6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin jiyan azadî

Dirûşmeya “Jin jiyan azadî”  ev çend roj in ji kolan, navçe û bajarên Îranê belavê cîhanê dibe. Ev dirûşme û têgeh ji ber xwe çênebûye. An jî peyvekî di nava mala kurdan de ne dihat bi kar anîn. Bê guman komalgeha kurdewerî de mêran ji  jinan re peyva `jiyana min`  bi kar dianîn. Ev xîtaba mêr xwe dikir navend û jin dikir parçeyê jiyana xwe. Lê têgeha jin-jiyan her wiha azadî bi yek wateyî tu carî nehatiye bilêvkirin. Wateya sosyolojîk, felsefî nehatiye şîrovekirin. Her sê peyv bi hevre têgehek nû ye. Têgeh bê guman bi xweser an jî kê çawa dixwaze nikare têgeha ava bike. Di têgehê de çarçoveyekî dîrokî, sosyolojîk, bîrdozî û polîtîk tê avakirin. Mînak têgeha demokrasî dema bê gotin yekser bi şaristaniya Helenîzmê dîrok şîrove dibe. Civaka Atîna, bîrdozîya xwedaya, polîtîkaya dewlet-bajaran, li hemberê vê rewşê fîlozofên yewnanî yên wekî Eflatûn, Sokrates, Arîsto û hwd. Yanî têgeh bi pêwîstiyên dîrokî çêdibin.

Têgeha jin-jiyan-azadî jî bingeha xwe ji çanda dayik salarî digire û neolîtîkê ava dike. Xwedawendên jin ên dîroka mirovahiyê de despêka civakbûyînê  li Mezopotamyayê ava dikin. Ji bo wê jî di roja me ya îro d jî soranî ji jinê re “radêjin-avrand-afrad” yanî afirandin dibêjin. Bêguman zayîn, an jî afirandin tenê wetaya zarok anînê de nayê bikaranîn. Jin, civak niştecih kir, komkir, çandinî pêşxist, li ser vê der û dora çandîniyê gund û navçe avakir. Bi niştecih bûnê re ziman û gotin fêr kir û civaknasî-sosyolojiya giştî afirand.

Azadiya kurdî paradîgmaya xwe di sala 1978’an heya 2003’an de bi pêşengtiya çîna karkeran şoreş avakirin. Pêşengtiya şoreşa jin û ciwanan pênasekir û li gorî wê jî bername, peywîrê nav xwe, stratejiya şoreşa nû da diyar kirin. Li gorî vê jî hemû saziyên xwe an jî saziyê bizava ji azadiyê bandorbûne nêrîn-paradîgma bi pêşengtiya jinan şoreşa civakî pêşxistin û ji xwe re kirin armanc. Li ser vê bingehê jî rêxistinî xwe jinûve da dest girtin û pergala hevserokatiyê bi pêş ket.

Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan pirtûka Parastina Gelekî û Pirtûka 5’emîn pêşiyê dabû Dadgeha Ewropayê û wek manîfestoya paradîgmaya şoreşa ku pêşengtiya jin bi pêş bikeve sîstematîze kirîbû. Encama van pirtûkan de qada bizava azadî, perwerde û lêgerîna pir berfireh hatin bipêşxistin.

Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan di 2013’an de Bizava Azadiya Jinan re nameyekî bi riya parêzerê xwe şandibû û diyarkiribû ku “formula bi sihr a jin-jiyan azadî fêrkirin û pêşengtiya wê berdewam bin” gotibû. Bêguman ev têgeha Rêberê gelê kurd bi pêş xistibû bi hêsanî di nava refên tevgera azadiyê de jî bi hêsanî û yekser nehat fêmkirin an jî giraniya wê derneket holê. Di vê mijarê d qadên azadiyê gûftogo pêşketin û ev gûftogo  nêrînên mêrsalarî jî derxistin pêş. Wekî dirûşma giştî gotin qebul nedikirin lê ev dirûşm tenê jinan qebûl dikirin. Lê di encamê de nîqaş, dan û standin  hemû qadên şoreşê de ev dirûşm hatin pêjirandin. Dirûşm di qada tevgerê de hat pejirandin û di nava gel de jî hat qebûlkirin.

Dirûşma JIN-JIYAN-AZADî êdî di qadên hemû tekoşînê de dirûşmeya bingehîne. Yanî têgeh li ser mase an jî odeyên akademiyan çênabin. Têgeh di nava sosyolojiyê de çêdibin, di qada kurdewariyê de jî Jîneolojî çêbû. Jineolojî, civaknasiya jin û di avakirina civakî de rola jin, pêşeroja civakî da jin û her wiha  di cîhana pêşiya me de rola jinan. Wê demê têgeha jin-jiyan û azadî girîngiya wê tê zanîn.

Di roja me ya îro de berxwedan li Îranê bi pêş dikevin û di şexsê jinên kurd de û bi dirûşmeya jin-jiyan-azadî li ser zimanê kurd, fars, belûcî, ereb, azerî, ermen, cihû û li ser lêvê misilman, xirîstiyan, zerdeştî-yarsan, ehlî heq û ateîst de nayê xwarê. Der encam jin-jiyan û azadî bû nasnameya têkoşîna gelan û li hemberê zilmê, çewisandinê, neyeksaniyê bû formûla tilsima serhildanê.

Jîna Mahsa Amînî ji ber porê wê li ber şala wê de diyar dibû polîsên rejîma Îrana dagirker ew girt û çend demjimêr din jiyan jê tê standin. Lê navê wê di soranî de Jîna yanî Jiyan. Jîna jiyan da kolanên rejîma kujer ê 41 sal in jin sax bi sax bin erd dikirin. Ji ber wê jî her netew, her çîn û her dîn li Jîna xwedî derketin û dirûşmeya JIN-JIYAN-AZADî qîr dikin. Ev dirûşme paradîgmaya pêşengtiya ku jin ji şoreşê re bi pêş bikeve mîsoger dike. Ev paradîgma pêşengtiya jinan û hemû sînorên netewperestî, zayendperestî û olperestiyê vala derxist. Riya tekoşînê û dirûşmeya têkoşîna gelan diyar kir. Ji vê xweştir, ji vê şanaztir çi pêwîste? Jîna nemir lê di nava mîlyonan de ji nû de da şînbû.

Bijî jin-jiyan azadî!