17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya li cenazeyan hovîtî ye

Li Kurdistanê bêrêziya desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî cenazeyên têkoşerên kurd didome. Tevî ku nimûneyên xwînê ji bo girtina cenazeyan radestî Saziyên Tipa Edlî (ATK) tê kirin jî cenaze bi salan radestî malbatên wan nayên kirin û li goristanên bêkesan tên veşartin. Cenaze di qutiyan de radestî malbatan tên kirin û destûr nayê dayîn ku malbat vecîbeyên olî ji bo zarokên xwe pêk bînîn û şîn deynin. Herî dawî li dijî cenazeyê Yilmaz Ûzûn ku di sala 2020’an de li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû û girtiyê nexweş Şakir Tûran ku li Girtîgeha Erzînganê jiyana xwe dest da bêrêzî hat kirin.

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç ji rojnameya me re axivî. Mehmet Emîn Kiliç,  diyar kir ku bêrêzî û îşkencekirina cenazeyan ji çanda Osmaniyan tê û wiha got: “ Di çanda Osmaniyan de ji bo desthilatdariyê zar û zêçên xwe kuştine. Dibêjin em ji malbata xwe bi xwe jî ji bo saltanata xwe dikujin. Yanî ev hovîtiya ku li cenazeyan dikin jî ji wir tê. Piştî ku kesek bimire divê teqez îşkence li cenazê wî neyê kirin.”

Kiliç bal kişand ser  qedr û qîmeta ji bo cenazeyan û ev tişt got: “Bi her awayî di nav mirovahiyê de qedr û qîmet ji cenazeyan re heye. Dema mirovek jiyana xwe ji dest bide bi nirxê herî bilind tê oxirkirin. Her çiqas têxin nav axê jî bi awayekî herî paqij dispêrin axê. Ev hestên mirovî ye kes nikare ji ber vê kesekî tewanbar bike. Di vê pergal û desthilatê de ev hestên beşerî bi pêş neketine. Bêrêzîtiya ku li cenazeyan dikin jî bêehleqiya herî mezin e.”

‘Ji mirovahiyê dûr ketine’

Kiliç diyar kir ku dewlet bi êrîşkirina cenazeyan hovîtiya xwe dide der û wiha got: “Bi êrîşkirina cenazayan du armancê wan hene. Yek jê dixwazin bidin nîşandan ku çiqas ji mirovahiyê dûr in. Ya din jî dixwazin bi gel bidin zanîn ku çiqas ev gel di çavê wan de bêqîmet e. Dixwazin tirsê biafirînin. Dibêjin ku çawa dikarin laşê heywanan qet bikin û bixin torbeyan wisa dikarin laşê kurdan jî parçe parçe bikin û bixin torbeyan û ji we re bişînin. Çawa serdestê kurdan elimîbin zilm û zorê, kurdan jî têkoşîna li dijî zilm û zorê ji xwe re kirine weke çand û wê dev ji vê çandê bernedin.”

 Kiliç, da destnîşan kir ku berê mirov bêtir hatibin kuştin jî lê dî asta îro de hovîtî li cenazeyan nehatiye kirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Desthilat bi van êrîşan dibêje ku ji desthilatên berê gelekî hovtir e. Dibêjin em dikujin û piştî kuştinê jî îşkencêyê didomînin.”