4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Cengiz heta Rohat; berxwedana pênûsa heqîqetê

Şopdarên heqîqetê Cengîz Altun û Rohat Aktaş ji ber li pey şopa heqiqetê û ronîkirina tarîtiyê bûn,  hatin hedefgirtin. Yên ku tarîtiyê ronî dikin û bi rastî ew ketina bêbinî zindî dikin û geş dikin şargirtên Apê Mûsa ne.

Li welatê me çend leheng û berxwedêr hene. Çend şehîd û pakrewan û cangorî. Yên ku tarîtiyê ronî dikin û bi rastî ew ketina bêbinî zindî dikin û geş dikin. Yên ku bi xwîna xwe erdnîgariyê dixemilînin. Şehîdên çapemeniya azad jî ji wan cangoriyan e ku vê rastiyê şênber dikin.

Ji Cengîz Altûn heta Rohat Aktaş Dema em lê dinêrin di navbera şehadeta wan de  nêzîkê 25 sal heye. Dike çarîkek sedsal. Lê ligel ewqas dem derbas bû jî ji berxwedêrî û dildariya pênûsa azad de tu guhertin çênebûye. Di navbera wan de bi dehan şehîdên çapemeniyê, xwîn rijandine di vê oxirê de. Lê ew bextewarî, avakariya nirxan ne guherî ye. Cengîz daniye, Rohat hilgirtiye; Rohat daniya şopdarên wan hilgirtiye. Û her berdewam kiriye û wê bike jî. Di vê nivîsê de em ê Cengîz Altûnê di 24’ê Sibata 1992’yan de li Êlihê û Rohat Aktaşê ku di Sibata 2016’an li jêrzemînên Cizîrê hatine qetilkirin bi bîr bînin û bi bîr bixin.

Altûn: Rewiyê heqîqetê

Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ulkeyê bû Cengîz Altûn. Yenî Ulke, yek ji wan rojnameyên yekem bû ku êdî wê kevneşopiya çapemeniya azad bida destpêkirin. Êdî rêwîtiyê destpêkiri bû. Cengîz jî rêwiyekî vê riya bedew bû. Li buroya Êlihê dest bi nûçegihaniyê kiribû. Bêrî xebata çapemeniyê jî dildarek tevgera azadiyê bû. Xebata wî ya ji bo gel berî rojnamegeriyê destpê kiribû. Zindan jî naskiribû. Di 1990’an de ji zindanê derket û pêwîst bû ji bo gel bixebitiya. Ew xebat jî ragehandina rastiyan, ango rojnamegerî bû.

Pênûs li destê çeleng û dildar Cengîz bû. Rastiya ji tarîtiyê derdixist, kelecanî bû. Pêwîst bû gel bê agahî nehêle, zêdetir bixebite Cengîz. Ew cangoriyê welat bû. Şehîdê pêşîn, fedayiyê Pênûsa Azad bû.

Êşa gel dinivisî

Gelê kurd di rojên pir xetere de derbas dibûn. Hem tekoşîn pêş ketibû û hem jî zext û çewisandinên li ser gel zêde bibûn. Hêzên tarî yên destê dewletê jî li ser kar bûn. Cengîz, di demek wisa de dest bi kar kiribû. Xebatek xurt dimeşand Cengîz. Ji xwe hevalên ku pê re dixebitîn vê yekê baş ditîtin. Xwe bi tevahî dabû karê ku dikir. Pêwîst bû êşa gelê xwe, zilm û zora desthilatdariyê binivîse.

Mîna şoreşgerek kar dikir û pênûsa xwe wek çekekî li hemberî zordestan bikar tanî.

Di wê demê de xebata herî zahmet karê ragihandinê bû. Ji ber ku dewleta faşîst ne dixwest kiryarên wan derkevin holê. Ji bo ku rastiyê di tarîtiyê de bihêlin serî li her rêbazên kirêt didan. Lê rojnamegerên kurd jî bi biryar bûn; wê rastî di tarîtiyê de nemana!

Ew çelengî û pêşketina Cengîz kir ku hêzên dewletê li hemberî wî bikevin nav liv û tevgerê. Cengîz êdî bibû kelemê çavê neyar. Her nûçeyek dibû bombeyek û di nav dagirkeran de diteqiya. Peyv û nivîsên wî, dibû gule û li mejiyê xêrnexwazan diket. Ji ber wê tim û daîm di bin taqîbê de bû. Gelek caran jî rastî gefên kuştinê dihat.

