4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanan xwestin Gok, Muftuoglu û Yilmaz bên berdan

Danişîna rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok dê di nava mehê de bên lidarxistin. Rêxistinên rojnamegeran diyar kirin ku ew li gel hevrêyên xwe ne û banga hevgirtinê kirin.

Danişînên dozên rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne, dê hefteya bê dest pê bikin. Danişîna yekem a edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok e. Gok di 25’ê nîsanê de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Danişîna duyemîn a Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî girtî ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”û “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin.

Yekemîn danişîna Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Mûftûoglûyê ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê di 3’yê gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin, dê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Mûftûoglû ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, bi îdiaya “endamê rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê sûcdarkirin.

Yekemîn danişîna edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ku bi Mûftûoglûyê re hat girtin, dê di 14’ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê bê lidarxistin. Yilmaz jî ji ber xebatên pîşeyî bi sûcên bi heman rengî tên tawanbarkirin.

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran banga tevlibûna li  danişînên rojnamegerên girtî kirin. Rojnameger û nûnerên sendîkayan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û xwestin hempîşeyên wan bêne berdan.

Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Enqereyê Sînan Tartanoglû diyar kir ku xalên qanûnê bi salan e ji bo cezakirina rojnamegeriyê tên nivîsandin. Tartanoglû da zanîn ku li hemberî hemû zextan jî ew her tim dibêjin “rojnamegerî ne sûc e” û got: “Di her serdegirtinê de, li girtîgehê, li korîdora edliyeyê û li hemû salonên dadgehê ‘nerastbûn’ bê pênaseya herî bingehîn dertê pêşiya me. Lêpirsînên li qereqol û dozgeriyan, îdianame û biryarên dadgehê ji bo ‘rojnamegerî sûc e’ li me ferz bikin û ji bo ku em ji pîşeya xwe bitirsin, tên sêwirandin.”

Tartanoglû destnîşan kir ku ew ê her tim li cem hevpîşeyên xwe ne  û got ku ew ê wekî TGS’ê di danişînên di meha kanûnê de bibêjin “Rojnamegerî ne sûc e.”

Nûnerê DÎSK Basîn-Îş’ê yê Herêma Enqereyê Tûrgût Dedeoglû rexne li wê yekê anî ku çima zextên li ser rojnamegerên kurd di saziyên çapemeniyê yên cuda de nayên dîtin. Dedeoglû got: “Doza rojnamegerên kurd di çapemeniya sereke de jî nayê ragihandin. Ev şerm e. Ev cotstandardî ye li hemberî rojnamegerên kurd.”

Dedeoglû destnîşan kir ku divê serî li dadgehên ku rojnamegerên girtî lê tên darizandin bên dayîn ku ka doz li gorî rêgezên standard ên gerdûnî tên meşandin yan na. Dedeoglû bal kişand ku raporkirina pirsgirêkên darazê dê bibe gava ewil û wiha got: “Şopandina dozên azadîya derbirînê û azadiya çapemeniyê jî ew e ku dadger li gorî rêgezê biryaran bidin.”

Dedeoglû ku got “xemsariya ji bo darizandinên rojnamegerên kurd û nexwedîderketina li wan tê wateya qebûlkirina sûcên rojnameger pê tên tawanbarkirin” û wiha got: “Hevalên me yên li rojavayê rojnamegeriyê dikin niha bi heman sûcdariyê re rû bi rû ne. Niha li vî welatî pîşeyek tê sûcdarkirin û dadgehkirin. Rojnamegeriyeke di bin kontrola dewletê de tê xwestin.”

Serokê Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) Kivanç Eljî bal kişand ser sûcdariyên li ser rojnamegeran. El bi bîr xist ku rojnameger bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tên sûcdarkirin, lê di çarçoveya lêpirsînê û îfadeya li midûriyeta polîsan de der barê xebatên wan ên rojnamegeriyê de pirs hatine kirin. El bal kişand ku axaftinên rojnamevanan ên bi telefonê yên bi hevkarên xwe re, gera wan a li derveyî welat, mayîna wan a li otêlê, malperên nûçeyan ên ku dişopînin û hereketa pereyan a di hesabên wan de wekî delîlên sûcî hatine nîşandan û got: “Em her dem dibêjin ku helbet rojnameger ne ne ew kes in ku destnedayîna wan heye. Yên ku rojnamegeriyê dikin helbet dikarin bên darizandin. Lê divê rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê neyên girtin. Wer xuya ye ku dozger û dadgeh ji qebûl kiriye ku ev ne delîl in, lewma ewl didin bi rêya şahidên veşartî xebatên rojnamegeriyê hedef bigirin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku dozên hemû rojnamevanan bişopînin. Pêwîst e raya giştî der barê van dozan de bê agahdarkirin.”