spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ku malbat kurd bû rastî êrîşê hat

Malbata Muştaq Mahmood Kerrem ji Hewlêrê hatibûn Mêrsînê û li vir rastî êrîşa nîjadperestan hatibûn. Malbat piştî êrîşa nîjadperestan vegeriya Hewlêrê. Baroya Amedê têkildarî êrîşê raporek amade kir û bi daxuyaniyê encama raporê aşkera kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku ew li gel rêveberên ÎHD, OHD û Mazlum-Der ên şaxên Mêrsînê li cihê bûyerê lêkolînan pêk anîne. Eren anî ziman ku ew ji bo piştevaniya hiqûqî bidin malbata Kereem bi hawara malbatê ve çûne Mêrsînê û malbat bi tirs û xofek mezin re rûbirû mabû û malbatê hêj wê tirsa êrişê ji ser xwe neavêtiye.  Eren destnîşan kir ku bi êrişkaran bi keviran ji paş ve li serê Kareem xistiye, ji ser hişê xwe çûye û xwestine wî biavêjin benda rê. Eren da zanîn ku êrişkaran ji Kareem re gotiye “Ev der axa Anatoliyê ye, ev der Tirkiye ye. Tu dixwazî li axa me çi bikî.”

Xwestin wek qezaya trafîkê bidin nîşandan

Eren anî ziman ku ewilî ew çûne cem dozger û helwesta dozger ne xerab bûye, lê piştî ku qeymeqam û midurê polîsan çûne nexweşxaneyê helwesta dozger jî guheriye û midurê polîsan ji wan re gotiye “Hûn çima hatine vir, ev bûyerek edlî ye, çima hûn hatine vir? Ev bûyerek qezaya trafîkê ye.” Eren got polîsan û qeymeqamiyê xwestiye ku Baroya Amedê bi meseleyê ve eleqedar nebe û xwestine bûyerê ji wan veşêrin. Eren got tevî hemû hewldanan jî ew xwedî li malbatê derketine û piştevaniyê kirine.

Xwestin bûyerê veşêrin

Eren destnîşan kir ku polîsan û leşkeran hewl daye malbatê ji wan veşêrin lê ev hewldan jî bi ser neketiye û dozgeriyê bi fen û fût gotiye ku kesê mexdûr parêzerek nû ji xwe re xwestiye û lê bi vê hewldanê xwestine ku Baroya Amedê meseleyê lêkolîn neke. Eren anî ziman ku bi darê zorê îfadeyên kurê Kareem yê 13 salî M.M.M. bi sifata “Zarokê Xistine Nav Sûc” hatiye wergirtin.

2 êrîşkar hatin girtin

Eren diyar kir ku Dozgeriya Anamûrê îfadeyên 3 gumanbaran wergirtiye û pişt re sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kiriye û dadgehê ji sûcê “Hewldana kuştina bi qestî” biryara girtina du êrişkaran daye.

Eren destnîşan kir ku malbat bi êrişek nijadperestî ya fizîkî re û gotinên nefretê re rûbirû maye û ji ber malbat ji Herêma Kurdistanê bûye û kurd bûne bi êrişê re rûbirû mane. Eren anî ziman ku lêpirsînek bi bandor were birêvebirin û li dijî sûcê nefrete û sedemên siyasî yên li dijî nasnameyên cuda û heqaret û gefa li wan tê kirin bi şertê ku xala 122’mîn a TCK’ê were guhertin û mevzûata yasayî were çêkirin.

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê