19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînorên di navbera qencî û xerabiyê de

Sembolek heye ku ji hêla gelek kesan ve tê zanîn, marekî ku xwe dixwe nîşan dide. Sembola bi navê Ouroboros tê gotin. Ouroboros sedema mirinê sembolîze dike, ji me re dibêje; li xwe binêrin, kokên mirina we di we de ne! Ev ji bo sîstemê jî derbas dibe. Civakî, siyasî yan jî aboriye ferq nake. Piştî ku gihîştiye sînorê xwe, her pergalek ku li ser bingeha mezinbûna domdar ava dibe zû yan dereng dest bi xwexwarinê dike. Di civaka zanistî de ji vê pêvajoyê re katabolîzm tê gotin.

Di van demên dawî de bi meşandina siyasetek kolonyal, dewlet dikarin sînorên xwe berfireh bikin û di heman demê de mezinbûna aborî û bandora siyasî biparêzin. Bi demê re ev îmkan kêm dibe, çekên nukleerî û tirsa girtina “bersivê” êrîşkar dide seknandin. Çîna serdest a di asta xwezayê de di qadeke girtî de wê bêîrade, neçar bimîne ku beşa herî qels û bêparastin ê gel û piştre jî nûnerên çîna xwe bixwin. Ev pêvajo ji bo hemû dewlet û blokên siyasî yên xwe dispêrin îdeolojiya materyalîzmê neçar e. Tenê mesele ya demê ye.

Di sedsala 19’an de Friedrich Nietzsche di berhema xwe ya bi navê “Wî milî başî û xirabî” de wiha gotiye: “Ê ku bi cinawiran re şer dike bila hay ji xwe hebe ku ew bi xwe nebe cinawir.” Nietzsche di wê baweriyê de bû ku awayê pêşketina şaristaniya nûjen ruhê mirovan jehrî dike. Mirov di şerê li dijî xerabiyê de bi xwe jî dibin cinawir ji ber ku bi heman rêbazên xerab û nemirovî hewl didin ku qenciyê bikin, lê ruhê wan hişk dibe û kêm mirov tê de weke xwe dimînin.

Her diçe bêtir aşkera dibe ku di hişê me de sînorê di navbera aliyên erênî û neyînî yên jiyana me de hene. Em ji vî sînorî re bibêjin “xeta qencî û xerabiyê”. Xeta di navbera wan de hertim zirav bû. Wekî ku meselok dibêje: Ji evînê ber bi nefretê ve tenê gavek heye. Cîhana me di asta şaneyê de jî wisa bi rêkûpêk e. Wekî ku mirovên aqilmend gotine, heger tiştek hebe, divê “dij-tiştek” jî hebe. Ger xerabî tunebûya dê hingê qencî ji ku bihata? Bingeha îstiqrarê di cîhana me de aheng e, binpêkirina wê hertim dibe sedema kaosê. Ji ber vê yekê hemû ol û felsefeyên kevneşopî bi taybetî giraniyê didin ser têkoşîna navxweyî ya mirov bi nefsa xwe ya xerab re. Ev ne tenê aliyê exlaqî ye, şertê sereke yê hebûna cîhana me ye.

Dr. William Tiller, fîzîknasê navdar ê cîhanê, di monografiya xwe ya bi navê “Zanist û Veguherîna Mirov” de xwendevanan qane dike ku “zanistiya nûjen, bi paşguhkirina hişmendiyê, mirovahî xistiye kunek kûr ku ne mumkun e piraniya mirovên zindî derkevin derve.” Hemû pêvajoyên neyînî yên ku li derdorê diqewimin encama ramanên di hişê me de ne ku mixabin bi tevahî bi nefs û hestên xwe yên neyînî ve girêdayî ne. Têkiliya mirov bi xirabiyê tê girêdandin û ji ber vê yekê bi cîhana derve re têkiliya xwe winda dike.

Ev tê wateya tenê yek tiştî: Cîhana li dora me bêguman dê dest bi kaosê bike. Tenê rêyek heye ku em hewl bidin pêvajoyên hilweşîner ên gerdûnî rawestînin û herî pêşî wan di hişê xwe de rawestînin. Ji bo vê yekê; tenê pêdivî bi wê yekê heye ku mirov wêneya pêşerojê di hişê xwe de ji nû ve biafirîne.

Îdeolojî di vê wateyê de pêkhateya sereke ye. Îro gelek kes behsa vejandina îdeolojiya dewletê ango netewê dikin lê behsa naveroka wê nakin. Wateya sereke ya îdeolojiyê nîşankirina qencî û xerabiyên civakê ye, di navbera reş û spî de, di navbera başî û xirabiyê de xêzek zelal xêz dike. Ji xwe bipirsin; çima hêzên cîhanî li ser qedexekirina her îdeolojiya dewletên din li welatên xwe israr dikin? Ew tenê ji îhtîmala şiyarkirina hişmendiya girseyî ya mirovan ditirsin. Parçe bike û bi rêve bibe, ev prensîb bi sedên salan nehatiye guhertin.

Ji bo bindestkirina îradeya gelan, dîktatoriyeke siyasî ya hişk bes e, lê dîktatorî di xwesteka xwe ya bindestkirina hişmendiya mirovan de bêhêz e. Dîrokê ev yek ji me re pirî caran îspat kiriye ku hişmendiya windabûyî ya gelên bindest hertim bû sedema ji nû ve zayînan.