2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bombeya demkî ber bi bombeya atomî ve: Kampa Holê

Her kes behsa xeterî û teqandina wê dike, lê belê kes napirse heta niha çima neteqiya ye, çima heta niha dosya çeteyên DAIŞ’ê li ser maseya navdewletî nehtiye vekirin û çareserkirin.

Kampa Holê ya li Kantona Cizîrê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikeve, 43 hezar û 477 kes lê dijîn jê zêdetirî 6 hezar jinên DAIŞ’î ji 45 welatan in. Dosya Kampa Holê heta niha ji aliyê tu welatekî ve bi awayekî fermî û cidî nehatiye nîqaşkirin û destgirtin. Li vir Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê qonaxa sêyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, li gorî pêwîstiya hatiye dîtin di 27’ê çileyê de hatiye destpêkirin.

Her kes behsa xeterî û teqandina wê dike, lê belê kes napirse heta niha çima neteqiya ye, çima heta niha dosya çeteyên DAIŞ’ê li ser maseya navdewletî nehtiye vekirin û çareserkirin. Heta niha çima bernameyeke herêmî û navdewletî tune ye ku bi awayekî baş bi malbat û zarokên DAIŞ’î re danûstandinek çêbibe, tundrewbûna ku ev çend sal in dimeşînin sivik bibe ango bi awayekî çareseriyên pêwîst jêre peyda bikin. Tişta ku niha li Kampa Holê li ser rûyê erdê heye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD tenê dikarin di warê leşkerî de xeteriyên heyî bi operasyonan dem bi dem kêm bike.

Di navbera dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de pir polîtîkayên zirav hene, mînak beriya ku êrîşên dewleta tirk ên asmanî li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê çêbibe, bi du rojan jinên beşê mûhacîratan ango biyanî û piştî êrîşan bi 10 rojan li hundir kampê xirabiyên biqesd çêdikirin, heta saetên berbangê li ber agir nobedarî digirtin. Armanc ew bû ku dewriyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikevin hundir de û kemîna ku jinên çete ji wan re amadekiribû pêk were û wan endaman dîl bigrin û hewldanê kuştinê û revnadina ji kampê dest pê bikin.

Bi çavê ku ew xeter li ser cîhanê dibînin, divê cîhan jî wiha lê binêre.

Di wextekî ku di nav cîhanê de kelandinek çêdibe, şerên dewletan li hemberî hev derdikeve, fersenda derxistina vê xeteriya Holê ber bi derve ve jî zêde dibe. Ji lewre dema ku em dibêjin DAIŞ’iyên Kampa Holê xeteriyê li ser cîhanê ava dike, pêwîst e em xeteriya li ser herêma xwe jî bibînin û nirxandinek li gor wê çêbibe. Pir girîng e ku îro cîhan jî xeteriya DAIŞ’a ku em li ser wan dibînin, ew jî bi heman çavî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê binêrin û li gorî wê xeteriya heyî bi hûrguliyên wê çareser bikin. Tişta ku îro xuya dibe ku Koalîsyona Navdewletî naxwaze û ne ji berjenwendiyên wê ne ku dosya Kampa Holê çareser bibe. Çareser bikin hebûna xwe li Sûriyeyê winda dike, çareser neke jî herêmê bi tirsa zindîkirina terorê rûbirû dihêle û derûniya wan her di wî warî de kilît dike û rê dide ku xeteriya çeteyan her ku biçe zêde bibe û hîn bêtir ev jêdera tundrewbûnê kûrtir bibe.

Jinên DAIŞ’î yên di beşa mûhacîratan de beşên din yên kampê di warê îdolojîk de sor, har û gur dike, lê di warê leşkerî de jî beşên din ên kampê rol dilîzin. Ger teqandinek jî çêbibe wê ji beşa sûriyeyî û iraqiyan be. Niha xwe nerm dikin û wiha ji derve de didin xuyakirin ku ew li hemberî hişmendiya çeteyan bi helwest in lê belê ew ji jinên DAIŞ’î û zarokên wan ên ku wekî Eşbal El-Xîlafê perwerde dikin ne kêmtir in. Zarokên Eşbal El-Xîlafê niha dibin serçeteyên DAIŞ’ê yên sibe û artêşekî wan ê nû. Lewre sedema neteqandina wan ew e ku li bendî çiraya kesk a dewleta tirk a dagirker in ku dewleta tirk asîmanî û çeteyên DAIŞ jî bejahî li dijî jin û gelê herêmê dest bi êrîş û komkujiyan bikin.

