’ û ji hikumeta Tirk xwest ku van şert û mercan biguherîne û derfetekê çêbike ku karibe bi girtiyên din re jî bicive.

CPT her wiha xwest ku derfetên televîzyon, radyoya ji gelek qenalan û axaftina bi telefonê ya bi xizmên xwe re ji Rêberê Gelê Kurd re bê dayin. CPT di heman demê de xwest ku Abdullah Ocalan karibe bi ‘serbestî’ di navbera hucreya lê dimîne û odeya li kêlekê bigere. Tevî ku 20 sal di ser vê daxwazê re derbas bûye, dewleta Tirk bi cih neaniye, di ser re tecrîd û îzolasyon girantir kiriye.

2003

Di destpêka salên 2000’î de dewleta Tirk timî bi gotina ‘keştî xerabe ye’ yan jî ‘rewşa hewayê nebaş e’ hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbatê û parêzeran re astengkirin. Hevdîtina bi malbatê û parêzeran re ku destpêkê hefteyê du caran bû, daxist hefteyê carekê, piştre jî dema hevdîtinê ji du saetan kirin saetek. Bi binpêkirina peymanên navneteweyî re hevdîtin bi hefteyan asteng kir û bi vî rengî mehane êdî carek, du caran destûr da.

CPT ku di navbera 16 û 17’ê Sibata 2003’an de serdana Îmraliyê kir, rapora xwe ya di vê der barê de sala 2004’an eşkere kir û xwest îzolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe, ji bo pêşî li astengkirina hevdîtinan ên bi hincetên biçûk bê girtin, pêşniyar kir. Di raporê de hate ragihandin, ku astengkirina hevdîtinan zêdeyî sê mehan ji bo girtiyekî rewşeke cidî ye û nayê qebûlkirin.

2007

Serdana çaran a CPT a li Îmraliyê piştî h ewldana jehrdayina dewleta Tirk a li Abdullah Ocalan hate kirin. Parêzeran 1’ê Adara 2007’an li Romayê civîneke çapemeniyê lidar xistin û ragihandin tayê porê Ocalan li laboratûwarê hatiye lêkolîn û di encamê de jî tespît kirine ku madeyên kîmyewî; stonsiyûm û kronîm di asteke bilind de li bedena Rêberê Gelê Kurd hene. Ev yek jî weke jehrdayineke bi rêk û pêk pênase kirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê di Nîsana 2007’an de 18 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ji bo heyeteke serbixwe Abdullah Ocalan derman bike, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di encama greva birçîbûnê ya 39 rojan û zêdeyî 100 hezar îmzeyên di nava hefteyekê de hatin komkirin, rêveberiya CPT biryar da ku heyetekê bişîne Îmraliyê.

Rapora li ser serdana CPT a 19-22’ê gulana 2007’an piştî salekê hate eşkerekirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd karibe têkiliyê bi cîhana derve re dayne û bê dermankirin hin pêşniyar hatin kirin. Her wiha diyar kir ku şert û mercên girtîgeha Îmraliyê li gorî serdana beriya 4 salan qet nehatiye guhertin an jî kêm hatiye guhertin.

Serdana Pêncemîn a CPT a li Îmraliyê, piştî ku li giravê girtîgeheke nû hate avakirin û 5 girtiyên din şandin giravê, hate kirin. Serdan di 26-27’ê Çileya 2010’an de pêk hat û Serokê CPT Maûro Palma jî di nav de hebû. Rapora vê serdanê jî heman salê meha Tîrmehê hate eşkerekirin. Ji bo Ocalan karibe di hucreyê de ronahiyê bibîne gavên divê bêne avêtin hatin pêşniyarkirin. Her wiha hate xwestin ku girtiyên nû ji girtîgeha Îmraliyê re hatine veguhastin karibin hevdîtinê bi hev re bikin.

Di raporê de hate xwestin ku mîna ji girtiyên din ên li Îmraliyê re tê dayin, ji Abdullah Ocalan re jî televîzyonek bê dayin û car carna karibe bi telefonê bi malbata xwe re biaxive.

2013

CPT di 16-17’ê çileya 2013’an de cara şeşan serdana Îmraliyê kir û di sala 2014’an de rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin, ku Abdullah Ocalan hîn jî li hucreyê ji ronahiyê û derfetê hevdîtina bi girtiyên din re bêpar hatiye hiştin û axaftina bi telefonê ya bi salan destûra wê nayê dayin, careke din xiste rojevê.

Di vê rapora CPT de her wiha hate destnîşanirin ku ‘cezayê dîsîplînê’ yê ku dewleta Tirk bi kêfî dide, nayên qebûlkirin. Li gorî CPT, di cezayên dîsîplînê de cezayê hucreyê yê bênavber, nabe ku zêdeyî 14 rojan bin.

2016

Piştî sê salan CPT di 28-29’ê Nîsana 2016’an de serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Ev serdana xwe weke ‘ad hoc’ (berê nehate plankirin’ pênase kir û rapora xwe ya lêkolînê di Adara 2018’an de eşkere kir. Dewleta Tirk piştî du salan destûr da ku rapor bê eşkerekirin.

Di vê raporê de CPT destnîşan kir ku di serî de Abdullah Ocalan girtiyên li Îmraliyê nikarin têkiliyê bi derve re daynin û hate gotin, hincetên ‘keştî xerab ye’, yan jî ‘şert û mercên hewayê nebaş e’ yên meqamên Tirk, ne cihê baweriyê ne.

2019

Piştî sala 2016’an, li dû rojiya mirinê ya li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê Îmrali hate bîra CPT. Heyeta CPT a ji şeş kesan di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana girtÎgehên li Tirkiyeyê kir û çû Îmraliyê. Lê belê rapora li ser vê serdanê jî piştî salekê hate eşkerkirin.

