19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya çenteyê Dîcle û qedexeya derveyî welat

Sernivîs dibe ku ji we re balkêş were. Lê bi rastî jî ez ê rêwîtiya çenteyekî vebêjim.

Çenteyekî ku di navbera parzemînan, welatan û bajaran de rêwîtî kiriye. Dema rêwîtî dikir, xwediya çente jî li bajarê lê bû, ji dûr ve rewş dişopand.

Du rojnamevanên jin dê biçûna. Berî biçin bi rojan amadekariyên xwe dikirin. Herdu jî dê cara ewil çûbûna welatekî Ewropa lewma bi kelecan bûn. Dema mijar dibe çûna welatekî Ewropa daxwaz jî zêde dibin. Mesela ji bo biryara çûnê divê şîrînahiyekê bidin, piştî ku vîze derket divê dîsa şîraniyê bidin, dawiyê dema bîletên çûnê standin divê dîsa şîraniyê bidin. Ev xwestekên hêj neçûnê ne. Îcar deh qat li van xwestekên vegerê jî hene. Kî biçe Ewropa divê van xwestekan bi cih bîne.

Dîcle ya ku yek ji wan rêwiyan bû, xwestekên vir hemû bi cih anîbûn. Gelek bi kelecan bû. Bîleta balafirê birîbû lê ji ber pirsgirêka dil ditirsiya ku li balafirê siwar bibe. Dîsa jî dema ku wexta bîleta wê hat ligel hevala xwe çû balafirgehê. Lê li balafirgehê rewş guherî. Tiştên ku nehatibûn hesabkirin derketibûn pêşiya wan.

Ji ber ku hevala bi Dîcle re aşiya dawî nebûbû Almanya destûr nedida ku derbasî welatê wan bibe. Lewma diviyabû aşiya xwe temam bike. Lê dem hindik bû. Dîcle nedixwest bi tenê biçe Almanya. Ketin nav hewldanê ku pirsgirêka aşiyê çareser bikin. Bi awayekî pirsgirêk çareser kirin. Encama aşiyê piştî ku kete bernameya aşiyê pirsgirêk li holê nema. Kêfa wan hatibû cih. Dê bi hev re çûbûna. Lê mixabin wisa nebû. Vê carê jî pirsgirêk ji bo Dîcle derketibû. Polîsên balafirgehê dest danîbûn ser pasaporta wê û gotibûn ‘qedexeya derketina derveyî welat ji bo te heye.’ Ligel hemû hewldanan di wê kêliyê de pirsgirêk çareser nebû. Hevala bi Dîcle re li balafirê siwar bûbû û êdî riya vegerê tune bû. Balafir bêyî Dîcle bi hewa ketibû û berê xwe dabû Almanya.

Dîcle nekaribû biçe Almanya lê çenteyê wê di balafirê de berê xwe dabû Almanya. Rêwîtiya çente dest pê kiribû. Dîcle gelek xemgîn bûbû lê hê jî hêviya wê ya ku pirsgirêk çareser bibe û ew jî here hebû. Ji bo dawîbûna vîzeya wê jî hêj dem hebû. Lewma ji hevala xwe re gotibû, “Hay ji çenteyê min hebe, jixwe dema ez hatim ez ê ji te bigrim.”

Mixabin tiştek wekî ku Dîcle hesab dikir bi rê ve neçû. Dîcle ji bo rakirina qedexeya li ser pasaporta xwe kete nav hewldanan. Geh ew çû dadgehê, geh parêzer şand. Geh çû emniyetê, geh çû beşa karê hemwelatiyê. Jê re gotibûn daxwaznameyekê binivîse. Wê jî daxwazname şand. Di nav hefteyekê de dê komisyona ku li van karan dinêre rûniştibûna û biryara xwe ji Dîcle re ragihandibûna. Hefteyek di ser re derbas bû. Komîsyon roja pêncşemê rûnişt. Dîcle li benda biryarekê bû. Lê tu biryar jê re nehatin ragihandin. Ne erênî ne jî neyînî tiştek nehat gotin. Mixabin roja din bûyera ku qewimî rengê biryarê jî nişan dida.

