19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin hilgira çanda civakî ye’

Kesên an jî komên ku bixwazin li ser civakek desthilatdariya xwe bidin avakirin dema ku nikaribin ji aliyê fizîkî ve wan tune bikin êrîşê nirx, bîr, bawerî û çanda wê civakê dikin. Mînaka vê yekî ya herî berbiçav jî qedexekirin û astengkirinên ku dewleta tirk li ser kurdan dide meşandinin.

Em li ser êrîş, qedexekirin û astengkirinên ku li ser çand û hunera kurdî pêk tên yek ji avakara KASED’ê û di heman demê de seroka KASED’ê hunermend Devrîm Demîr re axivîn.
Hunermend Devrîm Demîr destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çandê û wiha got: “Çand di wateya xwe de zimanê hebûna civakî, rengekî xwe îfadekirinê ye. Çand nasnameya civakê diafirîne. Nirxên civakî, jiyan û şêwazên ramanî, sazîbûn, kevneşopî û adetên ku di pêvajoya dîrokî de pêk hatine di nava xwe de vedihewîne. Bi forma herî giştî, tevahiya nirxên madî û manewî yên civakbûyînê temsîl dike. Ji ber wê jî wexta metinger dixwazin civakekê têk bibin êrîşî çand û zimanê wê civakê dikin. Vê yekê çawa dikin? Jixwe zimanê te ne xwedî statu ye, ligel vê yekê êrîşî hunermendan dikin, çalekiyên hunerî asteng dikin, berhemên hunerî qedexe dikin û hwd. Di nava sala dawî de 13 hunermend hatine binçavkirin û girtin. Hinek hatine berdan hinek jê hîn jî girtî ne. Dîsa di nava 8 mehên dawî de 8 konser û 5 lîstikên şanoyê yên kurdî hatine astengkirin. Bi dehan hunermend di dema bernameyên xwe de rastî astengiyan hatine. Ev yek herî dawî di Newrozê de derket lûtkeya herî jor. Nehiştin hunermend bi cilên xwe yên gelêrî derkevin ser dikê. Mudaxaleyî repertuara wan kirin, bi awayekî vekirî gef li wan xwarin û hwd. Ji hêlekê ve ya te, nirxên te û rastiya te ava dike asteng û qedexe dikin, ji hêlekê ve jî ya xwe ya populer datînin ber te. Li gel van hemû êrîş, astengî û qedexeyan îca em dibînin ku her roj li devereke Kurdistanê di bin navê çand û hunerê de tiştekî sosret tê kirin.”

Dixwazin çandê dejenere bikin

Devrîm Demîr da zanîn ku festîvalên li bajarên Kurdistanê pêk tên tu eleqeya wan bi çanda kurdan re tune û ev tişt anî ziman: “Biqasî du meh berê li Nisêbînê “festîvala hemsiyan” hat li darxistin. Nisêbîn û hemsî çi eleqe? Ne tiştekî aîdê çanda vê civakê ye. Dîsa çend hefte berê merqeyeke otomobîla li Amedê filmê reklama xwe kişand. Li gelek mekanên dîrokî kêşan kiribûn û tişta ku herî zêde hatiye kirpandin “modernîzm” û “aramî” bû. Weke ku li vî welatî aramî tenê bi hebûna wan pêkan be didin nîşandan. Dîsa çend roj berê li ser pira Dehderî defîleyek hat li dar xistin dîsa çend roj berê li navenda Amedê û navçeya Licê festîvala danasîna maşîneyên çiyê hat li darxistin. Mesela lidarxistina van çalakiyan û mekanên ku ji bo vê yekê tên hilbijartin jî pir balkêş in lê teqez ne tesadûf e. Bi zanebûn ev dever tên hilbijartin. Têkiliya di navbera çandê û mekan de li ber çav tê girtin. Balkêş e ku bikaranîna van hemû mekanan piştî lidarxistina konserên Amîdayê dest pê kir. Konserên Amîdayê projeyeke ku Ma Muzîkê mazûvaniya wê kiribû û bi alîkariya Odeya Bazirganiyê ya Amedê li gelek mekanên dîrokî yên li navend û navçeyên Amedê konser hatibûn lidarxistin û di civakê de rastî eleqeyeke gelekî mezin hatibûn. Çi tişta ku nirxên civakî ava dike hebe dest davêjin wê û dixwazin dejenere bikin.”

