6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Bab û Cerablusê êrîşî Minbicê dikin

Artêşa tirk ji baregehên xwe yên li herêmên Cerablus û Babê êrîşî gundên bajarê Minbicê dike. Ev êrîş di rojên dawî de hemwextî destpêkirina operasyonên HSD’ê ên li Dêrazorê zêdetir bûne

Li gorî agahiyên nûçegihanên ajansa ANHA’yê ji herêmê dane, artêşa tirk gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

Li gorî agahiyan, artêşa tirk gundên navborî ji baregeha xwe ya li gundê Kerbeclî yê gundewarê bajarê Cerablusê û ji baregeha li gundewarê Babê yên dagirkirî topbaran dike.

Li gundên Til Refîi (li bakur rojhilatê Minbicê), Dendeniyê (li bakur rojavayê Minbicê) ji ber topbaranê hejmareke welatî birîndar bûne.

Duh jî di encama topbarana dijwar a li dijî gundewarên herêmê de 4 zarok şehîd bûn, 2 welatî jî birîndar bûn.