17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Dewleta tirk sûcê şer dike

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Kobanê şermezar kir.

Qetlîaman berdewam dikin

HDP’ê, diyar kir ku piştî civîna Soçiyê êrîşên sîstematîk zêde bûne û wiha got: “Duh di êrîşa ku dewleta tirk li Kobanê kiriye zarokê bi navê Ebîd Mihemed Hecî (12) jiyana xwe ji dest da, yek jê zarok sê birîndarên din jî rewşa wan krîtîk e. Di dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî eşkere sûcê şer hatiye kirin. Bi civîna Tehranê re di meha tîrmehê de êrîş hatibû kirin û di serê meha tebaxê de jî piştî civîna Soçiyê êrîşên sîstematîk li ser rojava tê kirin. Ji Qamişlo heta Hesekê ji Minbîcê heta Tirbêspiyê her roj êrîş tên kirin. Di serê meha tebaxê de 2 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 jê zarok 3 jî jê jin 17 kes jî birîndar bûne. Berê jî li gundê Perexê ya Zaxoyê jî êrîş hatibû kirin. Ji şûna ku hesabên qetlîamên xwe li ber çavên dinyayê bidin, qetlîamên li ser sivîlan berdewam dikin.”

‘Kobanê sembola demokrasiyê ye!’

Di berdewamiya daxuyaniyê de HDP’ê, destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî hêzê dide barbariya DAIŞ’ê û ev tişt got: “ Tu îzaha wê tuneye ku qadên sivîlan ên ku bi sed hezaran kes lê dijîn werin bombekirin. Desthilatdarî dijminatiya li hemberî gelê kurd dike û tu qilif nemaye ku bikaribe vê dijminatiyê veşêre. Divê mûxalefet jî nebin amûra şerê li eniya Sûriyeyê û ji bo pêşerojê û Tirkiyeyeke demokratîk divê li hemberî van şeran bisekine. Em bang li hemû hêzên civakî û partiyên siyasî dikin ên ku dibêjin ‘Ji şer û dagirkeriyê re na’. Kobanê sembola têkoşîna demokrasî û gelên cîhanê ye. Dema ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîşên li ser gelê kurd a di şexsê Kobanê de bêdeng dimînin, ev ji bo hemû gelên dinyayê şerm e. Helwesta Rûsyayê jî mirovan dixe nav fikaran. Divê dewletên garantor ên li herêmê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”