6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariyên xweser

Di hilbijartinên dawî yên heremî de li Kurdistanê qeyûm şandin ser îredeya gel û yekser berê xwe da destkeftiyên jin, ciwan û her warên wan bajaran. Tekperestî, yekrengî, yekzimanî û yeknijadî li welatiyên ku bajarên wan xesp kirine ferz dikin.

Di meha gulanê me hilbijartinên ku ji du tûran pêk hatibûn li paş xwe hişt. Piştî encamên hilbijartinê aşkera bûn tevgera siyasî dest bi xebatên derbaskirina kêmanî û nebesiyên xwe kir. Xala herî girîng jî kêmaniyên xwe rast tespît kir û xwerexnedayîna xwe di civînên gel de da. Tevgera siyasî rê û rêbazên demokrasiyê ku divê her dem şert û merc çi be jî bikeve meriyetê da pêşiya xwe. Bi vê hişmendiyê rêbaz û amadehiyên hilbijartinên herêmî jî da pêşiya xwe. Bi rêbaza li her bajarên Tirkiye û Kurdistanê de bi ser ketin û têk birina qeyûman derketin rê. Helbet di vê rêyê de paradîgmaya ku hişmendiya azadiya jinê, jiyanek ekolojîk, wekhev û pergala hevserokatiyê esas were girtin.

Ji bo pêkanîna wê jî derfeta herî guncav hilbijartinên herêmî ango şaredariyan e. Şaredarî saziyên xweser in. Di xala 123’yan a Destûra Bingehîn a 1982’yan de ev xal heye ku avabûn û erkên rêveberiyê wê li ser esasên rêveberiya navendî û nenavendîbûnê bin. Xala 127’an a Destûra Bingehîn destnîşan dike ku rêveberiyên herêmî ew saziyên hiqûqî yên giştî ne ku prensîbên damezrandina wan bi qanûnê hatine diyarkirin. Organên biryardayînê yên wan ji hêla dengdêran ve têne damezrandin û di qanûnê de jî hatine destnîşankirin. Ji bo peydakirina hewcedariyên herêmî û hevpar ên xelkê bajar, navçe û bajarokan e. Weke ku tê dîtin, ev madeya ku rêveberiyên herêmî birêkûpêk dike, bi awayekî aşkera behsa xweseriya herêmî nake. Lê dema ku tevahiya madeya 127’an li ber çavan bê girtin, meriv dikare bibêje ku têgihîştina “xweseriya herêmî” ye lê tenê navê heye. Nakokiyên wê li gorî Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê baş tê dîtin. Di peymannameyê de tê gotin ku xweseriya rêveberiyên herêmî divê di qanûnên welat de û li ku dibe bila bibe di destûra bingehîn de cih bigire. Qanûna şaredariyê ya bi hejmara 5393’an şaredarî wekî “Yekitiya qanûnî ya giştî ya xwedî xweseriya îdarî û darayî ku ji bo bicihanîna pêdiviyên herêmî û hevpar ên şêniyên bajêr hatiye avakirin û desteya biryarê ya wê ji aliyê hilbijêran ve tê hilbijartin” hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, qanûna nû ya şaredariyê, her çiqas di Destûra Bingehîn de cih negirtibe jî, pênaseya şaredariyê bi Peymana Rêveberiya Xweseriya Herêmî ya Ewropayê re li hev kiriye.  Xweserî û demokrasî jî ew e ku gel li gorî xwe, xwe bi rê ve bibe. Belê sed mixabin zihniyeta rêveberiya dewleta Tirkiyeyê ji vê bêpar ma ye û ev jî seknek siyasî ye ku kes, netewe, ziman, partî û hebûnên ne li gor wan bin qebûl nekine. Naxwaze di şert û mercên aramî de bijîn an îradeya wan hebe. Li welatên ku ew gumana wan a ku ‘’wê welatê me perçe bibe an bi destê gelên hindikayî ji dest me here’’ tune ye. Dewletên ku erd û warê gelên din dagir kirine, tirsa wan ew e ku derhola demokratîk, pirrengî û aştiyê bi rêveberiyên heremî yên xweser ava bikin heye. Mixabin di şert û mercên Tirkiyeyê de jî dest ji birêvebirina şaredariyên xweser berdin, kesên ku di hilbijartinê de weke vîna gel hatine van qadan jî ji kar û barên xwe têne dûr xistin û heta dîl tên girtin. Xweseriya xwecihî ji ber girîngiya xwe ketiye rojeva rêxistinên navneteweyî. Bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û di belgeyên navneteweyî yên hatine amadekirinî de rewşa xweseriyê di her warî de hatiye nirxandin û hewl hatiye dayîn ku yekitiya pratîkê li hemû cîhanê pêk were. Konseya Ewropayê jî li ser vê mijarê rawestiya ye û li ser rêya pêkanîna Yekîtiya Ewropayê di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya ku di sala 1957’an de hat lidarxistin de pêşniyar kir ku prensîba xweseriya herêmî di Destûra Bingehîn de cih bigire ye. Lêkolînên ku di salên 1970’yî de dest pê kirin, di salên 1980’yî de encamên berbiçav derxistiye holê û Peymana Ewropayê ya Rêveberiya Xweseriya Herêmî di sala 1985’an de ji aliyê konseyê ve hat qebûlkirin. Di vê peymanê de têgihiştineke hevpar a xweseriya herêmî  ji welatên endamên konseyê re hat pêşkêşkirin. Tirkiye bi zagona bi hejmara 3723’an, peymana Rêveberiya Xweseriya Herêmî ya Ewropayê bi dijderketina hin madeyan xist meriyetê. Di pêşketina xwe ya dîrokî de, xweserî ji rêveberiyên herêmî re weke litûfeke hikûmeta navendî nehatiye dayîn. Ev mafek e ku di encama têkoşînên demdirêj ên rêveberiyên herêmî de hatiye bidestxistin. Ev maf ne tenê ji bo baştir dîtina xizmetên giştî yên herêmî ye ku qanûna şaredariyê ya hejmar 5393’an de di mercên xweseriya herêmî de ji hêla rêveberiyên herêmî ve têne pêşkêşkirin in. Her wiha ji bo ku gelên herêmê karibin xwe bi rê ve bibin û jiyaneke beşdar û demokratîk ava bikin û dewlemend bikin tê bikaranîn. Xweserî şêwazek rêveberiyê ye ku  kêmasiyên rêveberiya navendî ji holê rabike yan kêm bike ye. Ji ber ku komkirina hêzan tenê di destekî de û biryarên ku ji aliyê hikûmeta navendî ve di astên bilind de tên girtin, xizmetê dereng dixe. Jixwe ti rêveberiyên ji derveyî bajêr an heremê jî nikare pirsgirêkên hundir qasî welatiyên hundir bibîne. Jixwe çavkanî, aborî yanî bi her awayî şert û merc jî bêne avakirin an ji derve mudaxale neyê kirin ji modela xweseriyê baştir, pratîktir û heqtir tu tişteke din nîne. Kategoriyên xweseriya herêmî yên ku bi gelemperî têne pejirandin ji çar beşan pêk tê. Xweseriya qanûnî, nizm û bilind û xweseriya siyasî, nizm û bilind. Tirkiye di koma welatên xwedî otonomiya hiqûqî ya kêm de cih digire. Kêmbûna asta xweseriya qanûnî, encama girêdayîbûna rêveberiyên herêmî bi hikûmeta navendî ya di warê çavkaniyên îdarî û aborî de ye. Îdiaya me ew e ku em xweseriya qanûnî û siyasî ya bilind bixine meriyetê, têkoşîna me jî ji bo vê ye.

