spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîcle: Hincetên cezayên disîplînê bi profesyonelî dikin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Bi hincetên cezayê dîsîplînê ne malbat ne jî parêzer dikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Herî dawî di 31’ê gulanê de ji bo 3 mehan cezayê dîsîplînê li Ocalan hatibû birîn û hevdîtina pê re hatibû qedexekirin. Ji sala 2018’an ve bû 10 car ku cezayê dîsîplînê li Ocalan tê birîn. Tevî ku ev tecrîda giran a li ser Ocalan didome jî çapameniya alîgir a desthilatê nûçeyên hevdîtina muhtemel a bi Ocalan re derbas dike. Hevserokê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re bi Mûrada Kenda re derbarê tecrîd û cezayê dîsîplînê yên li Ocalan tên birîn de axivî.

Pêşiya pêvajoya çareseriya demokratîk asteng dikin

Hatîp Dîcle, diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên li Ocalan tên birîn, ji bo ku pêşiya hevdîtinan bigirin hincetên bi vî rengî profesyonel derdixînin û wiha got: “Herî dawî parêzeran ev rewş weke bêragihîna mutleq pênase kir. Her wiha daxwazên hevdîtina hevpar a 775 parêzeran jî hat paşguhkirin. Heta niha bi hincetên wekî keştî xera bûye û şert û mercên hewayê ne guncav e nîşan didan, lê di van salên dawîn de hincetên xwe weke cezayê dîsîplînê profesyoneltir kirin. Li wê derê çi heye ku heta cezayên dîsîplînê didin? Armanca wan diyar e. Ji ber vê yekê hewl didin pêşî li birêz Ocalan bigirin ku peyaman nede gel, siyasetê neke û ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk asteng bibe. Bi hincetên cezayên dîsîplînê hemû qanûnên li Tirkiyeyê dane kêlekê. Ev kiryar li dijî hiqûqa gerdûnî ne.”

Destkeftiyên kurdan bin pê dikin

Di berdewama axaftina xwe de Dîcle, destnîşan kir ku di nava 24 salan de her dema ku birêz Ocalan axiviye pêvajoyên aştiyê hatine nîqaşkirin û ev tişt got: “Dewlet dema ku dikeve pozîsyona şer wê demê tecrîdê jî bi pêş dixe. Di nava van 7 salan de bi konsepta şer dixwazin hemû destkeftiyên kurdan bin pê bikin. Birêz Ocalan bi dehan caran digot ev konseptek navneteweyî ye û rola Tirkiyeyê tenê gardiyantî ye. Her dema ku dengê birêz Ocalan derdikeve û fikrên xwe ji her derê re parve dike, gavên demokratîk jî tên avêtin.”

Dîcle, bal kişand ser nûçeyên ku dê bi Rêberê PKK’ê Ocalan re hevdîtin bên kirin û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Ji bo vê rewşê rayedarên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qet ne axivîn. Li ser rojnamegerê nezikî xwe Abdulkadîr Selvî ev nûçe dan çêkirin. Paşgotinek bi vî rengî avêtin holê. Di van 12 salên dawî de li dijî tevgerên dagirkeriyê berxwedanek dîrokî heye. Ev berxwedan dewleta tirk dixe di nav zehmetiyê de. Ji ber wê bi êrîşên bêpîvan bi ser Şengal, Mexmûr û Rojava de diçin. Yek ji sedema krîza aboriyê jî ev rewş e.”

Mînaka Ocalan ya helwesta Mandela

Di berdewamê de Dîcle, diyar kir ku Rêberê PKK’ê pêvajoya heyî ya niha di hevdîtinên xwe yên berê yên bi heyeta dewletê re dikir de gelek caran dinirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtinên Îmraliyê di 5’ê nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Di demên pêş de gelek nîşane hebûn ku konsepteke nû ya şer dê bikeve meriyetê. Me ev didît û birêz Ocalan ji xwe hay jê hebû ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Di hevdîtina me ya li gel birêz Ocalan de ku heyeta dewletê jî tê de hebû, birêz Ocalan berê xwe da heyeta dewletê û got, ‘Heke ev pêvajo biqede, bê guman hûn ê bên û biçin. Lê belê hevdîtina me ji sohbetê wêdetir naçe’. Rojeke din dîsa birêz Ocalan vegeriya heyeta dewletê û got, ‘Ez vekişim, hûn bi heyeta Qendîlê, HDP’ê û Îmraliyê re hevdîtinê bikin û pêvajoyê bi wan re bibin’. Heyetê ji birêz Ocalan re got, ‘Na ezbenî, ev nabe? Ev pêvajo nikare bêyî we bimeşe’. Birêz Ocalan rojekê dîsa ji heyeta dewletê re got, ‘Heke ev pêvajo bixitime, divê ez jî pozîsyona xwe ji nû ve binirxînim, ez ê bêhtir heq bidim retorîka Nelson Mandela’. Xala ku Nelson Mandela di otobiyografiya xwe de anî ziman ev bû; heyetek li ser navê rejîmê diçe cem Nelson Mandela û diyar dike ku ew dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, behsa xitimandina xwe dikin û dibêjin tenê dikarin bi Mandela re pirsgirêkê çareser bikin. Mandela ewilî îtîraz dike û lê zêde dike; serokên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê hene, bi wan re biaxivin. Helbet dibe ku tevkariya min hebe, lê berî her tiştî wan bikin mûxatab. Heyet dibêje; na ezbenî, bêyî te nabe.  Wê demê Mandela dibêje; heke ez hebim, wê demê divê hûn azadiya min a fîzîkî bidin. Peyama ku birêz Abdullah Ocalan hem dabû me hem jî dabû heyeta dewletê ev bû. Dibêje, ‘Heke dewlet bi rastî jî  bixwaze ez bikevim dewrê û vê pirsgirêkê çareser bikim, divê azadiya min a fizîkî bifikire’.”

Dîcle, li ser hevdîtina muhtemel a bi Ocalan re jî sekinî û ev tişt anîn ziman: “Stratejiya xeta 3’yemîn a birêz Ocalan di salvegera îlankirina Komarê de derfeteke ji bo komareke demokratîk û divê hilbijartin li gorî vê yekê bên nirxandin. Encama ku ji kongreya HDP’ê derketî jî ev e. Tenê ev xet dê bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bide qezenckirin. Tişta din tenê gotin dimîne. Heke di sala 100’emîn a Komarê de mûxalefeta di nava pergalê de xwedî armanceke restorasyonê be, yekane rêya ku vê hewesê di gewriya wan de bihêle rêya şoreşgerî û demokratîk e.”