Bi êrîşeke bêbext…

Sal 1992 bû… Meha sibatê…

Roja 24’ê sibatê kujer dîsa li ser kar bûn û rojnamegerek kiribûn hedef. Cengîz rastî êrîşek bêbext hatibû, zilmkaran ew dikuştin.

Şahadeta Cengîz bandorek mezin li Êlihê û tevahiya welêt kir. Ji ber ku wî bi çêkirina nûçeyên xurt, têkiliyên germ, di nava gel de cihek taybet çêkiribû. Lewma qetilkirina Cengîz di demek kurt de li bajêr belav bû. Bi hezaran welatî civiyan. Bi deh hezaran Êlihî gihîştibûn hev û Cengîz bi dirûşme û tilîliyan oxir dikirin û silav dikirin. Heta wê rojê kesî girseyek wisa mezin nedîtibû. Êlih bibû lehî û ber bi goristanê ve diherikî.

Dewletê Cengîz qetil kir

Di 1993’an de der bê bûyera qetilkirina Cengîz Altûn de navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Dema hat girtin, çekek li ser wî hat dîtin û di encama lêkolînê de derket holê ku Altûn bi vê çekê hatiye qetilkirin. Emsen, ji sedema qetilkirina Altûn nehat girtin, bi hinceta ku çeka bêruxset bi xwe re gerandiye hat girtin. Piştî demeke kurt serbest hat berdan.

Piştî bûyera Susurlukê ya der barê mijarê, Rapora Susurlukê hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku dewletê Cengîz Altûn qetilkiriye. Lê heta niha bûyer nehatiye zelalkirin.

Cengîz şehîdê yekem a çapemeniya azad bû. Piştî wî rêhevalên wî pênûsa wî li erdê nehiştin. Lê kujerên xwînrij jî nesekinîn, bi dehan hevalên Cengîz di rêya wî de çûn. Ew sembolek bû ji çapemeniya kurd, şopa ku wî danî pêl pêl mezin bû.

Aktaş: Şagirt û mamoste bû

Rohat Aktaş, ji malbateke welatparêz li Stenbolê ji dayik dibe. Ji bo hesreta welat bi dawî bikin, di çar saliya wî de malbatê koçî bajarê Rihayê kir. Ev vegera malbata wî ya welêt, dê di pêşerojê de bandoreke mezin li jiyana Rohat jî bikira. Hêj di temenê zarokatiyê de danûstandinên wî yên bi heval û hogirê wî re pêk dihatin, nîşan dida ku Rohat çawa hez ji Rihayê dike. Ji gund hez dikir û dixwest li gund bijî. Xwedî dilekî azad bû Rohat. Dixwest her tim bi rehetî tevbigere. Di zarokatiya wî de apê wî Kemal Aktaş wê demê di girtîgehê de ye. Bi tevî malbata xwe re diçe hevdîtina apê xwe. Di van serdanan de bi çavên xwe tundiya li ser civak û welatê xwe Kurdistanê dibîne. Bi vê yekê re di rewşa civaka kurd û Kurdistanê de xwe nas dike, her tim difikire û dikeve nav lêpirsînekê. Wekî bi hezaran zarokên Kurdistanê ew jî hîn di temenê zarok de doz û têkoşîna kurd û Kurdistanê nas dike.

Belavkarê 12 salî

Bi çûyîna te zivistaneke dijwar xwe da ber deriyê me Rohat. Bêhna me çikiya, dilê me cemidî. A ku ji te ma kenên te bû a ku destê me yê sar germ dikir. Lêgerîna te ya heqîqetê bû ya ku Dîcle bi Firatê re şahidiya wê dikir.

Lêpirsîn û fikrên ku di dilê wî yê piçûk de wekî çîrûskekî hêdî hêdî şîn didin, di demek kin de encam didin. Di 12 saliya xwe de rojnameya Azadiya Welat dide destê xwe û dest bi belavkariyê dike. Wê demê belkî giranbuhaya vî karî ku dikir baştir nizanibû, lê Rohat jî êdî bibû yek ji generalên piçûk ên Apê Mûsa.

Bi belvakariya rojanameya Azadiya Welat re pêwendiyên Rohat, parvekerinên wî yên di der barê welatparêztiyê de bêhtir bi pêş dikevin. Ev yek berê wî dide xebatên ciwanan. Li Rihayê bi temenê xwe yê piçûk li aliyekê belavkariyê dike, li aliyê din dikeve nav hewldanên rêxistinî yên ciwanan.

