spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bafil Talebanî çû serdana Îranê

Li ser gefên wê yên li dijî partiyên Rojhilat serokê YNK’ê Bafil Talebanî çû serdana Îranê.

Rejîma Îranê, bi hinceta berxwedana serhildana “Jin jiyan azadî” zêdetirî salekê ye zextê li Herêma Kurdistanê û Iraqê dike ku partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr bêbandor bike. Di vê çarçoveyê de herî dawî bi piştgiriya veşarî ya PDK’ê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re peymanek îmze kir û ji bo bêbandorkirina partiyan dem diyar kir.

Di vê pêvajoya ku ev nîqaş tê kirin de Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), duh bi şandeyekê çû serdana Îranê. Li bendê ye ku Talebanî bi rayedarên Îranê re li ser zextên wan ên li dijî partiyên Rojhilat hin hevdîtinan pêk bîne.

Îran dixwaze ku partî bên bêçekkirin û li kampan bên bicihkirin.