6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê eniya şer berfireh dike

Israîl gefa xwe ya armanckirina rêveberên Hemasê bi kuştina Salih Arûrî veguherand pratîkê û tê texmînkirin ku gelek rêveberên din ên Hemasê li deveyî Filistînê bibin hedefa Israîlê  

Beriya demekê rayedarên Israîlê dabûn xuyakirin ku wê li dijî rêveberên Hemasê ên li welatên din jî bikevin nava liv û tevgerê û piştî çend rojan ji vê daxuyaniyê rayedarekî Hemasê ê bi navê Salih El Arûrî li paytexta Lubnan Beyrûtê wekî destpêkirina pêkanîna gefên Israîlê tê hesibandin. Ev yek jî dide xuyakirin ku wê Israîlê ne tenê li Lubnanê li gelek welatên din ên ku rayedarên Hemasê dihewînin jî wê kuştinên wiha pêk bên.

Artêşa Israîlê gelek caran êrîşî Sûriyeyê jî dike û milîsên Îranê ên ku dibe ji wir ji Israîlê re bibin sedema pirsgirêkan ji holê radikin.

Ji xwe Lubnanê ji destpêka şerê Hemas û Israîlê de rastî gefên artêş û rayedarên Israîlê tê û wiha xuyaye ku bi kuştina El Arûrî ew gefên Israîlê ketîne pratîkê de.

Ji xwe piştî Gefa Israîlê ya lidarixistina êrîşan li dijî rayedarên Hemasê hikûmeta tirk jî ketibû nava liv û tevgerê û 33 kesên bi gumana ku têkiliya wan bi Israîlê re heye binçavkirin.

Rojnameyê li ser zarê wî berpirsê Amerîkî got jî ku Îsraîl plan dike ku rêze kuştinan li dijî rêveberên Hemasê pêk bîne, û çavkaniyê Amerîkî herwiha pêşbînî kir ku armanckirina El-Erûrî dê rêgiriyê li danûstandinan bike ji bo gihîştina lihevkirinekê li ser rawestandina şer a demkurt.

Malpera Axios daxuyaniyên du rayedarên amerîkî ragihand ku tê de wan piştrast kir ku Tel Avîv ji ber êrîşa li ser ofîsa Hemasê li Beyrûtê, ku Salih El-Arûrî, cîgirê serokê buroya siyasî ya tevgerê, û rêberên din kiribû hedef, Washington agahdar nekiribû.

Malperê li ser zimanê wan rayedarên amerîkî ragihand ku Îsraîl li pişt êrîşê ye, lê wan piştrast kir ku berî êrîşê Amerîkayê agahdar nekirine.

Ji aliyê xwe ve Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye got ku kuştina El-Arûrî binpêkirina serweriya Lubnanê ye û karekî terorîstî ye.