spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Starta Kampanyaya TJA’yê bang

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal ji bo starta Kampanyaya TJA'yê ku wê sibê li Şirnexê bê dayîn banga tevlibûn kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta kampanyaya bi dirûşma“ Bi Jin Jiyan Azadiyê re, ber bi Azadiyê ve” dê sibe li Şirnexê bide. Kampanyaya ku dê 6 mehan bidome li dijî qirkirina jin û xwezayê, polîtîkayên şerên taybet û tecrîdê dê bê meşandin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal der barê kampanyayê de agahî dan Ajansa Nûçeyan a Jin (JINNEWS’ê).

Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal di despêkê de diyar kir ku sedema bijartina bajarê Rihayê ji bo aşkerakirina deklerasyonê ew ê ku cihê ji dayîk buna rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Newroz Uysal anî ziman ku ji ber salvegera qetilkirina Jîna Emînî û bîranîna wê û gerdûnîbûna dirûşma “Jin Jiyan Azadî”  piştî deklerasyona kampanyayê ya li Rihayê dê li Şirnexê jî sibe Starta Kampanyaya ku wê 6 mehan bidoma ya bi dirûşma “Bi jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” bê dayîn. Uysal  anî ziman ku ev kampanya hem ji bo pirsgirêkên jinan yên di nav têkoşîna azadiya jinan de tên jiyîn, hem ji bo tundiyên aborî, fîzîkî, derûnî ku di nava civakê de li jinan tê kirine û  hem jî ji bo têkoşîna demokrasiya gelê kurd ku tê meşandin e û got: “Me wek van serenavan gelek serenavên din jî diyar kirine.”

 Fikra ‘Jin jiyan Azadî’

Newroz Uysal bal kişand  ser tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku serenavê herî bingehîn ê kampanyayê  azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha lê zêde kir: “Kampanyaya me dê bi kampanyaya cihanê ya ji bo rakirina tecrîdê  hevpar bê meşandin. û Bi vê kampanyayê re em ê xwe bigihînin hev û bi taybetî jin em ê bi hev re bimeşin.  Lê belê armanca bingehîn ev e ku bi felsefeya ‘Jin jiyan azadÎ’ re ew ê ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşînin  û bi vê felsefeyê em ji bo azadiya gelê kurd, têkoşîna demokrasî û kedê bidin. Di vê çarçoveyê de dê  gelek çalakiyên me yên bi pêşengiya jinan bên lidarxistin.”

 Komplo û destpêkirina êrîşên li ser Rojava

Newroz Uyasl di  berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kampanyaya wan  bi tenê daxuyanî, deklerasyon û mîtîngan wê nedome û  wê veguhere xebatên rêxistinî û wiha dirêj kir: “Xebatên kampanyayê dê li gund û taxan, 6 mehan, bi gelek çalakiyan bên kirin. Newrozê da nîşandan ku di nav şeş mehan de wê çalakiyên taybet jî bên kirin hebin û ji van a sereke jî jî Komploya ku di 9’ê Cotmehê de hat kirin e. Newrozê wiha got: “9’ê Cotmeh hem destpêka Komploya navneteveyi û hem jî ji bo têkoşîna azadiya Rojava ye. Di heman demê de jî dîroka destpêkirina êrîşên li Rojava ye jî.”

 Ji bo tevlibûna daxuyaniya li Şirnexê bang

Newroz Uysal di dawiya axaftina xwe de cih da sedema startên ku ê di serî de li  Şirnex û piştre jî li Stênbolê bên dayîn û bilêv kir ku ji bo balkişandin û bersivdayîna polîtîkayên şerê taybet ku li Kurdistanê  tê meşandin Şirnex û Stênbol hatiye hilbijartin û wiha axivî: “Polîtîkayên şerên taybet, bi taybetî li ser jinên ciwan  pêkanênên, fihûş û gelek rêbazên din tê meşandin. Li Şirnexê  ji bo jîlegalîzekirina tundiya li jinan komele tên avakirin û tundiya ku bi destê cerdevanên dewletê bi hovanê tê kirin bê ceza tên hîştin. Ji ber vê yekê starta yekem a kampanyayê  li Şirnexê wê bê dayîn. Ez di bang li jinên Şirenxê dikim ku tevli daxuyaniya starta dê bê dayîn bibin û tevli meşa wê bê li darxistin bibin.”