Berpirsiyariya giran…

Piştî çend salan careke din di nav xebatên çapemeniya azad de cihê xwe girt. Rohat xwedî kesayeteke bi biryar û bi hêvî bû. Tevî zor û zordestiya cîhanê dabû pêşberî vê kesayeta xwe û bi vî rengî têdikoşiya. Keda wî ya ku ji bo çapemeniya azad dida, di sala 2015’an de wî dike Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Azadiya Welat. Bi vê yekê re bar û berpirsyartiya li ser milê Rohat jî girantir dibe. Lê belê ev yek qet wî natirsîne. Bêhtir wî dixe nav xebatên çapemeniyê. Dibe şagirtê Apê Mûsa û dide ser şopa rastiyê, dibe dengê gel û şervanekî heqîqetê. Li aliyekê ji bo rojnameyê ked dide, li aliyê din ji bo televizyona Stêrkê jî bernameya ciwanan çêdike. Di pêvajoyek dijwar de bajar bi bajar digere û rojnamegeriyê dike. Bêguman li Kurdistanê rojnamegerî ne hêsan e. Divê tu wekî şervanekî heqîqetê û têkoşerekî doza azadiyê bi hêz û xwedî biryar bî.

‘Teslîmiyet îxanet e!’

Rohat dema xebatên çapemeniyê dimeşand her tim pirsek mejiyê wî mijûl dikir; “Li hemberî zilm û zordestiyê çima evqas bêdengî heye?” Ev pirs li aliyekî hêrsa wî dianî, li aliyê din bêhtir dibû sedem ku xebatên xwe xurtir bike. Dixwest tu kes li hemberî zilm û zordariyê bêdeng nemîn e. Jixwe her tim li dijî vê zilmê di nava têkoşînekê de bû. Eşqa wî ya têkoşînê, li ser destpêkirina xwerêveberiyên cewherî berê wî dide Cizîra Botan. Li Cizîrê li hemberî zilm û dagirkeriya dewleta tirk ji heft salî heya heftê salî bi dirûşma “teslimiyet îxanet e” berxwedaneke dîrokî dimeşiya û divê Rohat jî rastiya li wir ji raya giştî re ragihand. Vê yekê wek peywireke pîroz dît.

Di wê demê de dewleta tirk bi tevî hêzên xwe yên fermî û tarî li dijî navendên xwerêvebirinê êrîş pêk dianî. Li hemberî dagirkerî û komkujiyên hikumeta AKP’ê li ser gelê kurd bi parastina cewherî, bersiva tevî êrîşan dida. Kêliyên ku derdiketin holê jî wek berxwedaneke serdemê derbasî rûpelên dîrokê dibû. Rohat jî wek rojnamegerekî xwedî pênûsa azad bi şev û roj ew kêliyên dîrokî yek bi yek dişopand û radigihand ji raya giştî re. Cîhan bi saya Rohat û hevalên wî yên rojnameger ji rastiya qadên xwerêvebirinê agahdar dibûn.

Komkujiya jêrzemînan

Lê hêzên tirk ji bo kiryarên wan ên hovane neyên aşkarekirin Rohat jî ji xwe re kiribûn hedef û ji milê çepê birîndar kiribûn. Li gel Rohat bi dehan ciwanên kurd di jêrzemînan de asê mabûn. Lê guh nedidan bangên teslîmiyetê û bi berxwedana xwe peyama “Êdî teslîmiyet miriye” didan. Li hemberî biryardariya gel dewleta Tirk jî bêhtir çavê xwe tarî kir û 137 ciwanên kurd di jêrzemînin Cizîrê de da ber agir. Di wan êrîşên hovane de kesên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî Rohat Aktaş bû. Hovitiya ku pêk hatibû ewqas giran bû ku piştî komkujiyê malbat cenazeyên zarokên xwe nas nekirin. Malbata Rohat jî di encama testa DNA’yê de cenazeyê wî nas kirin. Pişt re Rohat Aktaş, di 26’ê Sibata 2016’an de li Pirsûsê bi beşdariya bi hezaran oxir kirin.

Mirinek bi şeref

Belê, Rohat jiyana xwe ji dest dabû. Rohat bi pênûsa xwe, wênekêşa xwe re şehîd ketibû. Şopînerê heqîqetê û generalên Apê Mûsa bû. Bi rûyê xwe yê ken û nêrînên xwe yên baz tevlî rêwiyên azadiyê bû. Wî di nefesa dawî de digot; “Mirineke bi şeref, vegotina herî rast a jiyanê ye