5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP berhema 12’ê Îlonê ye

Zana Welat

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de darbeya 12’ê Îlonê wekî Komara Duyemîn dinirxîne û ji bo AKP’ê jî tespîta: “CHP’a Komara Yekemîn çi be, AKP’a 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e” dike

Komara dewleta tirk ji damezrandina komarê heta niha li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirineke hovane dimeşîne. Bi taybetî jî dibin navê darbeyan de hewl dide qirkirinê bi encam bike. Ji van darbeyan yek jê û ya herî girîng darbeya 12’ê Îlonê ye. Bi darbeya 12’ê Îlonê hewl da ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tune bike. Pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Ferhat Kûrtay û hwd hatin girtin û di zindanê de li hemberî faşîzma reş berxwedanek bêhempa meşandin. Berxwedêrên azadiyê bi vîna xwe ya ji pola planên qirkirinê ya faşîzma tirk têk birin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Parêznameya 5’emîn a bi navê Parastina Kurdên di Nava Pencê Qirkirina Çandî de bi berfirehî qala armanc û hedefa 12’ê Îlonê dike. Abdullah Ocalan darbeya 12’ê Îlonê wekî Komara Duyemîn dinirxîne û ji bo AKP’ê jî tespîta; “CHP’a Komara Yekemîn çi be, AKP’a 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e” dike.

Abdullah Ocalan diyar dike ku dema salên 1950-1980’î dema gihiştin û stewînê ya faşîzma tirk a spî ye û wiha dibêje: “Lê bi darbe û komployan hatiye meşandin. Li ser guherîna hêza hegemonîk a derve (DYA ket şûna Ingilîstanê) hin kirinên cuda ketin rojevê (demokrasiya parlementerî ya pirr partî, gavavêtina kapîtalîzma lîberal, di warê laîktiyê de dayîna beşek tawîzan), lê bi awayekî bingehîn dîktatoriya faşist a olîgarşîk avahiya xwe parast û dewam kir. Şerên çînî û civakî yên dijwar encam nedane. Encam, darbeya eskerî ya 12’ê  Îlonê ye. Darbeya eskerî ya li gorî konjonktura hundir û derve hatiye plankirin (Li Rojhilata Navîn tewazuna hundir xira bû ji ber ku Şoreşa Îranê pêk hat û Yekîtiya Sovyetê Afganistanê dagir kir; tewazuna hundir xira bû ji ber ku mezinbûna têkoşîna şoreşger a hundir nehat rawestandin), di çarçoveyeke dîrokî de li pêvajoya hilweşînê sîstema faşîst a tirkê spî rast hatiye û xwestiye hilweşînê rawestîne. Ji bo vê yekê jî di çarçoveya îdeolojîk de li şûna laîktiyê milletperestiya tirk-îslamê kir bingehê xwe, di qada ekonomîk de jî li şûna ekonomiya xwe li hundir girtî ber bi yekparebûneke bi yekdestdariyên global re gav avêt, ji bûrjûwaziya bi giranî burokratîk ber bi pêşengiya sermayeya taybet ve çû, di qada siyasî-desthilatdariyê de jî wesayeta eskerî ferz kir. Destûra Bingehîn a 12’ê  Îlonê ev bi rêkûpêk kir û bi darê zorê bi gel dane qebûlkirin.”

Rejîma şerê taybet

Abdullah Ocalan destnîşan dike ku li ser civaka Tirkiyeyê rejîmeke pasîfîkasyonê zêde meşandin û li Kurdistanê jî her cure şerê taybet hat ceribandin û wiha didomîne: “Belkî jî rejîmeke şerê taybet ê hundir ê ku di dîrokê de kêm mînakên wî hatibin dîtin, hatiye tesîskirin, ango Destûra Bingehîn şiklî maye. Bi gotineke din Destûra xwe jî bi awayekî berbiçav bin pê kirine. Hem di nava dewletê de (di sala 1993’yan de pêvajoya tesfiyeyê ya berfireh bi tesfiyekirina Turgut Ozal û Eşref Bitlis dest pê kir), hem jî dewletê bahozeke dijwar a terorê li civakê rakiriye (bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin, hovîtiyên li zindanan, bi deh hezaran kuştinên failê wan nediyar, li Sêwazê komkujiya li Hotêla Madimakê, çalakiyên kontrgerîlla yên di ti qanûnên şer de tinene, girtinên ji sedhezaran bihurî, kuştinên ji hezaran derbasbûyî). Belkî bi vî awayî pêşî li hilweşîna dewleta netewe hatiye girtin, lê bi awayekî klasîk dewlet jî ji dewletbûnê derketiye. Jixwe komar di çarçoveya rohnîbûnê de bi ti awayî ava nebû û di sala 1980’î de teslîmî wesayeta eskerî bû.”

