5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê duh bi şev baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef. Di encamê de ziyanên mirovî û madî çêbûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Israîlê du caran baregeha hêzên parastina hewayî ya Hizbullah ên li gundewarê Şamê û herêma balafirgeha Şamê ya Navneteweyê bi fûzeyan topbaran kirin.

Li gorî SOHR, dibe ku moşekek li nêzî garaja Mesakin a Rais El Nebi ji aliyê pergala parastina hewayî ya Şamê ve hatibe xistin. SOHR, diyar kir ku piştî êrîşê ambulas tavilê berî dan cihê bûyerê û birîndar rakirin.

Ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku baregehên li başûrê rojavayê Şamê hatin hedefkirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî got: “Israîlê ji aliyê Colana dagirkirî ve êrîşek li dijî nuqteyên li derdora Şamê pêk anîn. Pergala me ya parastina hewayî bersiva fûzeyên dijmin dan û hinek ji wan xistin.”