‘Bi bîra civakê dilîzin’

Demîr diyar kir ku li ser çanda kurdan şerê taybet tê meşandin û wiha pê de çû: “Zimanê te qedexe dikin, zimanê xwe li ser te ferz dikin. Çalakiyên te yên çandî qedexe dikin di şûna wê de festîvalên hemsiyan û hwd. li dar dixin. Cil û bergên kurdî qedexe dikin tên li ser pira Dehderî defileya “cilên modern” li dar dixin. Konserên te betal dikin lê her roj li bajarekî Kurdistanê konsereke tirkî ku xizmeta çanda populer dike li dar dixin. Bi taybetî jî kesên ku tînin Kurdistanê ji bo konseran kesên ku di fikra xwe de nîjadperest in. Ew kes jî bi zanebûn tên hilbijartin. Dîsa tu dinêrî her roj li Kurdistanê navê kuçe û kolanan diguherînin û di şûna navên kurdî de navên kesên nîjadperest ku di dîrokê de bi dijminatiya li dijî kurdan tên nasîn li kuçe û kolanan dikin. Ev hemû teyîsîna polîtîkayên şerê taybet yên ku li dijî kurdan tên meşandin e. Rasterast bi bîra civakê dilîzin.”

‘Serdestiya monîst ava dikin’

Devrîm Demîr destnîşan kir ku di 100-150 salên dawî de, li gel dagirkeriyê û îmhakirina fizîkî qirkirina çandî jî yek ji polîtîkayên sereke yên dewletê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta ku dixwaze serdestiyeke monîst ava bike polîtîkayên îmhakirina fizîkî û bişavtinê bi hev re dimeşîne. Ji ber ku mêtinger baş dizanin ku nasnameya çandî çavkaniya berxwadaniya civakê ya herî bingehîn e û heta ku vêya ji holê raneke nikare di polîtîkayên xwe yên tunekirinê de bi ser bikeve. Loma êrîşên xwe piralî bi rê ve dibe. Ev serdem di heman demê de serdemeke ku kesayeta kolonyalîzmê afirandiye tê analîzkirin, hebûn tê pênasekirin û hewl tê dayîn bigihêje wateya xwe. Di vê serdema ku têkoşîna li dijî kolonyalîzmê û avakirina civakeke azad bi hev ve girêdayî tê meşandin, em jî weke xebatkarên qada çand û hunerê hewl didin bibin bersiv.
Di berxwedana li dijî kolonyalîzmê de xebatên çandî û hunerî motîvasyona têkoşîna şoreşgerî pêk tînin. Li hemberî polîtîkayên tunekirinê yên kolonyalîzmê îdîakirina hebûna xwe hewldaneke hêja ye û her hunermendek yan jî xebatkarek vê qadê di astekê de dike berxwedêr. Armanc mezinkirina têkoşîna parastina nasnameya çandî û hunerî ye. Rê diyar e, armanc diyar e, pêdiviyên civakê diyar in û em rêwîtiya xwe didomîn in. Di vir de xwedîderketina civakê jî girîng e. Em jî hêza xwe ji xwedîderketina civakê ya li çand, huner, ziman û nirxên xwe digirin. Xwedîderketin û piştgiriya civakê xebatên me xwirttir û bihêztir dike.”

