7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi hev re hêz in

Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê, her diçe girantir dibe; qeyranên siyasî, aborî zêdetir bandora xwe li debara civakê û bi taybetî jî li jiyana jinan dike. Sedama qanûnên dijî-jinan ên ku desthilata AKP’ê her carê di bin sernavên cuda de derdixe, mafê jinan ê jiyanê dike bin xetereyê. Desthilata AKP’ê, bi van polîtîkayên xwe yên dijî-jinan re, hewl dide ku jinan ji qada cemawerî, hiqûq, siyasî û hilberînê dûr bixe. AKP jineke ku li gor hişmendiya desthilata mêr hatiye ‘pêçayî’ dixwaze. Ji sekna jinan a polîtîk ditirse; li hember xisletên aktîvîst/têkoşer bi hişmendiya neyartî/dijbertî tev digere.

Di dîroka 20 salan a borî ya desthilata AKP’ê de, jin ji gelek mafên xwe yên hiqûqî, perwerdehî, tenduristiyê bêpar man. Mafê jinan ê jiyanê hat desteserkirin û çar aliyê qada cemaweriyê li ber jinan hat girtin. Û qada jinan teng kirin. Vê jî bi xwe re tundî û tujî ya li ser jinan anî; bû sedem ku jin her roj bi destê mêran werin kuştin, windakirin, şewitandin û rastî destavêtinê bên. Di naveroka van qanûnên ku desthilatdarî pê pesnê xwe dide de, ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan tu maf nayê destnîşankirin.

Qanûn gişt bi gotin û zihniyeta mêran dibin paket û wisa tên derxistin. AKP dixwaze bi rêya zagonên mêran xwe di qada hiqûqî de mafdar bide xuyakirin. Hiqûqê ji bo xwe dike palpişt û bi qanûnên îktîdarê dor li sazî û komeleyên jinan ên ku têkoşîna mafê jinan dimeşînin teng dike û êrîşî ser destkeftiyên jinan dike. Dixwaze bi vê re siyaseta hegemonya mêrantiyê serwer bike.

Ji destkeftiyên jinan a di qada hiqûqê de ku parêzbendiya jinan dikir; desthilata AKP’ê ji xwe re xiste armanc û bi gotina zilamekî di şevekê de hat feskirin. Yek ji wan jî Peymana Stenbolê bû ku qada parêzvaniya hiqûqî ya têkoşîna jinan lê pêş diket. Sazî, komele, platfrom û rêxistinên jinan ji bo ku peymana Stenbolê pêk were, têdikoşin. Lê jin, di têkoşîna vegera Peymana Stanbolê de ne xwedî heman helwest in.

Di nav sazî û rêxistinan de di yekbûna fikra jinan de lewazî heye. Di gotin, nirxandin û daxuyaniyên jinan de jî, aşkera dibe ku nakokî hene û jin di warê fikrî de hêza xwe nekirine yek. Neyekbûna hêza jinan, hêviyên ji têkoşîna azadiyê biçûk dike. Divê xelayên jinan ên têkoşînê, ji pir rengan bê xemilandin, da ku meşa jinan a nasnameya azadiyê bêrawest bidome. Yanê jin dikare bi têkoşînê, çarenûsa xwe aşkera bike. Ji ber ku çarenûs, destxistina mafan e. Mezinkirina hêviyên azadiyê, bi hatina cemhev a hemû jinan pêk tê.

Ji bo ku jin di helwesta xwe ya têkoşînê de bibin yek deng, pêwîstî bi pêşengiya aqlê jinan heye. Xwexistina navenda pêşengiya têkoşînê bi tena serê xwe ne bes e, pêşengî yekbûna ruh, dil, mejî û avakirina hêza fikra jinan dixwaze. Dibe ku ev ji bo me tevan karê herî zehmet ê meşandina têkoşîna navxweyî be, lê pêwîste em ji vir dest bi avêtina gava xwe bikin da ku encam serkeftin be.

Pirsgirêka jinan, bi aqlê mêran çareser nabe, berovajî hîn girantir dibe. Meseleyên jinan bi fikra vîna yekbûyî ya jinan tê çareserkirin.

Eger ku sazî, rêxistin, komele û flatformên jinan çareseriya pirsgirekên jin-civakê li ba dewlet-desthilatdariyê bigerin wê tu çareseriyek pêk neyê. Ji ber wê divê jin bi hêza xwe li çarenûsa xwe bigere û birînên xwe bi destên xwe derman bike. Heger na, ew ê destkeftiyên heyî yên bi ked/berdelên mezin hatine afirandin jî yek bi yek ji destên me biçin. Çareserkirina pirgireka jinan û cikavê wê bi azweriya keda jinan pêk were. Jina azad, çalakiya mezin a jîna azad e.

Qada hilberînê ya ku aîdê jinan e, di van salên dawî de, bi zextên îktîdara AKP’ê ku serweriya xwe li ser beşên civaka muxalîf ferz dike, bi talangeriyek mezin re rû bi rû ye. Desthilatdariya AKP’ê ji jinên hilberîner ên afrîner ditirse. Ji lewra hilberîneriya ku bi keda destê jinan pêş dikeve, rastî êrîşên zayendperest, nijadperest ên simsarên alîgirên desthilata AKP’ê tê.

Hatina AKP’ê ya desthilatê bi saya desteka jinên muhafizekar çêbû, xistina wê ya ji desthilatdariyê jî bi xezeba jinên hilberîner ên têkoşer be. Desteka jinan a ji bo AKP’ê roj bi roj kêm dibe, êdî ji hemû beşên civakê dengên dijber ên nexwestina AKP’ê bilind dibe.

Çawa ku 20 sal beriya niha AKP’ê bi desteka jinan bibû desthilat, wê daxistina wê ya ji îktîdarê jî di encama kar û xebatên rêxistinkirî yên jinan de pêk bê. Jinên ku bi boneya aborî dengê xwe didan AKP’ê, îro dibêjin; “em bi biryarin ku êdî em ê dengê xwe nedin rejîma Erdogan û partiya wî AKP’ê.” Ji ber ku jin, ciwan û tevahî beşên civakê ji ber bêedaletî û diziya rejîma AKP’ê êdî bêzar bûne.

Di hevsengiya têkoşîna serdema nû de, wê jin bi rola pêşengiyê ya guhertin û veguhertinên demokratîkbûna civakê bi peywira xwe ra be. Diyalektîka binemaliya civaka jinan xwe dispêre pêkana veguhertinê. Êdî dem û konax a ji bo mezinkirina destkeftî, xebat û têkoşîna civakî ya hevpar a jinên kurd û Tirkiyeyê ava bûye. Gotina; ‘Jin bi hev re hêz in’ rastiya yekitiya hêza jinan vedibêje.