Abdullah Ocalan bi bîr dixe ku senteza tirk-îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyeyê kirin îdeolojiya fermî, ya rastî gavavêtineke bi patenta DYA û Ingilîstanê bû û wiha lê zêde dike: “Şoreşa Îranê ya wê demê û dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê li Afganistanê (1979-1980), sîstema hegemonîk a bi giranî ji DYA û Ingilîstanê pêk hatî li hemberî van bûyeran neçar kir ku bi rêya Komara Tirkiyeyê tevdîran bigire. Di encama vê tevdîrê de têkoşîna şoreşger a Tirkiyeyê bi awayekî bêrehm tepisandin, li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê hûrûkûr meşandin û Komara Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn kirin jendermeyekî pê ewle û jê piştrast. Rejîma dewleta Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bi temamî bûbû gladîo. Ya rastî, ya pêkhatibû ew bû; artêşa NATO’yê ya bi dizî gladîo bi awayekî berfireh hatibû bikaranîn. Ev amûrên gladîo yên cara pêşî li Tirkiyeyê ketin nava tevgerê şerê îro li Iraq û Afganistanê dimeşînin. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê ji bo vê konsepta şer weke stratejiya nû ya fermî ya NATO’yê îlan bike (Civîna Bilind a Lîzbonê ya di dawiya 2010’an de), xwe amade dike.”

12’ê Îlonê çalakiya gladîoyê ye

Abdullah Ocalan radigihîne ku darbeyên eskerî yên 12’ê Adara 1971’ê û 12’ê Îlona 1980’î nîşan didin ku tevgerên şoreşger ên ku hêmanên faşîst ên sivîl nikaribûn wan bitepisînin bi tenê bi darbeyan dikarin werin rawestandin û wiha berdewam dike: “Ev kelha muhkem a sîstemê timûtim bi tevgerên faşîst ên sivîl ên antî-şoreşê û bi palpiştiya darbeyên eskerî diparêzin. Sîstema komploker a tirkê spî ku ji 1925’an ve di serî de nasnameya kurd li dijî tevahiya liv û lebatên demokratîk û hebûnên çandî di nava şer de ye û her ku dihat teşhîrkirin û rûyê wê yê rastî derdiket holê, dîn û har dibû. Hêzên herî operasyonel ên gladîoya NATO’yê hêzên wê bûn. Bi tevahî avahiyên siyasî xistibûn nava lepê xwe. Eger beşek hinekî ji kontrolê derketa bi komên faşîst ên sivîl ditepisandin yan jî wan hêzan têrê nekirana bi tevahî hêzên artêşê dixistin nava tevgerê. Ji ber ku weke sîstemeke Proto Siyonîst rola xwe pêk dianî, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global ve dihat destekkirin. Mînakeke din wisa nîne ku gelê xwe evqasî xistibe kontrolê. Ango pêxîrtengbûna modernîteya tirkê spî ji nêz ve sîstema global eleqedar dikir. Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe li derve û pevkelîna bi sîstema global a fînansê re bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milletperestiyê laîk berê xwe dan milletperestiya tirk îslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya tirk îslamê kirin. Darbeya 12’ê  Îlonê çalakiya herî berfireh a gladîoya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahiya çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahiya komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîvmîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê heman çerxê bi rola herî girîng radibin.”

Hedefa 12’ê Îlonê

Abdullah Ocalan destnîşan dike ku dema duyemîn a şerên gladîo bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’ê dest pê dike û heta sala 1985’an dewam dike û wiha dinirxîne: “Darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î bi sedema ku li hundir muxalefeta gelan zêde bû, li derve jî bi sedema guhertina konjonktura li Rojhilata Navîn (Şoreşa Îslamî ya Îranê, dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve), li şûna ‘milletperestiya tirkê spî yê laîk’ ê komara pêşî xwe li avakirina Komara Duyemîn a xwe bisipêre ‘milletperestiya tirkê kesk ê îslam tirk’ rakişand. Di hedefa vê hewldanê de bi awayekî bingehîn muxalifên tirk ên demokratîk û sosyalîst û muxalifên kurd ên neteweparêz hebûn. Ummetgir, a rastî evangelîstên îslamgir (Îslama mûsewî terîqeta nûxwaziyê) ji xwe re weke zemînê îdeolojîk hilbijart. Ya rastî, ji tevgera nûrciyan heta bi tevahiya neqşî û qadiriyan terîqetan xwe bi lez di ber çavan re derbas kirin û veguherîn ekola îslamî-cihû ya modern ku versiyona Tirkiyeyê ya evangelîstên xiristiyan-cihû yên li DYA’yê ne. Zemînê rastî yê îdeolojîk ê faşîzma 12’ê Îlonê jî ev ekol e.”

