spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî girtina 11 salan rojnamevan Gumuş hat berdan

Rojnameger Gokhan Gumuş ku di sala 2011’an de hatibû girtin û duh hate berdan. Gumuş, ev tişt got: “Bêguman wê şert û mercên azadiyê ava bibin, ez bê hêvî nînim.”

Rojnameger Gokhan Gumuş ku di sala 2011’an de dema nûnerê Dêrsimê yê Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin bû, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 15 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî 11 salan Gumuş duh ji Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê hate berdan û vegeriya bajarê xwe Xarpêtê.

Gumuş, der barê girtîgehê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê tên sepandin li hemû girtîgehan belav bûne û wiha got: “Heta ku tecrîda bi dawî nebe wê ev pêkanînên zextan yên li girtîgehan û pêvajoya li ser gel xistine dewrê ranaweste. Pêvajoya pêşiya me ji bo avakirina aştiyê pêvajoyeke girîng e. Em di pêvajoyeke ku ne tenê çarenûsa Tirkiyeyê di pêvajoyeke ku çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike re derbas dibin. Ya ku vê pêvajoyê diyar bike tevgera siyasî ya kurd e. Di vê pêvajoyê de têkoşînên mezin hatin meşandin û divê ev yek hêj bi heybetî dewam bike. Divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Naxwe hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn wê rewşa krîzê berdewam bike. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Rewşa girtîgehan

Di berdewamê de Gumuş, bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş nebaş e û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya dawî de zexteke zêde ku li girtîgehan zêde bûye heye. Ji bo ku girtiyên nexweş bigihin mafên xwe yên tenduristiyê û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin tên astengkirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û bi awayekî azad xwe bigihînin azadiyê. Ev rewşeke wijdanî ye. Di heman demê de şewitandina înfaza girtiyan, taloqkirin û pêkanînên keyfî berdewam dikin. Hewl tê dayîn girtî bê vîn bên hiştin. Lê sekneke xurt ku girtî nîşandidin heye. Xuyaye ku tiştên vê dawiyê li zindanan diqewimin ji vê pêvajoyê ne serbixwe ne.”

Gumuş, diyar kir ku cihê keyfxweşiyê ye ku piştî demekî dirêj li derve ye û ev tişt gotin: “Mirov ji bo ku hevalên xwe li pişt xwe hiştin jî xemgîn dibe. Bêguman wê şert û mercên azadiyê ava bibin, ez bê hêvî nînim. Gelek îmkanên mezin hene. Têkoşîna aştî û demokrasiyê wê azadiyê û demokrasiyê pêk bîne. Bi vê munasebetê ji hemû girtiyan re bi taybetî girtiyên nexweş û hevalên xwe yên rojnamevan silav dikim. Em ê her tim li cem wan bin.”