‘Jin hîmê civakê ne’

Yek ji hunermenda jin Devrîm Demîr ku rastî astengkirinên desthilatdariyê hatiye bal kişand ser zextên li ser jinan û wiha axivî: “Jin wek hilgira nasnameya çanda civakî tê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî di polîtîkayên bişaftinê yên dewletê de hertim nêzîkatiyeke cuda li hemberî jinên kurd hatiye nîşandan. Serdest baş dizanin ku dema tiştek ji hîmê xwe ve derbê bixwe hilweşîna wî tiştî hêsantir dibe. Dema darek ji koka xwe derbê bixwe dê hişk bibe, dema avahiyek ji binî ve derbê bixwe dê biherife. Tişta sereke ku civakekê heyî dike çi ye? Ziman û çand e. Ên ku wek hilgirên zimên û çanda civakî tên dîtin kî ne? Jin in. Wê demê dewlet çi dike? Berê êrîşên xwe pêşî dide jinan.”
Demîr da zanîn ku dewlet ji berê de polîtîkayên xwe yên bişavtinê li ser jinan dimeşîne û wiha domand: “Avakirina yekîneyên taybet ku ji bo qeydkirina zarokên keç yên kurd li YÎBO’yan bikin yek ji rastiya vê mijarê ye. Ew yekîne di dema xwe de gund bi gund geriyan û hewl dan ku malbatan ji bo şandina zarokên xwe yên keç qayîl bikin. Her çiqas ev yek di bin navê layîqtî û mafê perwerdehiyê yê hevpar de hatibe meşandin jî di rastiya xwe de projeyeke bişavtinê bû. Ew projeya ku wê demê bi taybetî li ser zarokên keç dan destpêkirin di roja me de jî bi êrîşên li ser hunermendên jin, bi riya binçavkirinê, girtin û êrîşên cur be cur berdewam dike. Herî dawî hefteyek berê du hunermendên jin hatin binçavkirin. Di çapemeniyê de jî cî girtibû, bi taybetî şêwaza binçavkirina dengbêj Xalîde bi awayekî anormal bû. Zextek zêde lê hatibû kirin, ji tundiya fizîkî bigirin heta amûrên wê hatibûn şikandin. Bifikirin ev yek di dema serdegirtina malê de li hunermendekê tê kirin. Ev yek bi zelalî dide nîşandan ku heke tu jinek bî, tu kurd bî, tu xwedî hesasiyet bî li hemberî zimanê xwe, çanda xwe û civaka xwe wê demê tu hedefeke vekirî ya ji bo pergalê. Tê xwestin ku bi êrîşên bi vî rengî împaratoriyeke tirsê ava bikin ji bo ku têkbirin hêsantir bibe.”

‘Em ê têk naçin’

Devrîm Demîr bal kişand ser binçavkirin û girtina hunermendên jin û ev tişt anî ziman: “Îro Dengbêj Xalîde û Zelal Gokçe hatin berdan lê Nûdem Durak heye mesela, ev 7 sal in ku girtî ye. Tenê ji bo ku bi kurdî stra 19 sal cezayê girtinê lê hat birîn û tevî ku nexweş e jî hîn girtî ye. Tirsa Nûdemê ya herî mezin ew e ku ji ber nexweşiya xwe dengê xwe wenda bike û êdî nikaribe bistrê. Dîsa dengbêj Behiye heye. Ew jî 7 sal in ku girtî ye û tenê ji bo ku bi kurdî strî cezayê muebetê lê hat birîn. Ev polîtîkayên şerê taybet in ku tê xwestin bi riya van polîtîkayan di şexsê jinên kurd de, derbê li civakê bixin. Her wiha siyasetmedar û aktîvîstên jin yên kurd hemû di heman hedefê de ne.”
Hunermend Devrîm Demîr bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “Em jin in û bîra civakê bi xwe ne. Kaniya hilberînê ne. Loma em di rêza yekemîn de dibin hedef. Lê em bi çanda têkoşînê meyî ne, yanî haveynê me saxlem e. Em ê neşikên û em ê têk neçin. Bi hêviya jiyaneke tije huner ji bo jinan. Bi hêviya li hevdû xwedîderketin û hevdû xwirtkirinê.”