4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoyeke nû bi hevdîtina bi Ocalan re pêkan e

Kurd û dostên wan ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike pêwîst e li Îmraliyê bi dawîkirina tecrîdê û hevdîtina birêz Abdulah Ocalan dest pê bike

Beriya çend rojan hevpeyvîna Leyla Zana hate weşandin. Zana di hevpeyvînê de dianî ziman ku pêwîst e pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Bal dikişand ser gotinên Erdogan ên “Me pêvajoya çareseriyê cemidandiye” Di roja ku ev hevpeyvîn hate weşandin de Başak Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal anî ziman ku ew amade ye bibe namzeta şaredariya bajarê mezin a Stenbolê. Dema ev her du geşedan di heman rojê de pêk hatin gelek derdoran pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” pirsin.

Ji ber ku beriya niha Leyla Zana çûbû cem Rêberê Gelê kurd birêz Abdullah Ocalan, dema ev hevpeyvîn hate weşandin pirsên “Gelo” hatin pirsin. Wekî din jî daxuyaniya Başak Demîrtaş jî girîng bû. Tê zanîn ku DEM Partî ji bo helwesta xwe ya li hinek bajarên mezin ên Tirkiyeyê diyar bike hevdîtînan dike. Dibe ku li bajarên Stenbol û Îzmîrê namzet nîşan nede. Heke namzet nîşan bide dibe ku ev rewş bi kêrî AKP bê. Li Stenbolê jî rewşeke wisa heye. Bêguman DEM Partî bi destê xwe, bêsebep nahêle ku şaredarî bikeve destê AKP’ê. Dema daxuyaniya Başak Demîrtaş tê nirxandin gelek kes dibêjin qey DEM Partî bi AKP’ê re hevdîtinan dike û pêvajoyeke nû dê dest pê bike. Lê dema rewş bi giştî li ber çavan were girtin dê were dîtin ku tiştekî nû tune ye.

Bêguman ev nayê wateya ku qet tu geşedanên nû çênebin. Her kêlî îxtîmala ku pêvajoyeke nû dest pê bike heye. Tevgera Azadiyê ya Kurd û dostên wan ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike li her derê çalakiyan pêk tînin. Lê heke pêvajoyeke nû dest pê bike jî ev dê ne bi hevpeyvîna Leyla Zana yan jî bi serlêdana Başak Demîrtaş a ji bo namzetiya şaredariyê dest pê bike. Ez bawer nakim ku Başak Demîrtaş bi vê îddîayê daxwaza namzetiyê bi raya giştî re parve kir. Lê wateyeke wisa lê tê barkirin.

Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike, di serî de divê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe. Desthilat jî baş dizane ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Lê ji bo bandora tevgera azadiya kurd bişkîne dixwaze hinek aktorên nû derbixe pêş. Gelek caran kete nav van hewldanan. Demên borî partiyên kurdperest derxistin pêş. Kesayetên wekî Kemal Burkay derxistin pêş. Lê negihişt armanca xwe. Niha jî Huda Parê derdixe pêş. Hilbijartina borî vekîltî da wan. Di vê hilbijartinê de jî hewl dide hinek şaredariyan radestî Huda Parê bike. Armanc dike ku bi vî awayî Huda Parê di nav civaka kurd de rewa bike. Hizbûllah di hişê kurdan de cihekî grîng digire. Hovîtiya Hîzbulahê hêj di hişê kurdan de zindî ye. Lê desthilat hewl dide Huda Parê wekî rêxistineke rewa nişan bide. Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike lazim e desthilat dev ji vê polîtîkaya xwe berde û nûnerên esasî yên kurdan esas bigire.

Greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt. Bi mehan e nobedên edaletê didomin. Hêj berî çend çend rojan dîmenên ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar tîne hatin weşandin. Ji bo şikandina tecrîtê meşa azadiyê berî were destpêkirin ji aliyê walîtiyan ve hate qedexekirin. Roj tune ku bi dehan kurd û derdorên sosyalîst-demokrat têne binçavkirin. Di rewşeke wisa de mirov nikare behsa pêvajoyeke nû bike.

Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike pêwîst e kurd û dostên wan serkeftineke mezin bi dest bixin. Di cihê ku guh bidin gotin û daxuyaniyên derdorên alîgirên desthilatê pêwîst e guh bidin derdorên ku têkoşîneke giran dimeşînin.

Aliyên faşîst-netewperest bi zanebûn tînin ziman ku DEM Partî û AKP hevdîtinan dikin. Agahiyên manîpulatîf belav dikin. Ji bo heqaret bikin û biçûk bikin dibêjin “DEM Partî bi AKP’ê re hevdîtinan dike.” Alîgirên AKP’ê jî ji bo dengan ji gelê kurd bistînin rewşê şolî dikin û wekî ku hevdîtin hene û pêvajoyeke nû dest pê bike didin nîşandan.

DEM Partî her tim tîne ziman ku ew ji bo çareseriyeke demokratîk û mayînde amade ne bi hemû derdoran re hevdîtinan bikin. Ji bo vê jî mafê kesî tune DEM partiyê sucdar bike. Bi taybetî derdorên faşîst ên Tirkiyeyê û alîgirên PDK’ê ji du aliyan ve êrîşî DEM Partiyê dikin. Dixwazin bandora DEM Partiyê bişkînin. Kesên ku dibêjin “Aha binêrin DEM Partî bi AKP re hevdîtinan dike, dê zirarê bide gelê kurd” heman derdor in.

Kurd û dostên wan ji bo pûvajoyeke nû dest pê bike têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Di cihê ku guh bidin agahiyên manîpûlatîf pêwîst e hemû kes tevlî vê têkoşînê bibe. Gel dixwaze ku pêvajoyeke nû dest pê bike û dawî li şer were. Lê ev ne bi hevpeyvînekê dest pê dike û ne jî bi serlêdana bernamzetiyê pêk tê. Tenê riyek heye; ew jî şikandina tecrîdê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê li ber xwe dide. Li dijî polîtîkayên AKP-MHP radiwest e. Lewma desthilat di serî de li Îmraliyê, piştre jî li tevahiya welat tecrîdeke xedar pêk tîne. Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike pêwîst e li Îmraliyê bi dawîkirina tecrîdê û hevdîtina birêz Abdulah Ocalan dest pê bike.