Duh di saetên piştî nîvro de balafirxaneya çandiniyê ya Erbet a li Silêmaniyê ji aliyê balafireke bêmirov ve hate bombebarankirin. Di êrîşê de 3 endamên Dij Terora Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 3 endam jî birîndar bûn.
Derbarê êrîşê de seroka berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq daxuyaniyek nivîskî belav da û bertek nîşanî êrîşî da. Fayeq, diyar kir ku herkes û aliyê ku bi çi armancê ji bo êrîşa terorîstî ya li ser balafirxaneya Erbetê hincetek bibîne, xayîn, xwefiroş û destê duyem ê dagirkerên Kurdistanê ye.