2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte hat îlankirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryareke bi hejmar 8 derxist û li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte îlan kir. Her wiha hemû derfetên xwe  li hemberî êrîşeke dijminane xistin xizmeta parastina gel.

Di biryarê de wiha hat gotin: “Li gorî pêdiviyên berjewendiyên giştî, ji ber gefên domdar ên dagirkeriya tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, av û saziyên sivîl dike hedef. Dagirkeriya tirk niyet dike ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were. Ev yek ji bo berfirehkirina qada dagirkeriyê û pêkanîna ajandeyên dijber pêk tê ku dê rê bide vegera bermahiyên terorê û tundrawan li herêmê. Ev rewş dê bi awayekî yekser bandorê li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike, yên ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyeyê yên li dijî terorê bi dest xistine, bike. Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyeyê ji aliyê pêkhateyan ve bike. Piştî ku dewleta tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bin ket, bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyeyê.

Ji lew re, li gorî hikmên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê (6 tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist, pişt re bi erêkirina endamên meclisa giştî ev biryar hat dayîn.