28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tawisê Melek, Lîlîth û Ademê nezan

Her çiqas baweriya êzidiyatiyê, qewl û rîtuelên wê ne bi nivîskî, lê bi awayekî devkî û bi awayên cuda gihiştibe roja me ya îro û gelek agahiyên derbarê ola êzidiyatiyê di nav xwe de nakokiyan bihewînin û li ser vê lihevkirinek nîn be jî, xalekê ku di nav hemî êzidiyan de bênîqaş tê pejirandin, rola Tawisê Melek û wateya wî ya ji bo hemî êzidiyan û -eger ez hedê xwe derbas nekim- ji bo kurdan e. Li gorî baweriyê Xwedê feriştehan (milyaket) ji nûra xwe afirandiye. Heft ferîştehên sereke hene; Ezazîl ê yekem e û bi navê Tawisê Melek tê zanîn.
Piştî Xwedê heft ferîştehan diafirînê, dibêje hûn ê tenê ji min re secde bikin. Lê dema Xwedê biryar dide û Adem diafirîne, dibêje ji ferîştehên xwe re ‘hûn ê secdê Adem jî bikin’. Ji bilî Ezazîl ên din secdê Adem dikin; lê Ezazîl serî li Adem natewîne. Xwedê dibêje ‘tu çima secdê Adem nakî?’ Ezazîl dibêje; “te ji me re gotibû ku em tenê secdê te bikin, ez serî tenê li pêş te datînim.” Ev ceribandineke Xwedê ye û bersiva Ezazîl li xweşa wî diçe. Û Ezazîl bi ‘toka êzî’ (kincê spî yê ku dilsoziya bi xwedê re sembolîze dike) xelat dike û wî dike serwerê ferîştehên din. Li gorî baweriya êzidiyatiyê Ezazîl bi Tawisê Melek tê teswîrkirin. Li gorî baweriyê, xwedê Tawisê Melek ji nûra xwe bi heft rengên keskesorê afirandiye û Tawis xweşikbûn û hêza li ser ferîştehên din sembolîze dike.

Şîroveyên der barê teyrê tawisê şîn de di hîn mîtolojiyên din de jî hene. Di mîtolojiya persan de jiyana li cîhanê û bêmiriniya li axretê temsîl dike. Di mîtolojiya yewnaniyan de sewala xwedawenda Herayê ye. Bi hezarê salan e, sembola hêzê, dewlemendiyê, evînê, bêmiriniyê, bihişt û xweşikbûnê ye.

Ber bi şaristaniyê ve û xwebisazîkirina olên semawî û baviksalariyê ve wekî hemû baweriyên pîroz û qedîm tawis jî ji qewirandin û çewtkirina dîrokî ya serdestan para xwe distîne. Sembola bihiştê û xweşikbûna ji nûra Ezda ji nişkav de dibe sembola pozbilindiyê, xerabî û dexesiyê. Di reşbaweriyê de çavên tawis bi bêyomî û bêşensî tên şîrovekirin.
Lê tiştê herî balkêş ew e ku di şîroveyên çewtkirî de tawis bi giştî bi Lîlîtha ku tabiyê Adem nebûye ve tê girêdan. Nêrîn û awirên Tawisê Melek û Lîlîthê ku li hemberî serdestiya neheq û nezanan wek tîr tûj dibûn, ji hêla ademan ve bi dexesiyê hatin pênasekirin. Bi dek û dolab dest danîn ser textên herdu pîrozan, di şîroveyên xwe de ew ji bihuştê qewirandin.
Şibandina Tawisê Melek bi Lîlîthê ve bêguman ne tiştekî tesadufî ye. Di mitolojiyên aramî de tê gotin Xwedê mirov ji jinekê û mêrekî afirandiye. Lîlîth û Adem bi hev re hatine afirandin. Dûre Adem ji Lîlîthê xwestiye ku xizmeta wî bike. Lîlîth gotiye ‘ez û tu bi hev re hatin afirandin. Ez jî wek te me û ez ê xizmetkariya te nekim.’ Lê di çîroka Lîlîthê de Xwedê ji Lîlîthê dixwaze ku ew ji Adem re serî deyne. Lîlîth vê yekê napejirîne û bi xwe dest ji bihuştê berdide. Ji xeynî helwesta wan a hevpar a li hemberî Ademê mêr û mirov ku herdu jî serî lê natewînin, di heman demê de daw û doza wan a ji bo wekheviyê jî herduyan di serbilindiya wan de digihîne hevûdu.

Ligel hemû çewtkirin, çeprastkirina gotin û qewlên dîrokî û pîroz, baweriya Ezdiyatiyê û rûmeta Tawisê Melek xwe gihandiye roja me; karibiye xwe biparêze û li Şengala qedîm xwedî derketiye. Ne olên serdest, ne dewlet û împaratoriyên bê ser û bê binî û ne jî qirkirinên wan ên hovane karibûne giyana vî olî û şehrezaya Tawisê Melek ji holê rabikin.
Heman tişt ji bo helwesta Lîlîth jî derbasdar e. Li seranserê cîhanê neviyên Lîlîthê ligel tundî, kuştin, qirkirin û li hemberî hovitiya baviksalariyê serî netewandine û hîn jî li her deverî li ber xwe didin.

Îca xwelî li serê Adem tu rê dê karibe bi vê jiyana xwe ya du rojî û bi aqlê xwe yê dido û nîv qurişî Tawis û Lîlîthên ku bihiştê ji bo jiyaneke bi rûmet binpê kirine, bin bixe.