Di raporê de hate ragihandin ku hincetên ji bo astengkirina hevdîtinên malbatê hincetên xapandinê ne û ji bo di vê mijarê de gav bêne avêtin bang li dewleta Tirk hate kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nayê qebûlkirin.

2021

CPT ku ji bo rakirina tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê 8 caran serdana Îmraliyê kir, ji bo vê mijarê pêşniyar li dewleta Tirk kir, lê ev pêşniyarên xwe neşopand. Sala 2021’ê pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê jî nedît. Di navbera 11-25’ê Çileya 2021’ê de CPT serdana gelek girtîgehên li Tirkiyeyê kir, lê neçû Îmraliyê.

2022

CPT Rapora Karên Giştî ya sala 2021’ê di Nîsanê de weşand. Tirkiye jî di nav de li ser serdana li 9 welatên endam rapor hate amadekirin. Balkêş bû ku di raporê de têkildarî Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di raporê de bi beş û agahî nehatin bicihkirin.

Hevdîtinên Parêzeran

Li gorî daneyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê sala 2011’an jî di nav de kronolojiya hevdîtinên bi parêzeran re bi vî rengî ye:

Sala 1999’an 62 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2000’î 54 serlêdan hate kirin, destûr ji 34 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2001’ê 52 serlêdan hatin kirin, destûr ji 32 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2002’an 52 serlêdan hatin kirin, destûr ji 32 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2003’an 55 serlêdan hatin kirin, destûr ji 20 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2004’an 53 serlêdan hatin kirin, destûr ji 23 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2005’an 52 serlêdan hatin kirin, destûr ji 16 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2006’an 60 serlêdan hatin kirin, destûr ji 24 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2007’an 60 serlêdan hatin kirin, destûr ji 30 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2008’an 56 serlêdan hatin kirin, destûr ji 38 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2009’an 61 serlêdan hatin kirin, destûr ji 50 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2010’an 65 serlêdan hatin kirin, destûr ji 43 hevdîtinan re hate dayin.

Sala 2011’an 84 serlêdan hatin kirin, destûr ji 24 hevdîtinan re hate dayin.

Qedexeya hevdîtinan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî sala 2011’an jî zêde bû. Di vê demê de 1253 caran daxwaza hevdîtinê hate kirin, 324 caran bi hinceta ‘keştî xerabe ye’, 45 caran bi îdîaya ‘rewşa nebaş a hewayê’, 54 caran bi hinceta ‘keştî di tamîrê de ye’, 11 caran bi gotina ‘betlaneya fermî’, 22 caran bi îdîya keştî xerabe ye, 719 caran jî bêyî bersiv bê dayin, hatin astengkirin.

Hevdîtinên bi malbatê re

Sala 1999’an 12 serlêdan hate kirün, 12 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2000’î 11 serlêdan hatin kirin, 11 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2001’ê 6 serlêdan hatin kirin, 4 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2002’an 9 serlêdan hatin kirin, 9 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2003’an 26 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2004’an 33 serlêdan hatin kirin, 15 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2005’an 34 serlêdan hatin kirin, 17 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2006’an 25 serlêdan hatin kirin, 13 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2007’an 20 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2008’an 13 serlêdan hatin kirin, 9 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2009’an 17 serlêdan hatin kirin, 15 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2010’an 13 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2011’an 11 serlêdan hatin kirin, 2 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2012’an 4 serlêdan hatin kirin, hevdîtinek hate kirin. Ji bo hevdîtinekê jî Abdullah Ocalan bi gotina ‘pêvajoya hesas’ tevlî hevdîtinê nebû.

Sala 2013’an 25 serlêdan hatin kirin, 14 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2014’an 18 serlêdan hatin kirin, 6 hevdîtin hatin kirin.

Sala 2014’an ji bo serlêdanên hevdîtinê yên malbatê tenê ji 3 serlêdanan re destûr hate dayin û carekê destûra axaftina bi telefonê hate dayin. Ji bilî van di nava wê salê de destûra hevdîtinê nehate dayin. Di vê pêvajoyê de ji bo 459 serlêdanan tenê destûr ji 3 hevdîtinan re hate dayin. Piraniya serlêdanên din jî bi hinceta biryara dadgehê hatin astengkirin.

Serlêdanên piştî sala 2014’an hatin kirin li gorî salê bi vî rengî ye:

Sala 2015’an 47 serlêdan hatin kirin, bi îdîaya ‘keştî xerabe ye’ destûr nehate dayin.

Sala 2016’an 77 serlêdan hatin kirin, hevdîtinek pêk hat. 76 serlêdan bi hinceta ‘keştî xerabe ye, rewşa nebaş a hewayê’ hatin astengkirin.

Sala 2017’an 46 serlêdan hatin kirin, bi hinceta biryara dadgehê destûra hevdîtinê nehate dayin.

Sala 2018’an 45 serlêdan hatin kirin, bi hinceta biryara dadgehê destûr ji hevdîtinê re nehate dayin.

Sala 2019’an 51 serlêdan hatin kirin, destûr ji 2 hevdîtinan re hate dayin, 49 serlêdan bi biryara dadgehê hate astengkirin.

Sala 2020’î 57 serlêdan hatin kirin, destûr nehate dayin, ji bo carekê destûr ji axaftina bi telefonê re hate dayin.

Sala 2021’ê 55 serlêdan hatin kirin, bersiveke erênî yan jî neyînî nehate dayin.

Sala 2022’an 51 serlêdan hatin kirin, bersiveke erênî yan jî neyînî nehate dayin.

Heta Hezîrana 2023’an 30 serlêdan hatin kirin, bersiv ji ti serlêdanan re nehate dayin.

ANF