18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Putîn biryareke ecêb bo dayikên rûsî

Li gorî biryarnameyekê ku serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn derxistiye her dayikeke rûsî ku 10 an jî zêdeyî 10 zarokên wan çêbibin dê bibe xwedî xelata milyonek ruble ango derdora 16 hezar dolar. Her wiha dê hêjayî xelata dayika qehreman a bi ala Rûsyayê xemilandî bê dîtin.

Berê jî di sala 2008’an de xelata Parental Glory ango hebû ji bo malbatên ku 7 zarokên wan hene û xelata 700 hezar rubil didan wan.

Ev biryara Putîn ji alî muxalifên wî ve rastî nerazîbûnan hat û ew biryar wekî  ‘ ji bo artêşa Rûsyayê hilberîna sotemeniya tankan’ bi nav kirin. Her wiha muxalif  di wê baweriyê de ne ku ji destpêka şerê li dijî Ukraynayê bi dehezaran ciwanên rûsî di şer de hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku di dema Josef Stalîn de piştî şerê cîhanê yê duyemîn di sala 1944’an de xelata ‘Dayika Qehreman’ hebû û ew xelat di sala 1991’ê de hatibû betalkirin.