3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedir tev li civîna li ser banga Kazimî nebû

Îro li ser banga serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî li parlamentoya Iraqê civînek hate lidarxistin. Doh serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bang li serokê hemû aliyên siyasî kiribû ku tev li hev bicivin û dest bi diyalogê bikin, da ku çareseriyekê ji rewşa aloz û krîza siyasî ya Iraqê re bibînin.

Piştî zêdeyî 10 mehan di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bûn, heta niha hikûmeta Iraqê ya nû nehatiye avakirin û nikaribûn li ser destnîşankirina serokwezîr û serokomarekî li hev bikin.

Doh Kazimî bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê kiribû ku lihev bicivin û pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Kazimî di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “ Ji bo berpirsiyariya niştimanî ya hevbeş ku hemû iraqiyan digihîne hev, em bang li hemû biraderên hzêzên siyasî dikin ji bo tevlêbûna vê civîna niştimanî dikin da ku em dest bi diyalogeke niştimanî ya rasteqîn bikin.”

Kazimî di berdewamiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “armanca me ji vê civînê ew e ku çareseriyeke siyasî li ser bingeha berjewendiyên niştimanî ji vê krîzê were dîtin.”

Der barê vê mijarê de nivîsgeha El Sedir daxuyaniyek da û got ku tu kes ji wan dê tevli vê civînê nebe.

Hêjayî gotinê ye ku banga Kazimî ya ji aliyên siyasî re piştî daxuyaniya Sedir ya paşdexistina xwepêşandê hate kirin. Sedir roja sêşemê daxuyaniyek der barê xwepêşandana mezin a alîgirên xwe de dabû û wiha gotibû: “Em xwepêşandana xwe ya ku dê roja şemiyê pêk bihata taloqî demeke din dikin ji bo xwîna tu iraqiyekî neyê rijandin.”

Wiha xuyaye ku ev biryara Sedir piştî banga Çarçoveya Kordînasyonî hatiye goirtin. Çarçoveya kordînasyonî jî bang li alîgirên xwe kiribû ku dakevin kolanan û dest bi xwepêşandanan bikin lewre metirsiya rûbirûna  herdu aliyan hebû.