26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo parastina Şengalê bang kirin

Di navbera hikûmeta Iraqê û PDK’ê de, 9’ê cotmeha sala 2020’î li ser dagirkirina Şengalê ji aliyê hêzên Iraqê ve, peyman hatibû danîn. Gelê Şengalê li dijî vê peymanê derket û bi mehan e bi çalakiyên cur bi cur bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dide.     

Endamên Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê li Xanesora Şengalê civiyan û têkildarî gefên hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gel û hunermendên Şengalê hat kirin ku piştgiriyê bidin hêzên parastinê yên Şengalê.

‘Li şûna lêborîn bixwazin êrîş dikin’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li dîrokê bi sedan ferman û êrîş ji aliyê dewleta tirk ve li ser civak û çanda êzidiyan pêk hatine û hat gotin ku îro Iraq û hevalbendên wê jî dixwazin gelê Şengalê tune bikin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di bin serweriya Iraqê de em rastî qirkirinê hatin û tiştên me yên herî pîroz hatin talankirin. Li şûna ku Iraq û PDK lêborînê ji gelê Şengalê û dayikên şehîdan bixwazin, diçin bi dewleta tirk re pilanan li ser civaka êzidî datînin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ger ji bo Xweseriya Şengalê destek bê dayîn wê hemû pêkhateyên Şengalê bi azadî li ser axa xwe bijîn.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fîkret Îgrek

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fîkret Îgrek jî têkildarî hewldanên hikûmeta Iraqê axivî û bi bîr xist ku civaka êzidî li dijî hemû êrîş û gefên li ser Şengalê biryara berxwedanê daye û wiha got: “Biryara berxwedanê wê civaka êzidî ji her demê zêdetir nêzî azadî û xweseriya xwe bike.”

Metirsiya peymanê

Îgrek diyar kir ku peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê hatiye danîn û wiha domand: “Ji 9’ê cotmehê ve li ser Şengalê û îradeya civaka êzidî êrîş û gef hene. Ji aliyê dewleta tirk û hikûmeta Kazimî û hevkarên wan PDK’ê ve şerekî pîskolojîk li ser Şengalê tê kirin. Peymana bi tu awayî berjewendiyên welat û gelê Iraqê naparêze. Bi vê peymanê dewleta Iraqê dikeve bin xetereyeke mezin.”

‘Çiya rûmeta êzidiyan e’

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fîkret Îgrek diyar kir ku ji bo êzidiyan rûmet çiyayên wan du xetên sor in û wiha got: “Êzidî li dijî 73 fermanan xwe li çiyayên xwe parastine. Wek tê zanîn di fermana 73’an de eger çiyayê Şengalê nebûya, yek êzidî nedima. Çiyayê Şengalê rûmeta êzidiyan e.”

‘NY nemaye’

Fîrkret Îgrek nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî Şengalê jî rexne kir û got ku NY nemaye û ev tişt anî ziman: “NY dibêje ‘ez mafên mirovan diparêzim’, lê tiştek nake. Peymana 9’ê Cotmehê hat îmzekirin, dîsa ev qas êrîş û gef li Şengalê tên xwarin, lê beramberî van êrîşan roleke berbiçav a Neteweyên Yekbûyî nayê dîtin.”

Di dawiya axaftina xwe de Îgrek bang li hemû hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê kir ku xetereyan bibînin û helwestê nîşan bidin.

Dê meş bê lidarxistin

Her wiha hat ragihandin ku gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve, dê sibe li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya li dijî Şengalê û gefên li ser herêmê meşeke girseyî li dar bixe. Meş wê saet di 13.00’an de dest pê bike û komîteya amadekar bang li tevahiya gelê Şengalê kir ku tev li meşê bibe.