spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Taşdogan klîbeke li ser talana Kurdistanê

Hunermendê kurd Kasim Taşdogan klîbeke ku talankirina salên dawî radixe ber çavan amade kir û bi guhdar û bînerên xwe re parve kir.

Hunermend Kasim Taşdogan klîbeke ku bala her kesî bikişîne ser xwe amade kir. Taşdogan ev demek bû li ser klîba strana “Mîrate” dixebitî,  bi dawî kir û weşand. Taşdogan di gotinên stranê û dîmenên di klîbê pevxistiye bale dikişîne ser talankirina mîrateyên kurdan.

Talana Heskîfê û rûxandina peykeran

Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî û qedîm Heskîfê bigire heta peykerên rewşenbîr û zarokên kurdan ên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û ku ji aliyê qeyûman ve hatine hilweşandin tên nîşandan. Bi taybetî di klîbê de cih daye hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê yên li Amedê.

Her wiha di klîbê de bal kişandiye ser hilweşdaninên cihê dîrokî û peykeran ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibûn. Di klîbê de dizî û talankirina darê zeytûnên Efrînê jî hatiye nîşandan.

Di klîbê de dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî hatiye nîşandan.

Gotinên stranê wiha ne:

Mîrate

“Koka dara şîn

Ji bin ve  nayê birîn

Bê giyan û bê hilm hiştin

Bihara me dizîn

Hebûna te zor û tade

Mayina te nema zêde

Mîrateya te ya rizî

Tenê talan tenê dizî

Ne xezeb û ne nifiran

Nakim li we mêtîngeran

Ka guh bidin vê hewarê

Ava bikin qesra starê”