Le belê Tirkiye ji van xalên ku me li jor behs kiriye bi tevahiyê wan de jî li bin ketiye, ji demokrasî û mafê mirovan de di polê de ma ye.

Piştî du hilbijartinên dawî yên heremî de li Kurdistanê qeyûm şandin ser îredeya gel û yekser berê xwe da destkeftiyên jin, ciwan û her warên wan bajaran. Tekperestî, yekrengî, yekzimanî û yeknijadî li welatiyên ku bajarên wan xesp kirine ferz dikin. Saziyên zimanên ji bilî tirkî hate girtin, saziyên jinan hatin girtin û rûxandin. Ew wekheviya ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîn û berdêlên giran ava kiribû bi her awayî kirin mêrperest û ji holê rakirin. Bi qeyûman re hilbijêrên DEM Partiyê avêtin zindanan û gelek ji wan jî ji kar û barên xwe hatine dûrxistin. Bi van pêkanînên dermirovahî re kuştinên jinan, bikaranîna tiryak û fuhûş li bajaran hatin asta herî jor. Seba wê jî ji dagirkirina şaredariyan pê ve girêdayî bajar û heta mêjiyê me bû.

Belê îdiaya me ew e ku em dîsa bi hêz û îradeya xwe bajarên xwe ji qeyûman bistînin û li wan bajarên xwe bibine îrade, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Sazî û kooperatîfên jin û ciwanan ji nû ve ava bikin. Berî her tiştî jiyana wekhev û komûnal ji nû re ava bikin. Ji ber ku karê şaredariyan jî jixwe karek komunal e. Berî her tiştî jî pergala ku ji bo hemû cîhanê weke av û nan ferz e; pergala hevserokatiyê ji nû ve li şaredariyên xwe têxine meriyetê û serkeftinê dîsa bidest bixin.