4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 7’ê Cotmehê ve 102 êrîş li dijî bargehên DYA’yê hatine kirin  

Li gor daneyên ku medyaya Amerîkayê belavkirine, ji 7’ê Cotmehê ve komên çekdar ên Iraqê 102 caran êrîşî hêzên Amerîka û Hevpeymanên wê yên li Iraq û Suriyeyê kirine. Li Iraqê 47 li Suriyeyê jî 55 êrîş pêk hatine.

Ajansa Military Times ya Emerîkî ku agahiyên wê xwe dispêre berpirsek bilind yê Wezareta  Parastinê ya Emerîkayê ragihand, ji roja 7’ê Cotmeha 2023’yan ve komên çekdar ên Iraqê 102 caran bi rêya muşek û balafirên bê mirov êrişê ser hêzên Emerîka û Hevpeymanan ên li Iraq û Suriyeyê kirine. Ji vana 47 êriş li Iraqê û 55 êriş jî li Suriyeyê pêkhatine.

Hatiye gotin ku piraniya êrişên pêkhatine yan li baregehan neketine yan jî ji aliyê sîstema parastinê ve hatine têkbirin. Di encama êrişan de jî 66 leşkerên Emerîkî bi sivikî birîndar bûne.