9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê dijwar û cezayê sohbetê

“Ji bo mêtingeran asta rûreşiyê tune. Ji ber ku rûyê wan tune. Devê wan jî tune. Çav û guhên wan jî tune. Robot in û bi bername û sepanên faşîzm û olperestiyê dixebitin. Lewre mirov dikare bêje ku di vê çarçoveyê de dikarin her tiştî bikin.”

Şerekî dijwar heye, kêliyekê ranaweste û bandor li hemû herêm û dinyayê dike lê li siyaseta Tirkiyeyê binêrin xwe kerr kiriye. Mûxalîfa şeş alî hîn jî sedemenên derewîn digerin bo desthilatiyê têk bibin. Sedema mezin ango vê şerê nabînin. Çavên xwe li ser rewşa Kurdistanê girtine. Hemû pirsgirêkên civakî rêz dikin lê tê de kurd tune ne, mafên wan tune ye. Desthilatî ligel ku eniyeke faşîst e dikare bi xwefiroşekê bi strana  Bîngol Şewitî  hewl bide xwe li ber dilê kurdan şêrîn bike lê cîgirê serokê meclîsê yê CHP’yî nahêle du peyvên bi kurdî bê axaftin. Axaftina Îmam Taşçier dibire û dibêje; “Li vî welatî bi tenê kurd najîn?” Gelo dema bi tirkî tê axaftin bi tenê tirk dijîn? Çavkaniya vê bêtahamûlî û nijadperestiyê ji bingeha dewletê tê. Dîsa muxalîf dikaribûn bi dengê bilind behsa têkiliya şer û têkçûna aboriyê bikin lê dîsa deng ji wan nehat. Dîsa desthilatî mikûr hat ku her erîşên wan bi milyon dolaran pere dike. Ji şopdarên xwe yên faşîst re got; “Erê em kurdan dikujin lê mesrefên wê çêdibe”. Kurt û kurmancî kuştina kurdan xwe li ser birçîbûna gelan ava dikin. Lê tu kes behsa çareseriyek cuda nake. Ji xeynî Tevgera Azadiyê tu partî behsa aştî, diyalog û çareseriyê nake. Ev yek baş zelal e ku muxalîfa şeş alî di mijara kurdan de bi desthilatiyê re di nav tifaqê de ye. Li Sûriyeyê, Esad her çi be li Tirkiyeyê jî ev maseya şeş alî ew e. Ji ber wê ji xeynî xeta sêyem tu rêyeke din a azadiyê li ber kurdan nîne. Xeta sêyem, xeta dijmêtingeriyê ye.

Ji bo mêtingeran asta rûreşiyê tune. Ji ber ku rûyê wan tune. Devê wan jî tune. Çav û guhên wan jî tune. Robot in û bi bername û sepanên faşîzm û olperastiyê dixebitin. Di vê çarçoveyê de dikarin her tiştî bikin. Faşîzm û olperestî bingeha mêtingeran e. Ji çekên kîmyewî heta suîqestan ji revandina mirovan  heta tecawizê hemû rêbazên hovane û dermirovî rêbazên wan ên sereke ne. Exlaq, hiqûq, normên civakî ne di bala wan de ye. Ev matematîka mêtingeriyê ye. Zelal e. Hêvî ji wan tune ye. Lê ligel vê yekê jî dema berxwedanekê li hember xwe bibînin ji neçarî paş ve gav davêjin. Rewşa mêtingeriya Kurdistanê wiha ye.

Me got; mêtinger robot in. Bi robotan re sohbet ne pêkan e. Mînak hûn di çalakiyan da hal û ewhalên polîsên dagirkeran dibînin. Jixwe mirov doza sohbetê nake lê peyv bi wan re çênabe. Ji ber ku sohbet diyalog e. Bi dilsoziyê meyandî ye. Diyalog li dijî şer û pevçûn rêbaza aştiyê ye. Ev qabîliyet di cewhera mêtingerên Kurdistanê de tune ye. Tekoşîna Tevgera Azadiyê ya 50 salan her hewl da vê robotê bîne asta diyalogê. Dewletên dagirker ji neçarî carna hewl dabe jî ji ber ku dest ji bernameya faşîzmê berneda, rêya diyalogê venabe. Diyalog faşîzmê qebûl nake, dijfaşîst e. Yek ji wan hebe yê dinê tune ye. Lê faşîzma dewletê hatiye astekê wiha ku nahêle kurd bi kurdan re jî sohbetê bikin. Hemû hewldanên yekitiya Kurdistanê ji ber gef û lîstikên mêtingeran bi ser nakeve. Derfeta diyaloga kurdan li ku hebe mêtînger berê xwe dide wir û hewl dide wê derfetê ji holê rake. Herî dawî me di nûçeyan da dît. Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Di 18’ê mijdara 2021’an de ji ber ku bi hevalên xwe re sohbetê kir rejîma tecrîdê vê yekê kir sedema cezayê. Yanî sohbeta navbera du mirovan bû sedema cezayê. Bifikirin li zindanê sohbetê qedexe dikin. Ji bo rewşa tecrîdê bê famkirin ev agahî ne bes e gelo, ma tecrîd wekî din çi ye? Û hûn dibînin erîş dîsa li ser diyalogê ye. Lê nikarin ceza bibirin li sohbeta dîrokî ya ku bi paraznameyên xwe di dilê kurdan de ava kir.