spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di maça Amedspor û Bûrsasporê de wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin

Di maça Amedspor û Bûrsasporê ku beriya maçê êrîşên nîjadpperest li lîstikvanên Amedsporê hat kirin de wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin.

Maça Amedspor û Bûrsaspor ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşein saet di 14.00’an de dest pê kir. Tîma Amedsporê duh ji bo maçê derbasî Bûrsayê bû. Ji duh ve êrîş li tîma Amedsporê tê kirin. Êrîşa destpêkê li ber otela ku lîstikvanên Amedsporê lê bi cih bûn pêk hat. Komên nîjadperest duh di saetên şevê de çûn ber otelê û dûişmeyên nîjadperest berz kirin û bi fîşekên hewayî êrîşî odeyên otelê yên lîstikvanên Amedsporê lê bûn kirin.

Di saetên navê rojê de dema ku lîstikvanên Amedsporê ji bo amadekariyên xwe yên dawîn bikin daketin stadê alîgir û lîstikvanên Bûrsayê sporê êrîşî wan kirin. Tevî ku hejmareke zêde polis lê stadê hatibûn bicihkirin jî mudaxaleyî vê êrîşê nekirin û tenê temaşe kirin. Alîgirên êrîşkar ala tirk a bi dehan metre dirêj û pankarta “Heta stûna asîman tê standin dê hîv stêrk hikûm bike” vekirin û dirûşmên nîjadperest berz kirin. Bi dehan kesên ku vê pankartê vekirin li pêşberî kamerayan rûyên xwe girtin.

Dûrişmên nîjadperest berz kirin 

Çend deqe beriya destpêkirina maçê lîstikvanên Bursasporê bi strana “Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” derketin stadê. Alîgirên Bursasporê jî li dijî lîstikvanên Amedsporê yên ku bo xwegermkirinê derketibûn stadê, dirûşmên nîjadperest ên weke “Şehîd namirin, welat parçe nabe”, “Çi bextewar e yê dibêje ez tirk im”, “Kurê min ê çav ber dide welatê te bieciqîne” û “Tolhildan” berz kirin.

Bi îşkenceyê berstûhka Bûrsasporê bi zarokekê dan bilindkirin

Her wiha alîgirên Bursasporê bi darê zorê berstûhka Bursasporê dan destê zarokekî ku alîgirê Amedsporê bû, bi darê zorê jê xwestin ku berstûhkê bilind bike û dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku îşkence li zarokekî tê kirin, zarok hatiye tirsandin û di dîmenan de tê gotin; “Bila rûyê kesekî xuya neke.”

Wêneyên JÎTEM’ê vekirin

Di heman demê de piştî ku maçê dest pê kir alîgirên Bursasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvandin û qetil dikir, vekirin.

Bi hezaran alîgirên nîjadperest jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyên “Torosên Spî” parve kirin.