Roja din, roja înê serê sibehê em hîn bûn ku di der barê Dîcle de biryara binçavkirinê hatiye derxistin. Dîcle ya ku li bendê bû qedexe rabe û ber bi Ewropa ve biçe, bi biryara binçavkirinê re rûbirû mabû. Ji bo binçavkirinê polîs çûbûn malê. Lê çûbûn navnîşana xelet. Piştî ku li navnîşana çûbûn Dîcle nedîtibûn, bi telefonê gazî Dîcle kiribûn da ku were emniyetê îfade bide.Di der barê lêpirsînê de tu agahî tune bû. Jê re gotibûn “Were, divê tu di der barê lêpîrsînekê de îfadeyê bidî. Dîcle çû emniyetê ji bo îfadeyê bide. Lê biryara binçavkirinê dabûn û çar rojan di bin çavan de ma. Sedema binçavkirinê jî şandina pere bû. Dîcle ji bo hevalên xwe yên rojnameger ku di zîndanê de bûn pere razandibûn û ev jî jê re kiribûn suc. Dîcle piştî çar rojan derxistin dozgeriyê û ew bi kontrola adlî berdan. Biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayîn. Yanî deriyê çûna Almanya bi tevahî hate girtin.

Dîcle li Amedê ma. Di wê navberê de çenteyê wê ji Almanya derbasî Belçîka bû. Ji ber ku hêviya çûnê nema ji hevala xwe re got dema ku tu hatî çenteyê min bi xwe re bîne. Wê jî got “Temam”. Dibe ku hûn bêjin mesele qediya lê mixabin wisa nebû.

Piştî berdana Dîcle bi du rojan ji ber bûyerekê vegera Dîcle jî betal bû. Ne diyar bû dê kengî vegere. Ji ber ku dê nehatibûna çente jî nikaribû were. Dîcle dîsa kete heyra çenteyê xwe. Li derdorê pirs dikir ka kes diçe Ewropa yan jî kes ji wan deran tê. Di encama pirsînê de hîn bû ku wekîlek ji ber bernameyekê diçe Belçîka. Dîcle jî jê xwest ku çenteyê wê bi xwe re bîne. Wekîl çente heta Stenbolê bi xwe re anî. Li wir danî cihekî. Wekîl karê xwe bi cih anîbû. Êdî ji wir jî anîn karê Dîcle bû. Diviyabû Dîcle çente ji Stembolê bîne Amedê.

Di wan rojan de riya min kete aliyê Stembolê. Dîcle ji min xwest ku ez çenteyê wê bînim. Min jî got temam. Dema çûm Stembolê û min karê xwe qedand û çente girt cem xwe. Di otobus û metroyan de min çente ji cem xwe venediqetand. Lazim bû tiştek bi serê çente nehatibûna. Bi selametî çûbû Ewropa û hatibû. Li vir tiştek hatibûya serê wî ne baş bû.

Di wan rojan de kongreya HDP’ê hebû li Enqerê. Karê min jî li Enqerê hebû. Ez bi beşdarvanên kongreyê re hatim Enqerê. Min çente bi xwe re anî Enqerê. Piştî kongreyê ez li Enqereyê mam. Ji Enqerê bi dehan otobus dihatin Amedê. Min jî ligel ku dilê min ne rihet bû ji bo ku di vegerê de barê min sivik be, min xwest çente bi otobusê bişînim Amedê. Min çente da yekî nas û şand Amedê. Ez li Dîcle geriyam. Min rewş got. Telefona wî kesî jî dayê. Her tişt temam bû.

Lê roja din ez li Dîcle geriyam ji bo rewşa çente bipirsim. Hinek aciz bûbû. Kesê ku me çente teslîmî wî kiribû, wî jî dabû yekî din. Gotibû ‘here ji cem filankes bigire’. Dîcle hêrs jî bûbû. Mafdar bû. Lê dîsa jî fikra wergirtina çente bi ser her tiştî diket. Dîcle jî wisa kir û çû çenteyê xwe girt. Piştî du mehan çente hatibû ber destê Dîcle.

Dîcle li Amedê bi karê rojnamegeriyê re eleqedar dibû. Di wan rojan de ji ber ku gelek rojnamevan hatibûn binçavkirin ew jî li ser rewşê disekinî. Dîcle ji daxuyaniyekê diçû daxuyaniyeke din. Ji bernameyeke tv derdiket, beşdarî bernameyeke din dibû. Lê çenteyê Dîcle welat bi welat bajar bi bajar digeriya. Qedexeya derketina derveyî welat ji bo çente ne derbasdar bû.