spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rûpela 134’an ‘Ji Rabîa Îsmaîl re’

Rojnameger Enes Yildiz, li ser rewşa zaroka ku li Kobanê di nav kavîlên êrîşên Tirkiyeyê de wêneyê wê hatibû kişandin bi ser navê “Ji rûpela 134’an ji Rabîa Îsmaîl re”helbesteke nivîsand.

Tirkiye şeva 19’ê mijdarê bi hinceta teqîna ku di 13’ê mijdarê de li Stenbolê pêk hat li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke mezin a hewayî da destpêkirin. Ev êrîş hê jî berdewam dikin û Tirkiye di van êrîşan de cih û warên sivîlan dike hedef. Heta niha di van êrîşan de gelek mal, dibistan û nexweşxane hatine hilweşandin û wêne û dîmenên gelek bi êş derketin holê.

Yek ji van wêne û dîmenên ku bala gelek kesan kişand û bandoreke mezin li ser wan kir wêneyê zaroka bi navê Rabîa Îsmaîl a ji bajarê Kobanê bû. Rabîa Îsmaîl li Kobanê di nav kavilên mala wan a di êrîşan de hatibû hişweşandin de bi pitika xwe ya pêlîstok girtibû. Rojnameger Enes Yildiz, li ser rewşa vê zarokê bi ser navê “Ji rûpela 134’an ji Rabîa Îsmaîl re”helbesteke nivîsand. Yildiz, di helbesta xwe de bal kişandiye ser pêşeroja zarokeke berxwedana Kobanê û şerê ku li herêmê tê meşandin.

Beşeke helbesta Yildiz a der barê mijarê de wiha ye:

“Tu

Di temenê pêlîstokekî de û tenê bi wêneya xwe derketî, li ber awirên cîhana me hemûyan. Mala te bi yek pencereyê xirab bibe, di bin topan de mabin û li pêşe gavên te.

Li ser me şewq e heyv…

Yên xwe wek te dibînin, hemû hatinên xwe ji te re diyarî dikin.

Hejîrek

Li nav payîzekî ket xwar û min got; ‘ax’

Di hişê her kesî de rûpelên pêşgotinan maye.

Çi hebe, bi xwe re dibe, ‘zeman’

Caran, di êvaran de

Ne heme û ne jî tune me, bê xemxwariya pisîkekî bindest im.

Pelîstokek im ku zarokek di ser şevê re û di nav şer de dihere

Berî, baraneke,

Xwe di ser hev de bînim.

Û

Niha! hinek sûretên xwe datînin, li ser refan

Wê hebin, yên çûyînên xwe re qal dikirin.

Ne bîrek-î kûr im, ne pêlek behr

Bêguman, her kes dikare, qala xwe bike,

Dikare, li rex pisîkekî jî bêje; “hemû hatinan tînim” bîra xwe.

Hem çûyîn, di wextê xwe de çûne.

Her li ser te re dihere û tû bi vê pêlîstoka xwe ve

Va rûyê te ‘mat’ û ji te û ji êvaran, bajarê te di nav gotinan de û di şev tariyê de her xweş e.

Çi xweş e; cardin, lempe pê ketine,

Tu hîna li ser rûyê axê re bangawaziya cîhana hemû zarokan-î

Li bajarê te kenekî nû hate damezirandin. kî li ber xaniyê te re derbas bibe, dikare tehma hejîrekî bîne bîra xwe.

An

Dikare beriya baranê

Di nav mijekî de dihere,‘coş û hêvî’

Çîroka her kesî li wir dest pê dike, an jî her kes parçeyek ji birîna te ye.

Dil dixwaze xaniyê ku tu tê de biêş nebe. Xaniyê tu tê de balinde di ser re bifirin.

Ne îhtîmale, tenê redkirina îlhaqê ye. Hin hene xwe ji birîna te dibînin. Hin kes hene ku yên bedewiya dinyayekî xeyal kirin’ li canbexşiya xwe bihurîbûn.

Jixwe dibuhîrin.

Da ku şerê fûzeyan kirin. Herba mezin hat û herba kêfxweşiyê tê li darxistin.

Ev çîrok nîv dengek e

Lavahiyên xwe digere. Dîsa nahewire ‘zeman’ nahewire ‘wext’.

Ji kêfa xwe re heye. pariyek peyker bim, parçeyek kevirekî qahîm bim ku bo te bo kêfa te xirab nebe.

Tişta ku niha dibe. Hevrakişandina xwedayan e. Şerekî ‘çerxa dem e’.

Xwedayên bê alî hene ku êşa çûkekî kuştî jî li ber bîra wan nakeve.

Tu kes difikire ku birîndariya te, cîhana bê xeyal, bê te nab e û li te nayê. Xanî, xirbe, toza bombardimanan, ji xwe re mat dimîne. Di bin topan de maye; ew bayê kûr û deşta kû tû yê sibehan lê dûr de binêrî.

Birîn li çawanİya xwe digere. Kî pê zane ku pêlîstoka di destê te de birîndar e. Bo te vedikim pencereyên kû lê bîna nergîzan tê.

Rojê sê caran vegerim û dikarim bêhna gêlazan, tînim bo te.

Li hêvîya min be heta sûkekî kû tê de nepoxekî zer bînim bo te.

Ev welat li ser gewdewê xwe heye û bi fûzeyên balîstîk şikestiye. Dîwarên kû boyaxa xwe şîne,

Bibore,

Em li rex te ne, parçeyek in ji axa te. Bi bîna sêvên qaçax hatine naskirin. Di nav çekên kimyewî de jî hene.

Ne xwe Rabîa

Ma kê dixwest

Tu

Û

Ev pêlîstok, ev mehşera ku rêya xwe bi tank û topan winda kiriye.

Aramî û bedewiya zemanan

Ji rojekî re taloq kiriye.

Erê Rabîa

Vira û heta li wir, ‘bi hêviya cîhaneke nû’

Li ser hemî sedsaleyan re

Û

Bi xatirê bajarê xwe

Li ‘Kobanê’ li me û ji vê cîhana me ya tengezar biborîne…”