spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca êrîşan koçkirina xelkê Rojava ye

Doh di êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê de li gorî agahiyên çavkaniyên cuda derdora 15 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin. Tevî ku ev nûçe ji alî çavkaniyên cuda ve hatin belavkirin lê hikûmeta Şamê bi rengekî fermî daxuyanî der barê vê êrîşê de neda.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê da xuyakirin ku balefirên şer ên artêşa tirk 8 êrîş birine ser baregehên rejîmê li Til Cerqalî ya 25 km li rojavayê Kobanê dikeve û 2 km dûrî dîwarê sînor e.  Leşkerên rejîma di çarçoveya peymana Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di Cotmeha 2019’an de hatibû îmzekirin, li wê xalê bicih bûbûn.

Li gorî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di êrîşa li ser xaleke leşkerên hikûmeta Sûriyeyê ya nêzî bajarê Kobanê de 17 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Li gorî ajansa Rûsyayê Sputnikê 15 leşker û li gorî hin çavkaniyên din jî 20 leşker hatine kuştin.

Piştî rojek di ser êrîşê de derbas bû bi nûçeyeke kurt ajansa SANA ya rejîma Şamê nûçeyê vê êrîşê da û got ku di êrîşa balafirên artêşa tirk de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.

Bi her halî hejmar çend  be ne gelekî girînge ya girîng ew e ku leşkerên artêşa dewletekê ji alî artêşeke din ve hatine kuştin û ew dewlet behsa kuştina leşkerên xwe nake.

Bêdengiya rejîma Sûriyeyê li hemberî kuştina leşkerên wê tê wateya ku ew naxwaze an jî nikare bersiva êrîşan bide.

Li gorî rayedarên Xweseriya Demokratîk armanca dewleta tirk ya van êrîşan jî ew e ku herêmê ji xelkên wê vala bike û cihekî berfirehtir ji penaberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê dijîn re veke. Bi vê yekê dewleta tirk digihê armanca xwe hem derbeyekê li destkeftiyên kurdan dide hem jî guhertina demografîk li wir pêk tîne. Dewleta tirk dixwaze penaberên Sûriyeyê yên ku ji deverên cuda ên Sûriyeyê penaber bûne û niha li Tirkiyeyê dijîn vegerîne axa Sûriyeyê. Bi behaneya ku ewlekarî li deverên di bin kontrola rejîmê de tune ye dixwaze wan li rojavayê Kurdistanê bicih bike.

Lewre jî bê ser û ber êrîşî gund û bajarên rojavayê Kurdistanê dike û raste rast sivîlan hedef digire, sivîl tên kuştin  ji bo xelkên herêmê dest ji cih û warê xwe berdin û pêşiya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê vebe ku hin deverên din dagir bikin.