spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Talabanî peyamên girîng

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, banga yekitiyê li aliyên kurd kir û ev tişt got: “Gelê kurd ji PDK’ê re dbêje, heta Kurdistan nexin yek, heta her çar parçeyên Kurdistanê mafê xwe wernegirin, em ê nikaribin xeyalên şehîdan bi cih bînin û rêz li wan bigirin.”

Li Ranyayê ji bo 32’yemîn salvegera raperîna başûrê Kurdistanê merasîmek girseyî hat lidarxisitn. Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî tev li merasîmê û axaftinên girîng kirin û banga yekitiyê li aliyên kurd kirin. Talabanî, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ji beriya 32 salan gelê Kurdistanê rejima herî xirab li Kurdistanê rûxand û ev bû destpêka azadiya gelê kurd û Kurdistanê.

Di berdewamê de Talabanî, destnîşan kir ku rêza pêwîst ji xwîna ku gelê kurd rijandiye re nehatiye girtin û ev tişt got: “Ev du sal in YNK hewl dide valahiya ku hikûmetê çêkiriye dagire. Em hemû hewldanan ji bo parastina yekrêziya Kurdistanê dikin. Heta Kurdistan nexin yek, heta her çar parçeyên Kurdistanê mafê xwe wernegirin, em ê nikaribin xeyalên şehîdan bi cih bînin û rêz li wan bigirin.”

Banga li aliyên kurd

Piştî van nirxandinên xwe Talabanî ev bang li aliyên siyasî yên kurd kir: “Werin em îro bikin derfetek û destê aştiyê ji bo hizban dirêj bikin. Em naxwazin Herêma Kurdistan bibe du parçe. We gel ji bo vê herêmê xwîn rijand û me jî ava kir. Em dadpereriyê dixwazin. Em destê xwe ji bo hemû aliyan dirêj dikin ku bikaribin xizmeta gelê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bikin.”

‘Hûn ê xesar bibînin’

Talabanî, di dawiyê axaftina xwe de bertek nîşanî sekna PDK’ê ya li dijî aliyên siyasî yên kurdan da û ev tişt jê re got: “Ger hun van tiştan dixwazin, dilê me paqije û amadene, ger hun naxwazîn hunê bi xwe xesar bibînin.”