spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirb li ser tirban kolan

Li gundê Çalxan a navçeya Sergolanê hat dîtin ku li ser gorên endamên PKK'ê gorên nû hatine kolandin

Li gundê Çalxan a navçeya Sergolanê di navbera salên 1995-1996’an de 9 endamên PKK’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku li qada gora komî ya 9 endamên PKK’ê lê ne, gorên nû hatine kolandin.

Li gorî nûçeya Cîhan Şahînlî ya Ajansa Mezopotamya, li gundê Çalxan a Semsûrê li ser gorên PKK’îyan gorên nû hatine kolandin. Di salên 1995-1996’an de li Çiyayê Kûz ê gundê Çalxan a navçeya Sergolan a Semsûrê, 11 kesên ku hate diyarkirin ku endamên PKK’ê ne di şer de jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşkeran ve bi komî li goristana nava gund hatin veşartin. Di salên pêş de cenazeyên 2 kesên jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin û birin bajarên wan. Gundiyan li dora gora komî ya 9 endamên PKK’ê lê hatin veşartin kevir  kirin. Di nava 27 salan de gor hatin texrîbkirin û niha li qada ku gor lê ne gorên nû hatin kolandin. Aqûbeta cenazeyên 9 PKK’iyan nayê zanîn.

Şêniyên gund Halîl Karaçali yê di dema veşartina cenazeyan de li gund dima û cihê gora komî ya di wê demê de cenaze lê hatin veşartin dizanîbû, di destpêka salên 2000’î de ji ber zor û zehmetiyên aboriyê ji gund koç kir. Karaçali yê 23 salan dûrî gundê xwe ma, dema vegeriya gund bû şahid ku li qada ku gor lê ne gorên nû hatine çêkirin. Karaçali, da zanîn ku cenazeyên kesên di salên 1995-1996’an de di şer de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşkeran ve li gora komî hatine veşartin û wiha got: “Bi kemçeyan cenaze di avêtin wan çalên vekirî. Gorên tu ji wan nedihate zanîn, diavêtin ser hev.”

Gor li ser gorê kolan

Karaçali, anî ziman ku gundiyan dora goran brîket kirin û wiha berdewam kir: “Li qada gorên nû lê hatine çêkirin 9 cenaze hebûn. Li ser van goran çêkirine lê di kolanê de qet rastî hestiyên wan nehatin?” Karaçali, bi lêv kir ku ji ber brîketên li dora goran kiribûn ne li cihê xwe ne, nekariye cihê goran diyar bike û qadeke nava goristanê nîşan da û got “dibe ku her 9 cenaze li vir bin.”

Karaçali, diyar kir ku haya kesên gorên nû çêkirine ji gora komî nînin û got: “Tu plan û projeya gora komî nîne. Me bi salan hewl da bi brîketan biparêzin.” Karaçali, di serî de rêxistinên mafên mirovan bang li hemû saziyên rayedar kir û xwest ku aqûbeta gora komî bê aşkerekirin.