spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji xeynî hişmendiya Esed her tişt guherî

Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye sedema rawestandina nêzî ji sedî 40 kargehên pîşesaziyê. Bi vê yekê ji bilî zirarên mezin ên li ser  bazirganiyê, dorpêç bûye sedema zêdebûna bêkariyê jî.

Hikûmeta Şamê bi aşkerayî hemû peymanên mafên mirovan binpê dike û bênavber ambargoyeke zalim li ser gelê me dide meşandin. Gelê me yê li Şehbayê li kampê di vê sermayê de bê derman, bê pêdiviyên jiyanî ye. Ji ber tunebûna dermanan û amûrên tenduristiyê ji sedî 80 nexweşxaneyên Şehbayê xizmetê nadin û ev jî rê li ber zêdebûna nexweşiyan vedike. Ji ber ambargoya hikûmeta Şamê zarok jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha di vê dema dawî de û bi dijwarbûna sermaya zivistanê re rejîma Şamê derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kiriye û nahêle sotemenî derbasî van taxan bibe. Dîmenên ji wan taxên tên belavkirin nîşan didin ku malbat ji ber vê ambargoyê bê sotemenî mane û neçar dibin ku xwe li malên xwe bi betaniyan germ bikin.

Ji sala 2011’an de û heta niha gelek guhertinên mezin li Sûriyeyê çêbûn. Di encama 12 sal şer û pevçûnên li vî welatî de bi milyonan kes koçber bûn û bi sedhezaran mirov hatin kuştin û bê cih û war man. Her wiha zêdeyî nîvê erdnîgariya Sûriyeyê êdî ne di bin kontrola rejîmê de ye.

Lê tevî vê yekê rejîma Şamê wekî ku tiştek nehatibe guhertin, bi wê hişmendiya xwe ya faşîst û kevneperest a beriya 2011’an tevdigere. Gelê me yê ji Efrînê ji ber zilm û zordariya dewleta tirk û komên wê yên paramilîter koçî herêma Şehbayê bûn li wir jî bi zordarî û ambargo û dorpêça rejîma Şamê re rû bi rû ne.

Li seranserê Sûriyeyê gelekî guhertinên girîng li gelek deveran çêbûn û li gorî min ya mînaka herî balkêş Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya kurdan şerên mezin û têkoşîneke bêhempa hate kirin û bi bedelên giran hatin dayîn. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe tev li nava refên şervanên HSD’ê bûn û herêma xwe ji hemberî hemû êrîşan parastin. Li wir modeleke rêveberiyê hate pêşxistin û hemû pêkhateyên herêmê ji kurd, ereb, suryan û ermenan cihê xwe di wê rêveberiyê de girtin û herêma xwe bi rê ve dibin.

Rejîma Şamê li şûna ku vê modela pêşketî, ji xwe re bike mînak û bi Rêveberiya Xweser re li hev bike, ew hîna bi hişmendiya beriya 2011’an tevdigere û dixwaze ku rejîma xwe bi hişmendiya berê berdewam bike.

Bi rastî jî heke modela ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye li hemû herêmên din ên Sûriyeyê bikeve pratîkê dê dawî li hemû şer û pevçûnan were û hemû gelên Sûriyeyê bikaribin bi azadî, aştî û wekhevî bijîn û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Lê rejîma Sûriyeyê berovajî vê yekê kîn û dijminahiya xwe ya ji bo gelê kurd berdewam dike û di her firsendê de ambargo û pêkutiyên xwe li dijî gelê kurd û pêkhateyên herêma Rêveberiya Xweser didomîne.

Pêwîste rêveberiya Şamê pêvajoyê negihîne rewşa mirinê. Nebe hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk. Berovajî li hemberî wêrankariya li Sûriyê, di serî de bi gelê kurd û gelê din re bibe yek, yekîtiya xwe ya neteweyî li ser bingeha demokrasiyê ava bike.