15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo pêşxistina perwerdeyê akademiyek nû hat vekirin

Ji bo pêşxistina asta rêveber û kadroyên perwerdeyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta rêvberên perwerdehiyê û saziyên girêdayî desteyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo vekir.

Li akademiyê 2 komîte hene

Li Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Komîteya Lêkolînan û Komîteya Wergerê heye.  Komîteya Lêkolînan ji bo nûjenkirina sîstema perwerdeyê û nirxandina rewşa xwendekaran dixebite. Her wiha li ser pergalên perwerdeyê yên cîhanê lêkolînan dike.  Komîteya Wergerê jî  ji pisporên di warên zimanên kurdî, erebî û suryanî de pêk tê. Ev komîte dê pirtûk, rapor û belgenameyên ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê tên xwestin wergerîne.

Endama Rêveberiya Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Henan Iniz diyar kir ku her komeke mamosteyan wê 3 mehan perwerdeyê li ser mijara rêveberî û karê rêvebertiyê bibînin û got: “Endamên ku dê tev li li perwerdeyê dibin dê lêkolînan li ser waneyên ku standine hazir bikin. Lêkolînên wan wê bibe beşek ji nirxandina asta wan.”

Di 5`ê Îlonê de koma yekemîn a mamosteyan derbasî akademiya perwerdeyê bû. Kom ji 18 mamosteyên ji Şehba, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê pêk tê dest bi perwerdeya xwe kirin.