Avakirina Komara Duyemîn

Abdullah Ocalan rastiya Komara Duyemîn a dewleta tirk bi van gotinan şîrove dike: “Guherîna Komara Duyemîn a bi darbeya 1980’î dest pê kir, di serê salên 2000’î de bi pêxîrtengiyeke dijwar ji Komara Duyemîn qut bû. Avahiyên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û civakî yên ji Komara Yekemîn mayî ji krîzê derbên giran xwarin û lawaz bûn. Yekdestdariyên ekonomîk û îdeolojîk ên îslamî-cihû yên evangelîst ku bi destekdana DYA’yê beriya 1980’î hîmê wan hat danîn, bi AKP’ê dest avêtin desthilatdariya dewletê. Li dijî sazî û zêhniyeta Komara Yekemîn a lawaz bûyî, bi lez zendûbendên xwe badan û binesaziyên îdeolojîk ên Komara Duyemîn ava kirin. Li pişt diyardeya jê re desthilatdariya AKP’ tê gotin, neo-con ên (muhafezekaran nû yên lîberal) DYA’yê û hevkartiya yekdestdariyên sermayeyê yên navenda wan Konya-Qeyserî Anatolî yên bi lez xurt dibin hene. Bi awayekî li têgihiştina îslamî ya ji 1923’an ve li derveyî desthilatdariya dewletê hatibû hiştin, ji nû ve deriyên dewletê têne vekirin.”

AKP veguheriye destpêka CHP’ê

Abdullah Ocalan tîne ziman ku deriyên dewletê li sosyalîst, demokratên radîkal, kurdên xwedî nasnameya kolektîf û azadîxwazan hê jî hişk asê kirîne û wiha lê zêde dike: “AKP bi awayekî bi rola CHP di dema Komara Yekemîn de pê rabû, di nava demeke kintir de di Komara Duyemîn de pê rabû. Bêguman mirov dikare di navbera yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê de jî behsa destguhertineke hegemonîk bike. Hemin di navbera herdu hêzên hegemonîk de Benda Çînê tune ye. Gelek saziyên îdeolojîk û polîtîk ên komarê bi hev re parve dikin. Lê dîsa jî di navbera wan de cudahiyên girîng ango nakokî hene. Bi awayê xuya dike, pevçûna di navbera wan de bêhtir di çarçoveya şerîetxwaz û laîsistan de yan jî bêhtir bi awayê bûye sembol li dora guftûgoyên der barê sergirtina jinê de derbas dibin. Lê ev pevçûn bi xwe ji ber nakokiyên ciddî yên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî yên di navbera herdu hêzên hegemonîk de ye. Eger mirov vê nakokiyê bi paşxana wê ya dîrokî ve girê bide, mirov dikare bibêje, nakokiya Osmanî-Komargeran weke nakokiya Osmaniyên Nû û Komargerên Laîk dewam dike. Bêhtir rast e ku mirov AKP’ê weke bi sazîbûna îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê binirxîne. CHP’ya Komara Yekemîn çi be, AKP’a 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e. AKP dixwaze desthilatdariya xwe ya hegemonîk bi Destûra Bingehîn (ya rastî, versiyoneke lîberal a Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ye) tacîdar bike.”

Tevgera şoreşger mezin bû

Abdullah Ocalan tîne ziman ku heta bi darbeya 12’ Îlonê sala 1980’î em ji her komek di nava vê rewşê de pêşdetir nebûn û wiha bi dawî dike: ”Gavavêtina Rojhilata Navîn gavavêtineke stratejîk bû. Rastiyê me bêhtir serwext bikirana. Bi awayekî sîstematîk vegera me ya li têkoşîna çekdarî, em dahf dan ku em bêhtir li rastiya xwe serwext bibin. Me hewl da, em têkiliya Kurdistan û zorê lêbikolin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayê xuya dikir eskerî bû, lê bi xwe pêvajoyeke aliyê wê yê polîtîk bêhtir dabû destpêkirin. Têkiliya di navbera polîtîka û şîddetê de her ku diçû bêhtir aşkera dibû. Kesayeta civakî, afirêneriya ferd, hêza rêxistinî, civakbûna neteweyî û azadiya jinê xwe bi vê pêngavê re bêhtir rave dikirin. Tevgera şoreşger a mezin bû, bandoreke aşkera li vê rewşê kir.”