5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kartalê zêdeyî 50 hezar dengan hêvî dikin

Du hevserokên li navçeya Kartal a Stenbolê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dimeşînin, diyar kirin ku ew armanc dikin 34 hezar dengên di hilbijartina berê de standine, di vê hilbijartinê derxînin 50 hezaran.

Têkildarî hilbijartinan Hevseroka HDP’ê ya navçey Kartalê Aygul Sîncar û Hevserokê berê yê navçeyê Hunkar Karasungur ku niha xebatkarê DBP’ê ye, ji ANF’ê re axivîn.

Hevseroka HDP’ê ya Kartalê Aygul Sîncarê diyar kir ku wan gelek zû dest bi xebatên xwe yên li Kartalê kirin û got: “Me li vir 6 buro û 3 kon vekirin. Bi giştî 8 qadên me yên xebatê hene. Em ê yek ji buroyên xwe yên jinan, dibe ku piştre di çarçoveya xebatên jineolojiyê de bikin komele. Ji ber ku jin eleqeyeke zêde nîşan didin.”

Sîncarê destnîşan kir ku kurdên ku berê piştgirî didan AKP’ê jî xebatên Partiya Çepên Kesk bi baldarî dişopînin û wiha got: “Dema ku buroya hilbijartinê hat vekirin, ji derveyî me yên ku berê dengê xwe dane AKP’ê di tevahiya bernameyê de tev li me nebûn lê ji derve wêne kişandin û heta dawiyê man. Ev rewş ji bo me gaveke erênî ye.”

Partiya Çepên Kesk tê naskirin’

Sîncar ragihand ku di destpêkê de hilbijêran digot, çima em bi navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) neketina hilbijartinan û ev tişt got: “Me ji gel re diyar kir ku Çepên Kesk di fikrî de pir ji HDP’ê cuda nîn e û ji hemû nasnameyan re wekheviyê dixwaze. Niha gel çawa berê xwedî li DBP’ê yan jî HDP’ê derdiket, niha jî bi heman rengî xwedî li Çepên Kesk derdikeve.

Aygul Sîncar ji bo hilbijartina serokkomariyê anî ziman ku her kesên ku wan pê re hevdîtin kiriye, wê bi rengekî erênî dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê jî wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Wê piştî hilbijartinê jî dewam bikin

Hunkar Karasûngûr jî bi lêv kir ku armanca wan di vê hilbijartinê de ew e ku zêdeyî 50 hezar dengan bistînin û got: “Li Kartalê potansiyela me ya dengan, nêzî 34 hezarê ye. Di vê hilbijartinê de armanca me ew e ku em zêdeyî 50 hezar dengan bistînin. Li Tirkiyeyê niha em gelemperî partiya sêyemîn in.

Ciwan li gorî rojên destpêkê, hîn zêdetir tên xebatên me. Jin jî bi heman rengî. Helbet wê piştî hilbijartinê jî xebatên me hebin ku vê hêzê mayînde bikin. Li aliyê din mirov Çepên Kesk nas dikin.”