30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Êrîşa li Hewlêrê li dijî yekîtiya neteweyî ye

KNK'ê, diyar kir ku êrîşa li dijî nûnertiya wan a li Hewlêrê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve li dijî yekîtiya neteweyî hatiye kirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşa çekdarî ya li ser Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê û êrîşa li Silêmaniyeyê daxuyanî da. KNK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrîşa li dijî nûnertiya wan a Hewlêrê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Her wiha KNK’ê da zanîn ku ew ê karên xwe yên ji bo yekitiya neteweyî hîn xurttir bikin.

Tevhiya daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Li Hewlêrê 18.09.2023’an nava rojê saet di 13.35’an de, êrîşek hovane li ser ofîsa KNK’ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket. Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Amancgirtina ofîsa KNK’ê, biryarek û peyameke stratejîk e. Bi vê êrîşê ne tenê ofîsek, ne tenê xebatkarek ne tenê endamekî KNK’ê hatiye hedefgirtin. Di vê êrîşê de Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê, navend û mejiyê stratejîk yê gelê Kurdistanê hatiye amancgirtin. Dijminên me, bi van êrîşan didin nîşan ku çiqas ji yekîtîya me aciz in û ditirsin. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bibîne û li gorî vê rastîyê jî tevbigere.

Em êrîşkaran nas dikin, ev êrîş berdewama êrîşên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye organîzekirin û hatiye pêkanîn.

Ofîsa KNK’ê di nava bajarê Hewlêrê de ye. Ev ofîs ji aliyê asayîş û îstixbarata herêmê ve 24 saetan tê şopandin. Dehan kamera li wê deverê hene. Eger neyêne parastin, roj nîvro nava rojê çawa, bi çi cesaretê, kujer dikarin bi rehetî destên xwe bihejênên û biçin ofîsa KNK’ê û mirovan qetil bikin? Çawa MÎT dikare li herêmê rehet kar bike, ajanan ji xwe re peyda bike û welatparêzan qetil bike? Kî destûrê dide wana û rê li ber wana xweş dike? Di vê bûyerê de gelek pirs hene. Muxatabê van pirsan Hukumeta Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye. Eger rojek zûtir ev kujer neyêne girtin û yên di pişt wana de neyêne derxistin, neyêne darezandin, berpisyar desthilata Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê berdewamin. Di heman saetê de nîv saet piştî bûyera Hewlêrê, li Silêmaniyê li fokexana Erbetê de, hêzên dijî teror yên girêdayî YNK’ê jî hatin amacgirtin. Di encama êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 peşmerge jî birîndar bûn. Rojek pêş van bûyaran li Şengalê hêzên YBŞ’ê hatin hedefgirtin û 3 fermandarên YBŞ’ê şehîd ketin. Di heman demê de li Rojava li Minbic, li Amûdê, li Qamişlo û li Tirbespiyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin amancgirtin. Di van êrîşan de jî şehîd û birîndar hene. Ji xwe êrîşên li ser hêzên gerîla bi hemû awayî bi çekên qedexe bi çekên kîmyewî, berdewamin.

Dewleta Tirk bi giştî bi gelê Kurd re di nava şerekî dijwar de ye. Ev şer ne tenê li dijî hêzeke Kurdî ye, li dijî hemû Kurdan e û li dijî hemû Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi serê xwe tenê jî êrîş nake, heman demê de li dijî gelê me tifaqan çêdike û dagirkerên din jî dixe nava tevgerê. Divê hemû Kurd, hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tevbigerin. Hevkariya bi dewleta Tirk re, hevkariya bi dijmin û dagirkeran re xiyanet e, xeta sor e û divê ti Kurd û ti hêzên Kurdistanê vê xetê derbas nekin.

Êrîşa li ser ofîsa KNKê, hedefgirtina Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê ye. Li hember vê êrîşê û bi giştî li hember van êrîşan, bileks divê xeta neteweyî bê xurtkirin û hemî hêzên Kurdistanî bibin yek. Bi vê munasebetê sêrîde partî û rêxistinên endamên KNK’ê, em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînîn, şermezar bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

Li hember van êrîşan em weke KNK, em ê gavan paşde neavêjin, em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, em ê li hember hemû êrîşan rawestin û em ê xeta yekîtiya neteweyî kûrtir bikin.

Di şexsiyeta Şehîd Denîz, şehîdên fokexana Erbetê, şehîdên Şengalê û şehîdên Rojava de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, li ber bîranîna wana bejna xwe ditewînin, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”