spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo  azadiya Ocalan civîn li dar xistin

Partiyên siyasî li Qoserê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna gel pêk anî. Welatiyan di civînê de payama, “Ji bilî azadiya Ocalan wek din tu şansê me nîne.”

Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Qosera Mêrdînê bi sernavê “tecrîd” civîna gel li dar xistin. Civîn li eywanek dawetê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterê HEDEP’ê Kamûran Tanhan, rêveberên partiyan û gelek welatî beşdar bûn.

Li eywana civînê pankartên, “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” û “Bi jin jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û paşê axaftin hatin kirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Em êdî azadiya birêz Ocalan dixwazin. Em ê di 18’ê Mijdarê de ji bo azadiya birêz Ocalan bimeşin Gemlîkê.”

Piştî Aydenîz, welatî jî axivîn û rexne û pêşniyazên xwe kirin. Welatiyekî destnîşan kir ku civînên bi vî rengî her tim tên kirin lê tenê çalakiyên bi rojekî ango kin re sînordar dimîne û divê çalakî bêwestan bên kirin. Welatî anî ziman ku tecrîd tenê ne li ser Îmraliyê heye û got: “Îro tecrîd li ser me hemûyan e. Jiyan me, axa me û welatê me Kurdistan di bin tecrîdê ye. Ji bo ev bê rakirin, ji bilî azadiya birêz Ocalan tu şansek me din nîne. Divê em plansaziya xwe li gorî wê bikin.”

Welatiyek din jî mînaka morî û tavê da û got: “Birêz Ocalan roja me ye. Gelê kurd jî morî ye. Divê em jî bi awayî moriyan bi heman awayî bixebitin. Divê em mîna moriyan biryardar bin û bi israr bin.”