11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Ukraynayê trafîka dîplomasiyê zêde dibe

Bi zêdebûna metirsiya destwerdana Ukraynayê re liv û tevgera dîplomasiyê ya ji bo dîtina çareseriyeke dûrî şer û pevçûnan zêde dibe.

Ji aliyekî ve serokê Fransayê Emanuel Macron bi serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn re hevdîtinê dike. Ji aliyekî din ve serokê Amerîkayê Joe Biden bi heman rojevê bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re hevdîtinê dike.

Li gorî agahiyên rayedarên DYA’yê, Rûsyayê derdora ji sedê 70’ê  leşkerên artêşa xwe aniye nêzîkî sînorê Ukraynayê.

Gelek şîrovekarên siyasî di wê baweriyê de ne ku dibe di demek nêz de artêşa Rûsyayê êrîşî Ukraynayê bike, lê hin daxuyaniyên ku dibêjin hîna çareseriyeke dîplomatîk mumkune jî hene.

Yek ji wan daxuyaniyan jî ya serokê Fransayê Emanuel Macron bû. Macron beriya serdana Rûsyayê dabû xuyakirin ku hîna jî çareseriyeke dîplomatîk pêkane.

Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê di dawiya sala 2021’ê de hin leşkerên xwe li nêzî sînorê Ukraynayê bicih kiribûn û wê yekê metirsiya Ukraynayê zêde kiribû ku Rûsyayê destwerdaneke leşkerî li dijî welatê wan bike.