4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji girtîgehan cenazeyekî din derket

Girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî bû, jiyana xwe ji dest da. Şûyûr ê ku di sala 1993’yan li Mûglayê hatibû binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Şûyûr piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê, sirgûnî girtîgeha Şakranê hat kirin û 3 meh berê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Şûyûr ê ku nexweşiya astimê jî pê re hebû piştî teşhîsa pençeşêrê nehat dermankirin. Şûyûr, herî dawî 2 hefte berê bi kurê xwe re hevdîtin kir û piştî wê agahî jê nehate girtin. Birayê wî Mûhsîn Şûyûr duh ji bo dîtina wî ku ev 2 hefte bûn nedihate hevdîtina telefonê, çû girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê bêyî ku hincet nîşan bide diyar kir ku ew destûr nadin ku bi wî re hevdîtinê bikin. Saetek şûnde rêveberiya girtîgehê ji girtîgehê telefonî malbata wî kir û agahî da ku Şûyûr jiyana xwe ji dest daye. Daxwaza berdana Şûyûr a sala borî nehatibû qebûlkirin. 14 meh mabûn ku Şûyûr ji girtîgehê derkeve.

Birayê Abdulrezzak Şûyûr Yûnûs Şûyûr anî ziman ku mehek berê ji bo tedawiya wî li derve dewam bike daxwazname dan, lê daxwaznameya wan bê bersîv ma.

Malbata Şûyûr ji bo cenaze wergirin, ji Stenbol û Sêrtê ber bi Îzmîrê ve bi rê ketin. Cenazeyê Şûyûr, dê piştî otopsiyê li navçeya Dihê ya Sêrtê bê veşartin.