17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo îfadeyê çûn dozgeriyê qeza derbas kirin: 2 dayik mirin

Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Wanê, di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de 2 Dayikên Aştiyê jiyana xwe ji dest dan

Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Wanê, di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de 2 Dayikên Aştiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, polîsan dayikên aştiyê jî di nav de 23 kes di 15’ê Tebaxê de binçav kirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Sosin Akçelîk, ji bo îfadeyê tevî parêzerên xwe Erdal Safali û Cîhan Ozçelîk çûn Wanê. Lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, vegeriyan Geverê. Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin. Her 2 Dayikên Aştiyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û parêzer Safali yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û parêzer Ozçelîk jî rakirin nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê.

Hat hînkirin ku rewşa Safali û Ozçelîk giran e.