5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdebûna maliyetê rê nade nexweşxaneyê temam bibe

Li navçeya Silopiya, ji ber "zêdebûna maliyetê" çêkirina Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan ku di 2020'an de dest bi lêkirina wê hatibû kirin, hat sekinandin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Midûriyeta Giştî ya Veberhênanên Tenduristiyê û Şîrketa Înşeat, Avahîsazî û Endezyariyê ya Olgûn Gurê, di 10’ê îlona 2020’î de dest bi lêkirina Nexweşxaneya Welidandinê û Zarokan kirin. Bedêla îhaleya çêkirina nexweşxaneyê di sala 2020’î de 64 milyon û 444 hezar hat diyarkirin. Piştî îhaleyê dest bi çêkirina nexweşxaneyê hat kirin. Di peymanê de hat diyarkirin ku divê nexweşxane di 700 rojên kar de bê temamkirin. Lê 2 sal derbas bûne hê jî nexweşxane nehatiye temamkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), fîrmayên ku îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtine, bi hinceta zêdebûna maliyetan, çêkirina nexweşxaneyê dane sekinandin. Nayê zanîn ku dê kengî car din dest bi çêkirina nexweşxaneyê bê kirin.