spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 43 kesên li Bedlîs hatibûn binçavkirin 22 jê hatin girtin

Ji 43 kesên ku li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê û Wanê hatibûn binçavkirin 22 jê hatin girtin û 12 jî hatin berdan.

Polîs û leşkeran li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê û Wanê bi angaştên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” bi ser gelek malan de girtibûn û zêdetirî 43 kes binçav kiribûn. Ji binçavkiriyên sewqî dadgehê hatin kirin 22 jê hatin girtin û 12 jî hatin berdan.

Di roja ewil de 7 kes hatibûn berdan û 27 kes jî duh piştî îfadeyên li emniyet û cendirmeyê sewqî Edliyeya Bedlîsê hatibûn kirin. Piştşî îfadeyan, dozgeriyê tevek jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.

Piştî îfadeyan, welatiyên bi navên Emîn Gezîcî, Bedrettîn Gezîcî, Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Haci Gezîcî, Firat Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Halîm Gezîcî, Sedat Gezîcî, Suleyman Korkmaz, Îhsan Korkmaz, Erdal Înan, Cemal Înan, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Emrah Aydin, Turan Çetîn, Sînan Aydin, Metîn Çetîn, Mekîn Çetîn û Mahîr Hergul hatin girtin û 5 kes jî hatin berdan.

Îfadeyên 16 kesên din ên li edliyeyê berdewam in.