9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye pişta xwe bi NATO’yê germ dike

Tirkiyeyê ji bo berjewebdiyên xwe li hemberî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê derket. Bi destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê re Swêd û Fînlandiyayê xwestin bêalîbûna xwe bi dawî bikin û bibine endamê tifaqa şer ê NATO’yê.
Lê ev dawaza wan bi hinceta ku piştgirî didin tevger û rêxistinên kurdan ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat astengkirin. Heta 28’ê hezîranê jî Tirkiyeyê dijberiya xwe domand û angaşt dikir ku wê bi tu awayî destûr nedin ku Swêd û Fînlandiyayê bibine endamê NATO’yê.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku ji bo tevlîbûna Civîna Bilind a NATO’yê ya di navbera 29-30’ê Hezîranê de li paytexta Îspanya Madrîdê hat lidarxistin çû Îspanyayê, bi Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö, Serokwezîra Swêdê Magdelena Andersson û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de aliyan li ser 9 xalên dijberiya kurdan û alîkariya çekan li hev kir û Tirkiyeyê rê li ber endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê vekir.
Parlamenterê berê yê HDP’ê û Hevserokê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk ku li Ewropayê vê mijarê ji nêz ve dişopîne, bersiv da pirsên rojnameya me yên têkildarî lihevkirina di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de.

Hedef destkeftiyên kurdan e
Demîr Çelîk, diyar kir ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de ji ber ku NATO’yê piştgirî daye Ukraynayê Swêd û Fînlandiyayê jî xwestine bibine endamên NATO’yê û Tirkiye xwesteka herdu welatan ji xwe re weke firsend dîtiye û wiha got: “Erdogan bêpîvanî û pragmatîstiya xwe di vê mijarê de jî derxist holê û ket nav bazarên qirêj. Hewl dide ku kirîna S-400’an ji xwe re rewa bike û bikaribe F-35’an bigire. Di encamê de jî Tevgera Azadiya Kurd bi sînor bike. Dît ku ne pêkan e herdu xwestekên wan ên ewil pêk bên, berê xwe dan jiholêrakirina destkeftiyên kurdan.”

Daxwazên Tirkiyeyê yên ji NATO’yê
Çelîk, destnîşan kir ku wê li hevkirin ji rewşa heyî ya îro cudatir tu encam bi xwe re neyne û ev tişt anî ziman: “Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd rewa ye jî hem Swêd û Fînlandiya hem jî Konseya Ewropayê bi gotina “rexistina terorê” hê jî ji bo wê bi kar tînin. Ji bilî vê gotinê pênasekirin û danekirineke din ne mijara gotinê ye. Tirkiye, ji NATO û welatên endamê wê daxwaz dike ku di serî de PKK, PYD, YPG, YPJ û YBŞ rexistinên kurdan ên ji bo bidestxistina daxwazên kurdan ên demokratîk têdikoşin û li destkeftiyên kurdan xwedî derdikevin weke terorîst qebûl bike.”

Tirkiye bi NATO’yê êrîş dike
Di berdewama axaftina xwe de Çelîk, bi lêv kir ku dewlet têkiliyên xwe li ser berjewendiyan esas digirin û ji ber vê li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya kurdan û tevgerên kurdan ên siyasî terorîze dike. Çelîk da zanîn kuli hemberî vê yekê bêdeng dimînin û wiha pêde çû: “Hin deman jî piştgiriya van polîtîkayan dikin. Tirkiye bi piştgiriya leşkerî, îstixbarî û teknolojîk a NATO’yê êrîşî Rojava, Başûr û Qadên Parastina Medyayê dike û di operasyonên xwe yên dagirkerî û tevîkirinê de israr dike. Îhtîmal heye ku li gorî derfetên ku konjoktura navneteweyî rê bidê Tirkiye êrîşên xwe bidomîne. Swêd û Fînlandiya li gorî tespîta “Desthilat qirêj e. Desthilata mûtlaq qirêja mûtlaq e” tevgeriyan û li şûna ku li daxwazên kurdan ên rewa xwedî derkevin berjewendiyên xwe esas girtin.”
Banga ji bo kurdan
Çelîk, da zanîn ku Tirkiye bi hewldanên xwe yên dawîn bi awayekî aşkera dixwaze di sedsala 21’emîn de qirkirina fizîkî û çandî li ser kurdan bi encam bike û li dijî van hewldanan ev bang li gelê kurd kir: “Li dijî vê li her çar parçeyên Kurdistanê 50 milyon kurd neçarin ku li erdnîgarî, ziman, çand, bawerî û statuya xwe xwedî derkevin. Ji bo vê em neçarin ku li dijî van êrîşên topyekûn ên Tirkiyeyê li qadên leşkeri, siyasî, çandî û dîplomatîk têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî bikin tevgerê û qezenç bikin. Di vê çarçoveyê de divê em israr bikin ku Tevgera Siyasî ya Kurdan ji lîsteya “terorê” bê derxistin û statuya kurdan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin. Di serî de Ewropa divê li her derî kurd li dijî dagirkeriyê Azadiya Kurdistanê biparêzin û xwedî lê derkevin.”