6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taşçier: Wê bibînin ku kurd dibin yek

Parlamenterê HDP’ê Îman Taşçier, der barê hevdîtinên avakirina tifaqa Ked û Azadiyê ya aliyê Kurdistanê de got ku tifaq dê bandorê li desthilat û maxalefetê bike û wê bibînin kurd dibin yek.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê partiyên siyasî xebatên xwe yên hilbijartinên parlamento û serokkomariyê ku wê di meha hezîranê ya 2023’yan de bên kirin, didomînin. Di vê çarçoveyê de Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP pêşengiya wê dike jî di nav hewldanên berfirehkirina tifaqê de ye. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 29’ê mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo avakirina tifaqa demokratîk li aliyê Kurdsitbi partiyên kurd re dest bi hevdîtinan dikin. Hefteya borî di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de parlamenterên HDP’ê jî di nav de heyetek serdana partiyên kurd kiribû û bi nûnerên wan hevdîtin pêk anîbû.

Wê xebat bidomin

Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier ku tev li van serdanan bûbû, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kirin. Taşçier, bi bîr xist ku hevdîtinên wan ên bi partiyên kurd re berê jî hebûne û wiha got: “Di hilbijartinên 2011, 2015, 2018 û 2019’an de hem di hilbijartinên parlamentoyê hem jî di hilbijartinên herêmî de hevdîtinên me bi van partiyan re çêbûbûn. Her wiha em bi hinek partiyan re jî ketibûn hilbijartinê.”

Tifaqa kurdistanî

Taşçier, bi lêv kir ku KCD, DBP û HDP jî di nav de weke heşt partiyên kurdistanî ji bo yekitiya neteweyî ya kurd xebatên wan li bakurê Kurdistanê berdewam dikin û ev tişt anîn ziman: “Weke tê zanîn navê wê jî Xebata Tifaqa Kurdistanî bû. Lê ev hevdîtinên me yên dawîn ji derveyî van hevdîtinan e. Her wiha ew xebata me jî berdewam e. Naveroka hevdîtinên me yên bi van partiyan re ew bû ku ji bo hilbijartinan em ê bikaribin bi hev re çi bikin û xebateke çawa bimeşînin.”

Şert û mercên biqîmet

Di berdewamê de Taşçier, diyar kir ku heta niha çûne serdana partiyên wekî PDK-Tirkiye, KKP, PÎA, DDKD û Partiya Azadî û li fikrên wan ên der barê pêvajoya hilbijartinê de guhdar kirine. Taşçier, da zanîn ku ji xeynî partiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne niha hevdîtinên bi partiyen cuda re tune ne û ev tişt gotin: “Lê weke tifaqa kurd a ji bo hilbijartinan em hevdîtinên xwe tenê bi 5-6 partiyan re bisînor nakin. Em ê xebatên xwe yên hevdîtinan bi partiyan, kesayetên pêşeng, saziyan, eşîrên ku kurdan bi pêş dixin, rûspiyan, rewşenbîr, siyasetmedarên ku niha ne girêdayî tu partiyê ne û bi hemû civakê re bidomînin. Em ê hewl bidin ku vê pêvajoyê bi hev re bihonînin. Çima em ê bi hev re bihonînin? Lewra ev pêvajo pêvajoyeke gelek girîng e. Em ê vê pêvajoyê heta hilbijartinê bidomînin. Ji bo gelê kurd û demokrasî bê Tirkiyeyê divê em zêde qîmetê bidin van şert û mercan.”

Tiqaq dê bandorê li her tiştî bike

Di dawiya axaftina xwe de Taşçier bal kişand ser bandora tifaqa ku pêk bînin û der barê mijarê de ev nirxandin kirin: “Wê sê tesîrên wê hebin. Tesîra yekemîn; wê enerjiyek pozitîf bide gelê kurd. Lewra dê bibêjin wayê kurd li ba hev in û yekitiya xwe pêk tînin. Bi vî awayî wê her kurd xwe di vê çarçoveyê de birêxistin bike û tesîrekê bide derdora xwe jî. Tesîra duyemîn; wê tesîr li dewleta tirk yanî li desthilata AKP-MHP’ê bike û wê bibêjin wayê kurd bûn yek, dê xofek di dilê wan de ava bike. Ev xof wê bandorê li wan bike. Tesîra sêyemîn; wê ev yekitî bandor li maseya muxalefeta tirk a şeş alî ku kurdan tune dihesibîne jî bike. Dîsa ev her sê bandor di hêla kurdan de wê pêşketinek ava bikin û her kes li gorî vê hesabê xwe bike.”