Çima heta niha êrîş nekirine ew girîng e ku em pirs bikin, yek dibe ku cebilxaneyên ku di hundir kampê de veşartine dibe têra êrîşeke demdirêj û dorfireh neke, duyemîn jî dibe ku ev bombeya demkî bi demê re bibe bombeyeke atomî û li her derê belav bibe û jehra xwe belav bike. Wê demê kî çi bike jî dê nikaribe serweriyek çêbike û careke din ewqas malbat û jinên çete kontrol bikin. Bifkirin ku yekem care di operasyonê de mayîn tên girtin. Divê ku ji vir de bizanin ev jin ku çiqasî xeter in û amadekariyên wan di çi astê de ne.

45 welat ji hemwelatiyên xwe yê di hundir kampê de agahdar in, ji bilî çend welatên Ewropayê tu welatên din ên Rojhilata Navîn û welatên ereban kes hemwelatiyên xwe nagire. Niha behsa wan jî nakin, lê dema teqandinek çêbibe dê her kes bêje kanî jin û zarokên welatê me. Di bingeh de welatên derve dixwazin Kampa Holê bikin akademiyek servekirî ji kûrkirina hişmendiya terorê û rûniştandina wê û di vir de hîn bêtir terora DAIŞ’ê mezin bikin, çeteyên di vir de dijîn hîn bêtir li dijî gelê herêmê sor bikin. Eger îro li gelek bajarên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîş li dijî hêzên HSD’ê çêdibe, ev dibe berpirsiyariya giştî cîhanê. Koalîsyona Navdewletî bi çend operasyonan dixwaze ji raya giştî a cîhanê re bide xuyakirin ku ew li dijî DAIŞ’ê şer dike, lê xwe dide jibîrkirin û paşguhkirin ku meseleya Kampa Holê jî heye û xeteriya wê ji kuştina serçeyekî du serçeteyan mezintir e. Dizane jî çeteyên li derve tên kuştin ji hundir kampê ne qut e.

Gelê herêmê bi pêşegntiya jinan li dijî êrîşên DAIŞ’ê û şaneyên wê bi fikrê şerê gelê şoreşgerî wiha xwe birêxistin kirine û li ber xwe didin ku careke din derfet nedin êrîşên serkeftî pêk bînin. Senaryoya êrîşa li ser girtîgeha Sînaa yê li Kampa Holê jî dê dubare bibe, lê vê carê wê bi awayekî pir pîs û xeter êrîş bikin û gel di nav komkujiyan de bihêlin, ji lewra erka cîhanê ew e ku vê xeteriyê ji koka wê de hilînin û bernameyên jinûve avakirina kesên tundrew û paqijkirina mejiyê wan ji kuştin û xwînê bidin ber xwe. An divê ku 45 welat werin hemwelatiyên xwe bigirin û careke din wan bixin nav jiyanê de, an jî avakirina dadgeheke navdewletî ku kesên sûcdar û destê wan di xwînrijandina gelê herêmê de heye werin darizandin. Mayina wan a li kampê biqasî ku sûd dide çeteyan, zirarê dide herêmê û cîhanê. Mayina wan dibe derfeta perwerdehiyên hîn kûrtir û tundtir, dibe akdemiyeke îdolojîk û leşkerî ku zarokên xwe jî li ser çekên bi naylonan çêkirî perwerde û mezin dikin de. Her wiha di warê derûnî de jî wan amade dikin.

Fedekariya îro a şervanan neba, wê rengê cîhanê sor û reş ba, wê gulên avê û deryayên cîhanê veguheriyana gulên xwînê û rengên bajar û kolanan reş ba, hezkirîyên muzîkê wê bi hesreta bihîstina muzîkê û lêdana sazekê bana û zarok wê bi hesreta wê kêliya ku li ber telefizyonan bana ku careke din filmên karton tamaşe bikin û jin wê çavên wê her li xebata k dikirin de ye. Bêjin erê bêjin na, îro cîhan minetdarê hêzên ku îro Kampa Holê diparêzin e, îtîraf bikin nekin jî ew û wîjdana xwe ya mirî dimînin ku hêzên parastinê û şervanên fedekar û dildar yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê nebana, ew nedibûn. Îro operasyon bi pêşengtiya YPJ’ê bi hişmendiya jineke azad û şoreşger, li hemberî hişmendiya jineke ku bi fikrê tundrewbûnê xwe kilîtkiriye, didome. Du hişmendî li beramberî hev têdikoşin, hişmendiyek azad û hişmendiyek tundrew, lê belê ya bi ser bikeve bêguman wê hezkiriyên jiyana azad û wekhev bin.