28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk Amûdê kir hedef

 Doh balafireke bêmirov a dewleta tirk nûqteya Hêzên Erka Xweparastinê yên  li gundewarê Amûdê hedef girtibûn. Di encama vê êrîşê de 4 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl dan birîndaran bibin nexweşxaneyê jî birîndar bûn. Têkildarî vê mijarê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kirin.

Divê helwestek navneteweyî bê nîşandan

Hêzên Sûriya Demokratîk, diyar kir ku li dijî van êrîşên van dewleta tirk divê helwestek giştî bê nîşandan û wiha got: “Doh balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker nuqteya Hêzên Erka Xweparastinêyên  li gundewarê Amûdê hedef girt. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl dan birîndaran bibin nexweşxaneyê jî birîndar bûn. Di heman demê de dewleta tirk a dagirker asta topbaran û êrîşên li ser Kobanê û gundewarên wê bilind kir. Di encamê de zarokek şehîd bû, 4 welatî jî birîndar bûn ku di nav de jin jî hene. Asta bilindkirina êrîşên dagirkeriya tirk ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi awayekî yekser armanckirina herêmên tê de şênî hene, careke din sûc û binpêkirina wê ji tevahî lihevkirin û peymanên navneteweyî re eşkere dike. Divê helwesteke neteweyî li hember vê yekê were nîşandan û dagirker ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî werin derxistin”

Her wiha HSD’ê sersaxî ji malbatan re xwestin û soza tolhildanê dan.

‘Kes nikare vîna gelê me bişkîne’

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk û ev tişt got: “Dewleta tirk rojane bi tank, top û balafirên bêmirov êrîşî herêmên me dike, di encamê de zirar û windahiyên mezin çêdibin. Lê li hember van êrşş, binpêkirin û sûcan civata neteweyî bê deng e. Em ji wan re dibêjin ku çiqas êrîş, topbaran û bombebaran mezin bin û em şehîdan jî bidin, lê tu kes nikare vîna gelê me bişikîne û tune bike. Em vîna xwe ji şervan, gerîla û şehîdên xwe digirin. Em wekî malbatên şehîdan soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û tu kes nikare vîna me bişikîne. Rast e hêzên navneteweyî çav û guhê xwe ji van binpêkirin û sûcan re digirin, lê em dibêjin hûn jî şirîkên van êrişan in, hûn jî şirîkên terorîstan û Erdogan in. Ji ber ku di 2019’an de dema êrîş li ser Girê Spî û Serêkaniyê çêbû, wê demê peymana agirbestê hat îmzekirin, lê dewletên di nava wê peymanê de dengê xwe li hember van êrîşan nakin, wê demê bi hevkariya wan ev sûc pêk tên.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.